Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê xwe re vediguhast . Wisa jî tevlî wî folklorê dewlemend ku wisa bi xweşî pêşberî milet radixst bi hemî reng û coreyên xwe ve :Dîlok,lawik, heyranok ,dengbêjê,şîn û sema … Bê rawestandin û bê ti awayê çêkirinê.
Qam û qilafeta strana Kurdî di wê rastiyê de ye ku ew ne ji bo kêfê hatiye gotin an nivîsandin , lê ji bo ku milet di serdema bêdewletbûnê de, bê televîzyon û tewra bê dibistanê de xwe ji bîr nekin, ew di her warî de celebek ji berxwedana nerm tê jimartin.
Qam û qilafeta strana Kurdî di dengê çiyê de tê xuyanîkirin ,di dengê dêya ku li benda lawikê xwe ye, tê xuyanîkirin di dengê wê erda ku hîn kesî ew qebûl nekiriye tê xuyanîkirin ji vê jî tu bi giraniya êşa di stranê de dihise tevlî ku em semayê li ber dikin.
Ji vê jî ew ne hewcê ti simfoniyê ye , yan jî alavê mûzîkê yên giran e ,bi qasî ku tenê tembûr ya zirne û dahol ençax ew karibin agirê şewata dilê dayikên kurdan yan jî kul û derdê zîn a birîndar vemrîn in.
Deka em bi hev re vê strana naz û delal bixwênin û şirove bikin ku ji awaz û gotinê mamosta Besam ê Reşo ye,û bi dengê hunermend ê navdar Mistefa Xalid stran hatiya naskirin û belavkirin ,dive ku hinên din jî starndibin mîna hunermend: Melek , û Mihemed Husên….
Bi çi navî ez bankim
Bi çi navî ez bankim ez mam heyirî bi te re
Navê gulan li te nakim ti ji gulan xweşik ti re
Kevokê ez bang te nakim ez ditirsim ti rojekê bifire
Ezê dinê xirakim ku ji destê min tu herê
Kûdera te ez maçbikim ji kûderê dest pêbikim
Riya memika nasbikim bawerke ez nasekinim
Xweda ditirsim xwe şaş bikim rojiya xwe vekim
Ezê dilê xwe qurbankim hew xwe dûrî te dikim
Ji lêvên tey nazik hingiv maçek ji xwer dizî
Ew heyva bi nav û deng xwe feşart û vedizî
Gulên bi hilim û bi reng ji qehra mir û çilmisî
Wek bedewbûna te yar xweda nedaye kesî
Nêrînek rexneyî li helbestê:
Helbest bi awakî nerm hatiye nivîsandin û bi awakî ji şekir şêrîn tir hatiye awaz kirin. Ew ji stranên Derd û evînê tê jimartin.
- Mijar û raman:
Ramana sereke di helbestê de têkçûyî û tirsa windabûnê ye.
Helbestvan li ber evînekê rawestiyaye û nizanî bi çi navî wê bange. Çimkî her nav kêm e li ber bedewî û mezinahiya wê.
Ez mam heyirî: Ez di navbera evîn û tirsê de asê mam. Ev rewşa mirovê ku ji evînê ditirse ku wê winda bike.
- Wêne û Sembolên wêjeyî :
-Navê gulan li te nakim:Gul pir xweşik in, lê tu ji gulan jî xweşiktir î. Helbestvan her tiştî red dike ji ber ku evîndar î ji her tiştî bilindtir e.
-Kevokê ez bang te nakim ez ditirsim ti rojekê bifire.Kevok di çanda kurdan de sembola aşîtî û evîndariyê ye wisa jî nîşana dilovanî û azadiyê ye. Lê tirs heye,eger ku bang bike dibe ku bifire û here.
-Ezê dinê xirakim ku ji destê min tu herê
Mezintirîn tirsa helbestvan Windakirina evîndariyê ye ku wek xirabûna cîhanê ye li nik wî tê naskirin.
-Kûdera te ez maçbikim ji kûderê dest pêbikim : Helbestvan di nav bedewiyê de winda bûye. Nizanî dest bi ku derê bike.
-Ew heyva bi nav û deng xwe feşart û vedizî
Evîndarî yan jî sipehîbûna yarê wek heyvê ye. Lê heyvê jî li ber bedewiya wê şerm kir û xwe veşart. Danasîn û wêneyek pir xweşik û berfireh e nexasim gotina vedizî ku li du xweveşart hat ew bitir bi cih kir, şarezebûna helbestvan bê pilan li nik guhdêr berz dike .
- Ziman û Şêwaz :
- Dubarekirin:Ez,te,ezê gelek tên dubarekirin. Ev derd û obsêsiyona-Girêdana zêde- a helbestvan bi yarê re nîşan dide.
- Pirs û bersiv :Ji kûderê dest pêbikim ,Bi çi navî,Helbest bi pirsan tije ye. Çimkî li nik helbestvan bersiv nîne.
- Sadehî : Ziman pir sade ye. Peyvên wek gulan, kevok, hingiv, heyv, gul, peyvên rojane ne. Lê bi hev re wêneyên kûr didin.
- Mûzîka hundirîn: Rîtm ji qafiya kêm tê: heyirî – xweşikî – bifire – herê. Ev dengê tîban dişibe giriyê mirovan wek ku tîpa dawî digrî wisa bi êş hatiye.
- Hest û Atmosfêr:
Atmosfêra helbestê şîn, tirs û hezkirinê hembêz dike .
Helbestvan ne tenê evîndar e, ew mirovê ku ji mezinahiya evînê ditirse.
Wek mirovekî li ber deryayekê rawestiya ye û ditirse ku dinav de noq bibe , bi xeniqe.
Malika herî bi hêz: Xweda ditirsim xwe şaş bikim rojiya xwe vekim.
Tirsa herî mezin ew e ku xwe di evînê de winda bikî. Ji ber vê yekê helbestvan dixwaze bêdeng bimîne.
6.Encam :
Ev helbest ne tenê stranek evînê ye. Ew dua ye jî.
Duaya mirovê ku tiştekî pir pîroz dîtiye û ditirse ku destê xwe lê bide û xira bibe.
Cewhera helbestê di vê hevokê de ye:
Ezê dilê xwe qurbankim hew xwe dûrî te dikim.
Helbestvan dibêje ji bo parastina te, ez ê xwe ji te dûr bikim xwe bikujim .Ev lûtika herî bilinde di dualîteya evîn û qurbaniyê de .
Dawî:
Strana Kurdî ne tenê mûzîk e belê dîroka miletekî ye, bîranîn û hişmendiya niştimaniya parastî ya gel e.