Serketina AfD li Sachsen-Anhalt

Şîlan Doskî 

AfD û Kurdên Elmanyayê: Koçberî, Ol û Nasname di bin Sîbera Hêza Tundrewên Rastger de

Serkeftina Alternative für Deutschland (AfD) partiya vebijark ya Elmanî, di hilbijartina perlemanî ya 6ê Îlona 2026an li parêzgeha Sachsen-Anhaltê, bû yek ji giringtirîn pêşketinên siyasî yên dawiyê li Elmanyayê. AfD bi nêzîkî 44% ji dengên hilbijartinê bû hêza herî mezin ya parêzgehê û 39 ji 83 kursiyên Landtagê wergirt; lê ji bo piraniya 42 kursiyan tenê yek kursî kêm ma. Ji ber vê yekê, serkeftina hilbijartinê bi wê wateyê nîne ku AfD bi tena serê xwe dikare hikûmetê ava bike.

Reuters ajansa nûçeyên navneteweyî evê encamê wekî serkeftineka dîrokî ji bo rastgirê tund ya Elmanyayê binav kiriye.  Lê divê di destpêkê de cudahiyeka bingehîn bê kirin: serkeftina AfD ne heman tişt e ku hemû daxwazên wê bûne yasayî. Bername û daxwazên partiyê tenê di çarçoveya yasayên Elmanyayê de dikarin bêne bicihanîn û hemû yasayên nû divê di pêvajoya dezgeha hikûmî de bên pejirandin. Siyaseta AfD li ser koçberî û penaberî bi gelemperî li ser sînorkirina koçberiyê, kontrola şidyayî ya sînor, vegerandina kesên bê mafê mayînê û guherandina pergalê penaberiyê hatiye avakirin.Di keresteyên xwe yên siyasî de AfD peyva „Remigration“  bi wateya  vegerandina koçberan bi kar tîne û wê wekî rêbazên yasayî ji bo vegerandina biyaniyên ku li gorî yasayê neçar in Elmanyayê terk bikin şirove dike. Di heman çarçoveyê de, AfD dixwaze ku daxwazên penaberiyê kêm bibin û kesên ku mafê mayînê ya wan tune ye bi zûtirîn dem bêne vegerandin. Di siyaseta wê ya penaberî de kontrola sînor û şertên têketina Elmanyayê jî cihekî navendî digire. Li Sachsen-Anhaltê jî serokê AfD yê parêzgehê, Ulrich Siegmund, di bernameya “100 rojên yekem” de daxwazên tundtir yên li ser koçberiyê pêşkêş kiriye. Di nav wan de vegerandina kesên ku mafê mayînê wan tune ye, zêdekirina şiyanên vegerandinê û bernameyên karê mecbûrî ji bo hin daxwazkarên penaberiyê hene. Ji aliyê siyasî ve ev nîşan dide ku koçberî û penaberî ne mijareke kêm giring di bernameya AfD de ye; ew yek ji mijarên bingehîn yên partiyê ye.

Kurdên bi ola  Êzdî: rewşeke taybet di siyaseta penaberiyê de

Di nav Kurdistaniyên li Elmanyayê de, rewşa Kurdên bi ola xwe Êzdî bi taybetî giring e. Kurdên bi ola xwe Êzdî ji ber êrîşên Dawleta Îslamî (IS) li Kurdistan û Iraqê di sala 2014an de rastî kuştinên komî, revandin, tundûtûjiya zayendî, koçberkirina bi zorê û tunekirina mal û civaka xwe bûn. Perlmanê Elmanyayê di sala 2023an de karesata li dijî Êzdiyan wekî komkûjî nas kir. Ev paşxaneya dîrokî di gengeşeyên yasayî yên li ser mafê mayînê yên kurdên Êzdî de giring e. Di reşemeha 2026an de Komîsyona Karên Hundir ya perlemanî guhartineka fermî li ser mafê mayînê ji bo kurdên Êzdî yên Iraq û Kurdistanê kir. Di nav belge û kesên beşdar de endamê AfD Martin Sichert jî hebû. Pêşniyara ku di Perlman de hat gengeşe kirin, ji aliyê AfD ve nehatiye pêşkêşkirin; ew ji aliyê Fraksiyona Bündnis 90/Die Grünen partiya kesik ve hatibû pêşkêşkirin û daxwaza mafê mayînê ji bo hin kurdên Êzdî yên Iraq û Kurdistanê dikir.

