Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
Di nêrîna min de baştir e ku em helbestvan bi kurtî di çend rêzikan de bidin nasîn:H.M. Hebeş di sala 1970 de li gundê Şiyê,gundê helbestvanê nemir Hamid Bedirxan li navçeya Efrînê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.Ew jî mînanî pir hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber zor û setemên rêjîma dewleta Sûriyê ya xwînvexwar di sala 1996 an de koçberî Almaniya dibe û ew ta niha jî bi helbestên xwe re mîna balindekî azad li Bonê diîj û li ezmanên pir welatên cîhanê bi serbilindî difire.
Husên M.Hebeş di destpêkê de helbestên xwe bi zimanê Erebî dinivîsand,lê ew zû têgihîşt;ne rewa ye ku ew zimanê dayika xwe,zimanê Ehmedê Xanî û Mem Zînê bi zimanekî biyanî biguhêre,ew baş şehrezabû ku pêyvên Kurdî jî kanin giyanê berdin hest û mestên wî û hin nêrînên din cida pûç bikin.
Niha weha helbest mîna ava kaniya Şiyê û mîna avên pir kaniyên gundên Efrînê gelek zelal û watedar ji hestên wî diherikin,ewî jî mînanî pir wêjevanên Kurdistanê xwe li hember gel û zimanê dayika xwe berpirsiyar dibîn e.
Helbestên Husên M.Hebeş bi zimanên biyanî sînorên Kurdistanê derbaz dikin û ew ne tenê balyozxana helbesta kurdî li welatekî biyanî ye,lê ew balyoza helbesta Kurdî li pir welatên biyanî ye,ez dikanim bêjim ew bûye balyozxana helbesta Kurdî li welatên biyanî, ew bi pir zimanên din biyanî li mîhrecanên cîhanî(kolombiya, Nîkarago,Almaniya,Firansa,Kosofo,Çîn û li pir welatên din têtin xwendin,ango helbestvan ta sala 2019 an da li sî û sê mîhrecanên navdewletî bi helbestên xwe hevpar bûye.
Min ta niha û pir mixabin tenê çar berhevokên helbestvan xwendine1- Darên Sermest,sal:2020.2-Bêzariya Peykerekî Westîyayî.Sal:2021.3-Jibîrkirin.Sal:2025.4-Taya Bîhokan.sal:?
-Erê !Ne hêsan û sanahî ye ku tu bibî helbestvanekî nayabdar.
– Ne hêsan e tu bibî helbestvanekî welatparêz.
-Ne hêsan e tu bibî dengvedana gelê xwe li cîhanê .
1-Ne hêsan e nalîna gelê te di guhên biyaniyan de mîna zengilan lêkeve û ne hêsan e jî, dilên çelmmisî bi peyvên watedar werin vejandin.
Na!Na!Lê em li nik helbestvan Husên M.Hebeş pir sanahî dibînin,helbestvan hemû hestên xwe bêwestandin dugvêşe,ew dikane pir caran bêbasik di nav dar û zeviyên welatê xwe de bifire,ew dikane bi xwe re bikene û bidegrî,ew dikane giyanê berde xewnên şiyarbûnê.
Helbestvan dikane bi hêsanî ji hîmekê nivîneke nerm ji xwe re ava bike,ji kevirekî balîvekê ji hêriyê çêke û ji siya dareke Zêtunê maleke ciwan ji penaberan re ava bike,ew dikane hişên xwendevanên xwe bi duşava helbestên xwe avde.
Erê!Helbestvan ne yasemend e,ew pir bi sanahî sînorên civakî derbaz dike,ew ne mînanî siyasetmedarên serdemê ne,ewên ne herdem kanin yên dilên di xwe de bi sanahî sercil bikin.
xxxxxx
Em di vê kurtexwendinê de li nik çar berhevokên helbestvan Husên M. Hebeş radiwestin,lê Husên H.Hebeş kî ye??
H.M.Hebeş di sala 1970 î de li gundê Şiyê li Çiyayê Kurmênc,gundê helbestvanê navdar û nemir Hamid BedirXan ji dayik bûye,ew ji dawiya sala 1996 an de li Bonê (Almaniy )bi dûşavên helbestên xwe re sermest dibe.
