neheq

Mihrecana Helbesta Kurdî ya bêncemîn li bajarê Wolfsburgê hate li darxistin û esmanê Bajarê Wolfsburgê li elmaniya Ronî kir.

Rapor: Macid Silêman

Wergerandin: Hişyarê L`lê

Wolfsburg – Almanya | roja şemîyê, 24ê Cotmeha 2026an.

Di geşûhewayekî çandî û hunerî de, roja 24ê Cotmeha 2026an, Mihrecane Pêncemîn ya Helbesta Kurdî li bajarê Wolfsburgê ya Elmanî hate lidarxistin.

Ev Mihrecan bi hevkariya Komeleya Çandeya Kurdî li Wolfsburgê û komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî hate bi rêvebirin.

Komît ku ji van berêzan bêk tê:

1- Birêz Hacim Mûsa.
2- Berê Dilêş Bavê kasir.
3- Berêz Enes Qasim.
4- Berêz Hişyar Le’ilê.
5- Berêz Macid Silêman.

Ev çalakî di hola komeleyê de hate li darxistin, bi beşdariya 96 mêvanan. Di nav wan de kesayetiyên siyasî, çandeyî, rewşenbîr û hezkiriyên helbest û hunera kurdî hebîn.

Mihrecan bi amadebûna hejmarek ji nûnerên partiyên siyasî û komeleyên kurdî hat dewlemendkirin.
Di nav mêvanên beşdar de:

– kak Salar Kerkûkî nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê – Iraq (PDK).
– kak kenan Mosa nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) li Hanover.
– kak Bavê Ela serokê Komeleya Civaka Kurdistanî.

Herwiha, rêveberiya Mihrecanê peyamên pîrozbahî û serkeftinê ji van aliyan wergirt:
– Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (Pêşverû – Rêxistina Ewropayê).
– Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (elwehde) Rêxistina Ewropayê).
– Nivîskar û rojnamevanê kurd Hoşeng Osê.

Destpêka Festîvalê bi deqeyeke bêdengî, ji bo rêzgirtin û bibîranîna canê şehîdên kurd û Kurdistanê, hate dest pê kirin. Piştî wê, hemû beşdaran sirûda neteweyî ya kurdî (Ey Reqîb) bi hev re gotin.

Her weha, bêşkêşkirina Mihrecanê ji layê Bavê kasir û Aya Silêman ve, bi şêweyekî xweş û bi rêkûpêk û bi balkêşî hate birêvebirin.

Piştre, kak Macid Silêman Peyva Komeleya Çandeya Kurdî got, ku bi germî xêrhatin û spasî û rêzgirtin ji bona mêvanan û beşdarbûya kir , ji bo hatin û bersivdana wan ji vexwendinêre, û hêviya serkeftinê ji bo Mihrecanê xwest.
Biştre,kak Hişyar Emerê Le’ilê peyva komîteya Mihrecanê got, ku:
Di peyva komîteya Mihrecanê de, bal kişandin ser girîngiya Mihrecanê û rola wê di parastin û çande û zimanê kurdî. Her weha, fêrkirina zarokên kurd ji bo zimanê dayikê, nexasim li dîyasporayê.
Herwiha, hate tekez kirin ku çalakiyên weha dibin sedema xurtkirina peywendiyên çivakî, çandî û hunerî di navbera kurdan de, û herweha parastina nasname, ziman û çanda kurdî li welatê biyaniyê tê kirin.

Peyva Partiya Demokrata Kurdistanê – Iraq:
ji layê Birêz Salar Kerkûkî ve, hate gotin, ku di peyva xwe de spas û pêzanîna xwe ji bo li darxistina vê Mihrecanê anî ziman, û girîngiya çalakiyên çandî û rola helbestvanan di parastin û pêşxistina ziman û çandeya kurdî de bilind nirxand.

