Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê hewşa ku min bi destên
Evîna xwe digirt
Û min wê dispart Axa cemidî
Li ber sîya êşên xwe rûdiniştim
Û hêdî hêdî min porê
Xewnan şeh dikir
Li wê şefika meyî tarî
Ku min şekir
ji Tûrikê dayika xwe didizî
Li wê pala girê gundê me
Min nêçîra tîtî û qerbelekan dikir
Li wê newala Xirafê
Me hevdû dehf dida wê Ava giravî
Li wê taxa meyî biçûk
Li bin baranê
Li benda dildara xwe dimam
Û min xwe bi tîna
kurkekî peritî germ dikir
Li qiraxa Kepezê Kîkan
Li wê Şikefta teng û tarî
Min serê xwe
li ser çonga tehtekî datanî
Û şêrê miya qer
Û nanê tenûrî min dixwar
!Li wan
Bênderên gundê me ez fîrî jiyanê bûm
________________________
5. 7 2026