XWELIYA XEWNAN BAJARÊ KU ZAROKÊN XWE DIXWE

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û jiyan bûn. Kolan bêdeng dinalin, û tepereppa gavên biyanî bêdengiyê dişkînin.

Sûrên bilind ên dora bajêr ji giraniya serdem û xayintiyê xûz bûne, mîna ku êdî nema karin ragirin. Bajar bi xwe jî bi bêhêvîtî dipirsî: “Kanîn zarokên min? Kanî ew xewna ku rojekê ez girtibûm?

Di quncikeke dûr de ji bajêr, sûka kevin a ku rojekê bi jiyanê geş bû, niha hema hema vala ye. Çend firoşkarên ku mabûn, tiştên ku ji bîranînên wan mabûn li peyarêyên kurkusandî dabûn ber firotinê. Pirtûkin jihevketî, tiştik-miştikin kevn, wêneyin ji serdemin bûrî. Lê kî bîranînan dikire? Bajar bi xwe êdî kes tune ku rabirdûya wî lê vegerîne. Bi erzanî hat firotin, mîna xewnên ku li bazara jibîrkirinê tên firotin. Yên ku Bajar firotibûn zariwên wî bûn, lê ew nefirotin dijminekî ku nas dikirin, ew firotin dijminekî ku di dilê wan de bû; dijminekî bê dêm û bê nav. Wan baş dizanibûn ku ew li ber wan veketiye, tevî wê jî xwe radestî wî kirin, kilîtên bajêr dane dest, û canê wan di windabûnê de gevizî, û termekî bajêrî sarî bêjenîn li pey xwe hiştin.

Zamboqên kevnar ên ku ciwantirîn kêlîk û tarîtirîn dem dîtin, hewl didan bi kevirên ku dîwarên xwe pêçabûn re biaxivin:

 “Kanîn ruwên ku li vir dikeniyan? Kanîn ew dengên ku bi stiranan dîwar jîn dikirin?”

Lê keviran bersiv nedan, ji ber ku bêdengiyê ji mêj ve ew daqurtandibûn. Bêdengiyê her tişt xwaribû. Êdî ne deng mane ku valahiyê dagirin, ne jî lingên ku bi ewlehî bimeşin. Zarwên ku bajar li wan baniya bû, bûne biyanî. Û birayên ku bi hev re dijîn bûne dijmin.

Di gasîneke biçûk de, peykerekî kevn ê mêrekî hebû, rojekê nîşana mêrxasî û rûmetê bû. Peyker niha tozgirtî û piştguhkirî maye, hawîrdora wî potik-motikên çirvirî ne. Wan xwe êşandin dema rê dan agirê gelaciyê ku wan bişewitîne. Erê agir ji derve ketibû nav wan, lê her wan benzîn pê dadikirin û gurr dikirin. Ew di derya xweliyê de noq bûn û bajar di birçîbûnê de ma. Ji goştê zarokên xwe pêve nedît ku bixwe. Ji xem û xayintiya wan dest pê kir, heta ku her tişt xwar.

Şevê desthilatdarî li her quncik û her dîwarî dikir, mîna ku bajar xwe radestî wê kiribe. Kolanên vala bi ahînan dijenîn. Çi gava di wan de dihate avêtin, mîna ku pêl dilê zemînê ke, giran bû. Li qeraxên rê hin firoşkar hebûn hê jî tiştên xwe dabûn ber firotinê, lê tiştên ku wan difirotin ji bermayên rabirdûyeke ku êdî nema bala kesî dikişîne; bîranîn bûn, û bîranîn ne tên kirîn, ne firotin. Tiştek rabirdû venaigerîne.

Taxên ku berê jiyan ji wan difûriya, aniha vala bûne. Malên malbatên navdar ên ku bajar ava kirin bêdêm mane. Pencerên wan girtî ne, derî bêdeng in. Biyaniyan xewn kuştin û li şûna wan bi cih bûn; cihên ku di xewnan de jî nedigihanê. Bajar, di vê demê de, di rûreşiya xwe de noq bûye, bi zorê henasên xwe dikişîne, ketiye xewna sindirûkek kevnar, sindirûka ku rojekê nîşana hêz û rûmeta wî bû. Lê sindirûk bû xwelî û bablîsoka ku bi şev rabû tiştê jê mabû jî da ber û bi xwe re bir.

“Hooo ho! Ey bajarê ku zarokên xwe dixwî” Kalemêrekî rîsipî li ser kursiyekî darîn rûniştî, di ber xwe de digot û li kavilên ku berê meydana cirîdên jiyanê bû dimeyzand, pirsî: “Ma tê rabî ser piyan? Tê ji bin kavilan hilbî yan tê di hembêza xayintiyê de razayî bimînî?” Ew ne li bende bersivê bû. Wî dizanibû ku bajar êdî nikare bersivê bide. Xayintî û bêbextiyê barê wî giran kirine, di bin siya zordariya bêdawî de difetise.

Wê gavê, mîna ku bajar bi xwe di xewneke dûr de xilmaş bibe. Belê di xewnê de bû, lê ne xewneke rast bû. Ti bawerî tune bû ku wê jê şiyar bibe. Serdemê her tişt jê stendiye. Tenê xweliya rojên bûrî jê re hiştiye, çîrokin ku di bêdengiyê de têne vegotin û kes wan nabihîze. Zariwên ku rojekê hêviya bajêr bûn, niha nema zarokên wî ne. Ew bûn yên ku ew firotin, pişta xwe danê û çûn.

Sal derbas dibin, sal li pey salê û bajar di xewna xwe de berdewam e, şiyar nabe. Ba her ku diçe xurt dibe; dibe bablîsok, dibe bahoz û xweliya bajarê kevnî maye bi xwe re dibe. Lê di xirbeyan de, di nav wan kavilan de, çîrokek li benda vegotinê ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…