Baqek ji helbest, Mûzîka Kurdî

Mihrecan bî meydana afirîneriyê, û gelek dengên helbestvanî li ser şaniwa hola komeleyê hatin bihîstin.

Di vê çalakiyê de, komeke helbestvanên jin û mêr, bi helbestên xwe yên cûrbicûr, ku tije hest, evîn, welatparêzî û peyamên civakî bûn, dilê guhdaran şad kirin û girnijî li ser dev û lêvên wan çêkirin.

Helbestvanên beşdar bûyîn evin:

1. Helbestvan Wehîbe Îsa.
2. Helbestvan Macid Silêman.
3. Helbestvan Hacim Mûsa.
4. Helbestvan Silêman Elî.
5. Helbestvan Arif Husên.
6. Helbestvan Mehmûd Oso.
7. Helbestvan Baran Heso.
8. Helbestvan Silêman Ehmê.
9. Helbestvan Xesan Heznî.
10. Helbestvan Laleş Mîrza.
11. Helbestvan Bavê Kaser.
12. Helbestvan Ciwan Kedo.
13- Helbestvan Hişyarê Emerê Le’ilê.

Li kêleka helbestê, muzîk û stran jî cihê xwe yê taybet di bernameyê de girtin.

Hunermendên Nûrî, Talib û Nezîr Melek, bi stranên xwe bi perçeyên yên muzîkê, geşûhewaya Mihrecanê germ kirin.

Herwiha, hola Mihrecanê bi neqş û nîgarên hunermen û çalakvana kurd Leyla Qasim hatibû xemilandin, bi nexşên folklorî yên kurdî, ku bi dest û zehmeta xatûn Leyla Qasim hatibûn amadekirin, rengekî çandî û neteweyî yê bedew dihatin xuyakirin.

Karê wênegirtin û belgekirina dîtbarî ya festîvalê jî ji aliyê wênegir Elî Ronahî û kak Nezîr Malik ve hate encamdan.

Bêhnvedana Qehwê

Di dema bêhnvedanê de, mêvanan li ser qehwe û şîrînahiyê derfeta hevnasîn, danûstandina ramanan û nirxandina Mihrecanê hate berdewamkirin.
Ev dem bi dostane, ken û dilxweşiyê derbas bû, û bû derfeteke baş ji bo xurtkirina peywendiyên civakî û çandî di navbera beşdaran de.

Ji bo spas û pêzanîna amadebûna mêvanan û rola wan di serkeftina Mihrecanê de, me diyariyên sembolî li ser 96 mêvanan de belavkirin, ku hemî keyfxweş û dilşadbîn.

Dawiya Mihrecanê, me hin diyarî û bawernameyên rêzgirtinê û pênûs û ale û neqşeya kurdistanê me bi singa hemî Helbestvan û Hunermenda ve kir.

Ev diyariyên sembolîk, wekî nîşanekî spasdarî û rêzgirtinê ji bo xizmeta wan ya çandî û hunerî, hatin pêşkêşkirin.

Mihrecana Pêncemîn ya Helbesta Kurdî di sa,et 17:30 an de bi dawî bû.

Bi vê yekê, me rojek tijî helbest, stran, muzîk, hevdîtin û hestên neteweyî me borand. Lê dengvedana wê ya xweş û bîranînên wê yên çandî di dil û hişê beşdaran de man.

Mihrecan helbest, ziman û hunera kurdî li welatê xerîbiyê didê xuyakirin, û dibê nameyek bihêz ji bo nifşê werê, da ku ziman û nasnameya netewî biparêzê, û yekrêzîya kurdî mukum bikê, û ziman û çandeya kurdî ji nifşekî veguhêzê nifşên dî.

Wolfsburg
24ê.10. 2026an

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

100% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(1 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Stema xwînmij

Ezîz Xemcivîn Bi dilê te re çavê kesera min şiyar e! Dema bi bihna te bihna xwe dikêşîne. Rewanê te li xwe…