EBDILBAQȊ ELȊ
Tişta ku roja Pêncşemê, 7ê Gulana 2026an, derbarê bûyera rakirina zimanê Kurdî ji pankarta nasandina Koșka Dadweriyê li Hesekê qewimî bû, ango bilindkirina tabloya binavkirinȇ ya bȇ zimanȇ kurdȋ li ser avahiya dadweriyȇ, û hin bertekên ku pê re hatin, ji xwepȇșandanȇn nerazȋbȗnȇn ku bi dirêjahiya çend rojan di navbera rakirina tabloyê û dîsa vegerandina wê de berdewam bȗn, heta ku em dikarin navê “Cenga Tabloyê” lê bikin, pêleke berfireh a pirs, gengeşe û nakokiyan derxiste hole, ji ber naveroka bȗyerȇ ȗ têgînên siyasî, çandî û neteweyî yên ku bi xwe ve digire, ku bi têkiliya di navbera dewlet û pêkhateyên wê yên civakî û neteweyî ve girêdayî ne.
Çimkî dema ku zimanê beşeke mezin ji niştecihên herêmê li ser dezgehekê ku divê nûneratiya dadwerî û yasayê bike û ji bo hemû welatiyan bê cudahî dad û yasayê li xwe bigire, tune be, pirs ne tenê rewa dibin, lê belê ew bixwe xwe di ҫesipȋne û derî li ber pirsên kûr ên li ser wateya hevkariya neteweyî û sînorên pejirandina cihêrengiya çandî li Sûriya tȇ vekirin:
Çima zimanê hejmareke mezin ji niştecihên herêmê ji tabloya nasnameya saziyeke ku divê ne tenê xizmeta xelkê herêmê bike û karûbarên wan birêve bibe, lê her wiha berpirsiyariya birêvebirina dadê, vegerandina neheqiyan û bicihanîna mafan jî li ser wê ye hatiye rakirin?
Ji bo berjewendiya kê zimanê niştecihên herêmê tê paşguhkirin û ҫi berjewendî li paş wê heye?
Û kîjan peyman erêniyê dide ku zimanê bingehîn ê pêkhateyeke sereke ya dewleteke xwedî çand, netewe, ol û mezhebên pirreng were veşartin?
Çi dihêle ku tirs ji diyar kirina zimanekî zindî ji zimanên zarokên Welat hebe?
Di herêmeke ku tê de gelek gel, çand û ol hene, mijara rêzgirtina zimanên herêmî wekî beşek bingehîn ji avakirina aramiyê û xurtkirina hevjiyana civakî xuya dike. Ji lewra, tune kirina zimanê Kurdî ji saziyek fermî li herêmeke ku hejmareke berçav ji niştecihên wê Kurd in — eger Kurd li navenda Hesekê ne piranî jî bin li gor gotinên fermî yên berpirsan — pirsyarên girîng derbarê asta rêzgirtina taybetmendiya herêmê û gelê wê de derdixe holȇ, ȗ wekî pașguh kirina pêkhatina demografîk û çandî ya herêmê, an jî berdewamiya polîtîkayên berê yên ku li ser marjȋnalȋze kirina ziman û nasnameya kurdî hatine avakirin tȇ dȋtin, ȗ ev yek bi naveroka Fermana Hejmar 13 ku zimanȇ kurdȋ weke zimanekȋ Niștȋmanȋ tȇ nasȋn nakok e.
Na be ku welatek li ser hembêzkirina hemû pêkhateyên xwe bêyî cihêkarî û dûrxistinê biaxive û di heman demê de gavên ku di naveroka xwe de peyamên dijberî vê axaftinê hildigirin bavêje, Ji ber ku rêzgirtina cihêrengiya çandî ne bi slogan ȗ Dirȗșman e, lê bi danpêdana mafên pêkhateyên cuda, û bi kiryarên li ser zemȋnê pêk tê, her wiha rêzgirtina taybetmendiya herêmên Kurdî ji rêzgirtina ziman, çand û sembolên wan dest pê dike, ȗ her axaftinek li ser dadmendî û hemwelatîbûna wekhev wateya xwe winda dike dema ku pêkhateya çandî ya bingehîn a niştecihên herêmê were paşguhkirin.