Kurdên Misilman û siyaseta AfD li hember Îslamê

Kurdên bi ola xwe Misilman jî wekî Kurdên bi ola xwe Êzdî beşek ji civaka Kurd in, lê nasnameya wan ya olî cuda ye. AfD di siyaseta xwe de di navbera Misilmanên ku yasayên Elmanyayê û pergala demokratîk dipejirînin û wê tiştê ku partî wekî “Îslamî siyasî” an serdestiya dadweriya îslam dibîne, cudahiyek çêdike. Di bernameya wê de azadiya olî tê naskirin, lê di heman demê de partî daxwaza sînorkirina hin formên rêxistinkirina Îslamî û bandora diravî ya ji derveyî Elmanyayê dike.  Ev cihê mijarê ji bo Kurdên Misilman giring e: siyaseta dijî koçberiyê û siyaseta rexneyî ya AfD li ser hin formên Îslamê ne heman tişt e ku siyasetek fermî ya dijî Kurd e.

Ji ber vê yekê divê em du tiştan ji hev cuda bikin:

Kurdbûn nasnameyeke netewî ye;

Êzdî an Misilmanbûn nasnameyeka olî ye.

AfD di belgeyên fermî yên ku hatine kontrolkirin de bernameyek taybet ku bêje “Kurdên Êzdî û Kurdên Misilman ji hev cuda bikin” nîşan nade. Bandora gengaz dikare cuda be, lê ev ne heman tişt e ku bêjin AfD siyaseta fermî ya veqetandina van her du koman heye.

Kurdê Êzdî dikarin bi taybetî ji gengeşeyên li ser parastina Êzdiyan, rewşa Iraq û Sûriyê, penaberî û mafê mayînê bandor bibîne. Kurdê Misilman dikare zêdetir di çarçoveya siyaseta giştî ya AfD li ser koçberî, penaberî û Îslamê de rastî bandorê bibe.Lê ji aliyê yasayî ve, ev nayê wateya ku dewlet dikare mafên kesekî tenê ji ber ku ew Êzdî an Misilman e kêm bike.

Bingehê Yasayî: Mafên bingehîn yên Elmanyayê

Maddeya 3 ya yasa bingehîn dibêje ku hemû kes li ber yasayê wekhev in û kes nikare ji ber bawerî, ol, ziman, welatê xwe bête bêrêz kirin.

Maddeya 4 ya yasa bingehîn azadiya bawerî û olê misoger dike û dibêje ku azadiya bi cihkirina olê bê astengî tê parastin.  Ev du madde ji bo hem Kurdên bi ola xwe Êzdî hem jî bo Kurdên bi ola xwe Misilman bi nirx in. Ji ber vê yekê, her siyaseta nû ya ku ji aliyê dezgeha hikûmî ve tê pêşxistin divê di hundirê vê çarçoveya yasayî de were nirxandin.