Husên M.Hebeş di destpêkê de tenê bi zimanê Erebî helbestên xwe dirêstin û gelek ji helbestên wî bi zimanê Erebî hatine weşandin,lê peyvên zimanê Kurdî herdem di giyan û dilê wî de mîna gul û darên zêtunê şiqin dibin.
Di berhevoka bi navnîşana(Darên Sermest)de(71) kurtehelbest çavên xwe li jînê vekirine,bi giştî di van helbestan de pirîskên geşdar vêdikevin û ew pir bi hêsanî û nayabdarî dihêlin ku darên bajar û navçeya xwe bi kelûgirî bipeyvin .
Di helbesta di bin navnîşana(komir) de ;dar bi niştecî û cîhana xwe re pir bi zelalî dibêje:
Eger hemû pênûsên ku navê Azadiyê dinivisînin hatibin şikandin
Ezê şaxekê xwe bişewtînim
Û bikim komir û gêçnivîs!
Da ku azadîxwaz
Li ser dîwarên cîhanê binivisînin
Bijî azadî. Rûpel: (36)
Dîsan ristevan Husên pir bi hestên şehreza ,dengê nalînên darên welatê xwe,darên gundê Şiyê û Çiyayê Kurmênc dibhîse ku ew dil û cegerên xwedanên xwe bi ava baranê ,bi ava kaniyên zelal avdide.
Tu pîr bûyî ?
Li daran binêre !
Tenê bi hezkirin lê binêre
Tu dê keskatiya jiyana xwe geş bikî
Û Buhara dilê xwe jî ji nû ve ava bikî
Tenê li daran binêre! Rûpel:(37)
Dar û janên daran giyanê helbestvan jî dêşînin û ew pir zû jî nalînên daran dibhîse,xemgînî û bêzariyên daran govdê wî dipeçinin,ew bi daran re stêrên bêzariyê dibarîne û ew di bin navnîşana ( xemgîniya darekê )de dinivîse:
Darek xemgîn bû
Tozê pelên wê yên kesk û xweşik
Dagîr kiribû.
Baran ji zû ve nebariye!
Asîmano tu çiqasî
Çav teng î ! Rûpel:(38 )
Erê helbestvan gil û gazinan ji sûriştê jî dike,ku çima ewa bi ava xwe bejnên darên welatê min naşo?Helbestvan pir ji dagîrkeran bêhnteng dibe,ew mîna her niştimanperwerekî dilsoz rewşa navçeya xwe dişopîne,ew rind jî zane ku zeviyên darên zêtunê bi destên biyaniyên riçperest gemarî bûne,lê baranê jî ew hîn neşuştine, lewra jî ew gilûgazinan ji Ezmên dike û bi van peyvên sanahî hestên xwe li tevnê dixe.
Darek xemgîn bû
Tozê pelên wê yên kesk û xweşik
Dagîr kiribû
Baran ji zû ve nebariye!
Asîman tu çiqasî
Çavteng î ! Rûpel.(38)
Dîsan H. M. Hebeş bi hestên tenik û bi sanahî xwe têper û derbazî hundirê dilê darekê dike,rûpelên bîranên wê dixwîne û bi guhên baş nalîna wê jî dibhîse, erê! Ristevan bi evîn û rêzdariya xwe ji darê re,hêştiye ku giyana darê jî peyvdar be û bi dil û can pakrewanekî hembêz dike .
Gava ji darekê
Darbestek çêkirin
Dar pir êşiya û xemgîn bû.
Lê gava termê
Şehîdekî tê de dirêj kirin
Kenekî xweş
Li ser rûyê wê xuya kir
……. ). Rrûpel (46)
Helbestvan bi hezkirin û bi dilgermî li daran temaşe dike,ew rûpelên dilên wan rast dixwîne,ew bi hest dengê darê dibhîse ku çiqas ewa bi hebûna xwe serbilind e,lewra ew li cihê xwe dimîne û naçe cem Buharê lê Buhar tête cem wê û pelên pîkên wê mezin û ciwan dibin,lewra ewa dixwaze ji mirovên xwe re bibe cihê parastinê û bang li mirovekî dike û dibêje:Were bi lez were!
Mirovek ji leşkeran deriviya
Darekê ew dît
Pê re got:Were bi lez were!