Ji vê yekê, dûrxistina zimanê Kurdî ji ser rûberê dezgeheke dadwerî ne wekî hûrguliyeke derbasbûyî ya rȇveberȋ tȇ dîtin; lê belê ew wekî kêmkirina dadweriyê bi xwe tê dîtin berî ku bibe kêmkirina mafên Kurdan. Ji ber ku dadmendiya rastîn tenê bi sepandina yasayê ne sînordar e, belkî di heman demê de rêzgirtin û danpêdana bi hemû pêkhateyên civakê jî li xwe digire. Ji lewra, dûrxistina zimanê Kurdî metirsiyên ji nû ve hilberandina polîtîkayên marjînalbûnê yên ku Kurdan bi dehsalan jê êş kişandine zêde dike. Her wiha derî li pêşiya ravekirinên metirsîdar vedike ku girêdayî bi hebûna rojevên ku nasnameya Kurdî armanc digirin an jî dixwazin ku aloziyan biafirînin û agirê tevliheviyê di herêmekê de ku jixwe ji hêla siyasî û ewlehiyê ve aloze ye, pêxin. Ev mijar ne tenê bi pankartekê an jî bi pêvajoyeke rêveberî ve girêdayî ye, belkî bi prensîba nasîna pirrengiya çandî û neteweyî ya welatekî wekî Sûriya ku ji gelek pêkhateyan pêk tê girêdayî ye, bi paşeroja pejirandina hevdu û avakirina dewletekê ve girêdayî ye ku ji bo hemû zarokên xwe bi ziman, çand û nasnameyên cuda re cih digire. Pirsgirêk li vir di bingehê xwe de ne tenê nakokiyeke li ser sembolekê an pankarteyekê ye, belkî ezmûneke rastîn e ji şiyana Sûriyeyan re ji bo avakirina dewletekê ku li ser hevnasîn û rêzgirtina cihdariya çandȋ, neteweyî û olî ava bibe.
Her çend nerazîbûna ji rakirina zimanê Kurdî re rewa be jî, hin bertekên ku bi vê bûyerê re hevdem bûn, bi xwe re çend pirs jî derxistin. Bi taybetî dema ku hin protestoyan şêwazek tund girtin an jî di wan de bêrêziyê li sembolên dewletê û saziyên wê hat kirin. Ev tişt bû sedema ku hêza daxwazên têkildarî zimanê Kurdî lawaz bibe, û gengeşe ji mijara mafên çandî veguherî bo nakokiya siyasî ya tengav û girj, û kêşe ji çarçoveya wê ya mafî û çandî ber bi qadên nakokiya siyasî û îdeolojîk ve kişand.
Di vê çarçoveyê de pȇwȋste ku were destnîşan kirin ku xwepêşandan û derbirîna nerînê mafê her kesî ye. Her kesê ku bi tiştekî bawer be mafê wê heye ku dozê bike, lê divê ev yek bi șȇwaz ȗ pransȋb aștiyane be. Divê bercewendiyȇn giștȋ ȗ yȇn kesane jȋ parastî bin, na be mafên tikesȋ werin binpȇkirin. Her wiha na be ku karê xwepêşandanê bibe sedema rawestandina damûdezgehên dewletê an jî bêrêziyê li sembol û pîroziyên kesî wek al, wêne, yan bawerî û ola tikesî, lȇ protestoya ku taybetmendiya xwe ya sivîl winda dike û dibe amûrek ji bo zêdekirina tansiyonê an jî kêmnirxandina saziyên dewletȇ, beşek ji rewaîtiya doza xwe winda dike, her çiqas daxwazên têkildar jî rewa bin. Ji ber vê yekê, parastina zimanê Kurdî divê nebe deriyek ji bo şer û pevçûnên nû yên siyasî an civakî, belê divê bibe amûrek ji bo xurtkirina naskirin û danpêdana hevdu û aştiya navxweyî. Çimkî parastina zimanê Kurdî û mafê danpêdana bi wê rewaîtiyê nade kiryarên ku dibin sedema tundûtûjiyê û kûrkirina dabeşbûnê, an jî veberhênana mijarê ji bo armancên konevanî an kesane.