Serkeftina AfD û metirsiya siyasî

Serkeftina AfD li Sachsen-Anhaltê tenê encameke hejmarî nîne. Ew nîşan dide ku mijarên wekî koçberî, penaberî, ewlekarî û nasnameya neteweyî dikarin di hilbijartinên elmanyayê de hêza siyasî ya mezin biafirînin. Reuters ragihandiye ku serketina AfD hizira civakên koçberiyê zêde kiriye. Di nav wan kesan de Mamad Mohamad, Kurdê bi ola xwe Êzdî yê ji Rojavayê Kurdistanê, piştî serkeftina AfD dibe yek ji parlamanterên bi paşeroja koçberiyê li Landtaga Sachsen-Anhaltê. Ev rewş  nerêkiyeka giring nîşan dide: Di heman demê de ku AfD bi siyaseta tundtir a koçberiyê serkeftî dibe, kesek ji civaka Kurdên Êzdî dikare bikeve heman dezgeha hikûmî û li hundirê sazî, dimokrasî  û pergera serbestiyê beşdar bibe. Armanc divê ew be ku siyaseta demokratîk, yasayên Elmanyayê û mafên mirovan ji hev neyên veqetandin. Elmanya mafê xwe heye ku sînorên xwe kontrol bike, pêvajoya penaberiyê birêve bibe û kesên ku li gorî yasayê mafê mayînê wan tune ye vegerîne. Lê hemû van karan divê di çarçoveya yasa bingehîn, mafên mirovan û rêgezên parastina ol û azadiyên bingehîn de bêne kirin. Ji aliyê din ve, civaka Kurd jî pêdivî ye ku di gengeşeyên siyasî de cudahiyên navxweyî yên xwe Êzdî, Misilman û komên din wekî sedema parçebûnê ne, lê wekî beşên cuda yên heman civakê bi rêz bigire.

Serkeftina AfD li Sachsen-Anhaltê di 6ê Îlona 2026an de pêşketineke giring di siyaseta Elmanyayê de ye. AfD bi nêzîkî 44% dengên duyemîn bû hêza herî mezin û 39 ji 83 kursiyan wergirt, lê hîn jî ji piraniya 42 kursiyan kêm ma. Siyaseta wê li ser koçberî û penaberî ber bi kontrola tundtir ya sînor, kêmkirina têketina penaberan û vegerandina kesên bê mafê mayînê ve diçe. Li Sachsen-Anhaltê jî rêberiya parêzgehê ya AfD daxwazên tundtir li ser vegerandin û rêvebirina penaberan pêşkêş kiriye. Lê di belgeyên fermî yên ku hatine kontrolkirin de delîlek tune ye ku AfD siyasetek fermî ya ji hev veqetandina Kurdên Êzdî û Kurdên Misilman pêk tîne. Tişta ku dikare bi belgeyan bê gotin ev e: siyaseta AfD li ser koçberî û penaberî, û siyaseta wê li hember hin formên Îslamê, dikare ji bo Kurdên Êzdî û Kurdên Misilman bandorên cuda çêbike. Ji bo Êzdiyan, mijara parastina wan û mafê mayînê girîngtir dibe; ji bo Kurdên Misilman, siyaseta giştî ya AfD li hember Îslam û koçberiyê dikare zêdetir were hestkirin. Di dawiyê de, yasa li ser partî ye: Artîkla 3 ya Grundgesetz wekheviya hemû mirovan û qedexeya cudakirinê ji ber bawerî û eslê mirovan diparêze; Artîkla 4 jî azadiya bawerî û pêkînana olê misoger dike. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku her guhertina siyaseta penaberî û koçberiyê ne tenê ji aliyê encama hilbijartinê, lê ji aliyê yasa, mafên mirovan û  rêbaza wekheviyê ve jî bê nirxandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…

peyv û helbest:Ehmed Tahir
Amadekar song:Alan Tahir

Li pêş me tev xefk û davin
Sed partî ne,hezar navin
Di nav wan de em winda ne
Piratîkê hemû xavin
****
Navê qelew,mal wêran e
Barê kurdan pir giran e
Çep û rastê me xet berdan
Em bûn lîstoka nezan e
****
Çend kursiyê pûç û rizî
Mafê kurdan hate dizî
Fen û pilan û pîlan e
Nan…

Hozanê Efrînî

Dema ku pêvajoyên tevlêbûnê bêyî lêkolîneke têr û plansaziyeke durist pêk tên, ew valahiyeke ewlehî û îdarî çêdikin û deriyê kaos û nearamiyê vedikin, û di dawiyê de sivîl bedêla wê didin

Wek em hemû dizanin, ev demek e agirê şer û pevçûnan di navbera Kurd û Ereban de…