Xwe di nav pelên min de veşêre ! Rûpel(56)
Çiqas helbestvan xwe bi germî û bi diltenikî nêzîkî can û giyanê darê dike,ewqas jî ew dikane naverokên rûpelên wê yên mirovperwerî jî bixwîne, bi wê re bipeyve û stêrên çavên wê ji bo zarokên belengaz û xizan bi ramûsanên xwe vexwe,lê tenha xwe jî bila ew li ber alafên agirê min xwe ji sermê û nexweşiyê biparêzin.
Darê bi darbir re got:
Te ez birandim
Û hemû tişt qediya!
Lê hêviyekê ji te dikim
Ku tu êzingên min
Bidî maleke xizan !
Da ku zarokên wê malê
Xwe li ber agirê min
Germ bikin ! Rûpel:(60 )
Bi rastî her ku ez helbesteke H. Hebeş dixwînim ,bê vîna min helbestvanê Kurdistanî Şêrko Bêkes û helbestên wî yên kin,zelal û watedar têtin bîra min,tu dibêjî qey ew bi zerkeke gundiyê Şiyê ava kaniyê Sulêmaniyê vedixwe. Şêrko Bêkes jî pir caran bi kurtehelbestên xwe bi peyvên sanahî û bi wateyên pir rakêş pêşkeşî xwendevanên xwe dike,em bi hev re vê kurtehelbestê mîna nimûneyekê bixwînin.
Di bin baranê de
Helbest dibe çetir
Di bin germa rojê de
Helbest dibe sîber
Di sermayê de
Helbest dibe agir û li şewa tarî de dibe çira riya te
Çi dema çetir,sîber,agir û çirayê min cem te nebûn.
Wê yekê bizane
Êdê helbest çûye ava û ez jî mirim e.
Çiqas helbestvan li ser dipeyve, germbûna dilê wî sar nabe,ew hercarê bi hestek nûh wêneyek nûh di helbesta xwe nîger dik, xûya ye ristvan hest û mestên xwe bi ba û avên kanîyên bajarê xwe,bajararê zêtunan baş avdane,binêrin çawa ew dihêle darên Efrînê dîlanê ji nişteciyên xwe re bigerînin .
Darê zeytûnê
Li ser rêzekê ne
Bi dilekî germ bavê min
Bi min re dibêje:
Lawê min binêre !
Li van keçikên şêrîn binêre!
Çiqas dîlaneke xweş digerînin.
Herdîsan hêrs û kelha dilê helbestvanê me bi helbestekê danetê,eger li nik hemû niştimanperwerên cîhanê ,dayika mezin welat e û welat jî dayîk e,lê dayika me jî ne tenê neh zarokên xwe hene ,ewa tekez dike ku ya rastir hezar û neh zarokên xwehene,ew careke din dixwaze bike qêrîn û bi nalîn ji cîhana rûreş re bêje:Binêrin çawa neyarên me darên me bêdilovanî dikujin li pêş çavên dayikên xwe bi destên hin gurên devbixwîn têtin darvekirin .
Ji dayikekê pirskirin
Çend zarokên te hene
Got:Neh û tiliya xwe
Ber bi ziviyêên zeytunan ve
Dirêj kir û got:
Na! Ya rast hezar û neh
Zarokên min hene. Rûpel (67)
Herwisa jî helbestvan bi hestên daran re hevpar e û ew baş li ser pelên daran dixwîne û pîkên darên zêtunê bi helbestvan re dipeyivin û dengê nalîna xwe di guhên helbestvan de dengvedidin ,ew nikanin di nav axa biyaniyan de û di ber ba û hilmên neyarên xwedanên xwe de bijîn ,em binêrin çiqas helbestvan bi hêsanî dengê dara Çiyayê Kurmênc bi me dide bihîstin.
Darek hilkirin
Û birin li baxçeyekî çandin
Pir xemgîn bû!
Û got:Dixwazim herim
Bal dayika xwe Darisrtanê. Rûpel:(79).
Herweha dîsan gelek kurtehelbestên din balkêş û pir watdar hene;(Hevgirtin),(Berhevkirin),(Nirx!),(Dar û Çivîk),(Dar û Şer!),(Tu û daristan). Û.W.D.