Kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê- Pîroz be.

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê  li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî  wek endam beşdar bûm.

 Ev gaveke girîng e ji bo yekrêzkirina dengê wêjeya kurdî li derveyî welêt.  

 Ji xwe karekî wisa giran bê kêmansî nabe ,hina got mixabin ne hemû nivîskar û rewşenbîrên ku salan e xizmetê didin zimanê kurdî, ji bo beşdarbûnê hatina vexwendin. Ev yek bû sedema nerazîbûn û rexneyan.

 Lê hêjaya gotinê ku pirê wan  forma endametiyê anjî xwesteka tevlîbûnê bo vê saziyê neşandine  ango naxwazin di bin siya vê saziyê de kar û xebata xwe ya wêjeyî bikin loma nehatin vexwendin wek endam ji ber birastî ew ne endam in .

Dive hin gazina bikin,çima ew wek mêvan jî nehatin vexwendin .Ev kar wek ezmûna yekem bû dive hin şaşîtî hin kêmansî hin bêhemdî  bêguman çêbûbin  ji ber pir sedeman wek cih yan dûrbûn yan jibîrkirin…

Kongir tewa bû lê pêşeroj tewa nebûye  dive em bawer bikin ku hêza wêjeya me di pirengî û hevgirtina me de ye.wê deriyê vê Yekîtiya me vê mala me  vekirî be ji bo her pênûseke ku bi kurdî dinivîse, bêyî cudahiya herêm, partî û nêrînê.

Em hêvî dikin di xebat û kongreyên pêş de asteng û kêmansî werin berbiçavbirin, û derî ji bo hemûyan wê vekirî bimîne lê hûn jî dive dilê xwe vekin tevlî rastiyê bibin çimkî dîyaspora me yek e, êşa me yek e, û pênûs a me jî divê yek be.

  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…