ji aliyekî dȋ ve, guman li ser riftar, kiryar û arasteyên wan aliyên ku ȋro dirûşmên parastina zimanê Kurdî bilind dikin ȗ rȇberiya xwepȇșandanan dikirin têne kirin, ȗ pirsan derbarê rastiya axaftina pêşkêşkirî de nemaze ku piștȋ rȇkeftinȇn ku hatine imze kirin ȗ pesendkirin tȇn derdikevin holȇ:
Gelo di serdema rejîma berê de zimanê Kurdî di navê heman avahiyê de hebû ku niha li ser navkirina wê ewqas gotûbêj û gengeşe tê kirin?!, ҫima ew heman hêz an heman kesȇn ku ȋro xwe wek berevan û parêzvanê rastîn ê zimanê Kurdî û mafên gelê Kurd dibînin di wȇ demȇ de bȇdeng man ȗ nerazîbûna xwe diyar ne kirin û xwepêşandan ne kirin?,
Ҫima wan di hemû salên derbasbûyî de nekarîbûn yan di be ku hewl jȋ ne dabȗn ku nasnameyek fermî û zelal ji van mafan re were sepandin, nekarîbûn nasnameya zimanê Kurdî wek zimanekî fermî an neteweyî pêk bînin digel ku ew wê demê di lûtkeya hêz û bandora xwe ya siyasȋ, leşkerî û rêveberî de bûn? Heta ku li gor hin peyvdarên wan, ger ne ji wan ba rêjîma berê nekaribû li ber xwe bide û wê zû hilweşiya, ango wan parastina rêjîmekê dikirin ku zimanê Kurdî qedexe kiribû û her cûre sitem li ser Kurdan çespandibû, bêyî ku rojekê xwepêşandan an nerazîbûnekȇ li hember wê diyar bikin.
Û çawa lihevhatin di navbera îdîaya parastina zimanȇ kurdȋ û pejirandina wê rastiyê de dibe ku ev hêz beşek ji rêjîma berê bûn, ya ku zimanê Kurdî bi dehan salan qedexe dikir?
Çawa hêzên ku qet bi hebȗna kurdan wek netew li Sȗriya ne bawer bȗn, û di qonaxên berê de jî ramana neteweyȋ ya Kurdî rexne dikirin û ew wek “paşverû” an jȋ “ramanekȋ derbasbûyî” didȋtin, û gotara “biratiya gelan” wek alternatîfek ji nasnameyên neteweyî re belav dikirin, dikarin niha bi carekê xwe wek parêzvanê sereke yê zimanê Kurdî nîşan bidin?
Ev nakokdariya eşkere ye, ȗ ev nakokî bi awayekî zelaltir xwiya dike dema ku netewa Kurd, ku berê cihê rexne û kêmnirxandinê bû, vediguhere bo amûrekî seferberiya demkî ku li gorî pêdiviyên konevanî tê bikaranîn û paşê dîsa tê derbider kirin. Hêzên ku di bingeh de bi taybetmendiya nasnameya neteweyî ya Kurdî bawer nakin, nemaze Kurdên li Sûriya, ku li gorî teorîsyenên felsefeya “biratiya gelan”, tenê “koçber”yan “penaber” in ku ji ber fişar û astengiyên ku bi sedema Șoreșȇn kurdȋ ȗ bitaybetȋ piștȋ serhildana Şêx Seîdȇ Pîran li Tirkiyeyê li wan bȗne hatine Sûriyê. Ev li dijî wê ye ku ew niha radigihȋnin, ku xwe tenê xwediyê bergirî û parastina nasname ȗ zimanȇ kurdȋ dibînin.
Ev jî vê yekȇ piștrast dike ku ev mijar wek amûrek ji bo fişara siyasî an jî bi dest xistina qezencên taybet û berjewendiyên kesane tê bikaranîn, bêtir ji wê yekê ku ew parastineke prensîbî ji mafên çandî û neteweyî yên Kurdan be.
Berevaniya rastîn di ber zimanê Kurdî de ne bi slogan, dirûşm, helwestên nîşanderî an jî veberhȇna hestên mirovan ji bo derxistina tevliheviyê û bi dest xistina berjewendiyȇn demkȋ dibe, lê belê bi kar ȗ xebata dilsoz ȗ bi bawrî ji bo çespandina danpêdana destûrî û yasayî bi wȋ di nav dezgehên dewletê de, û misoger kirina hebûna wȋ ya xwezayî di perwerdehiyȇ, rêveberiyê û dezgehên fermî de wek beşeke bingehîn a nasnameya giştî ya Sûriya.
Her wiha, kurtkirina kêşa Kurdî li Sûriya di pirsgirêka nivîsandina zimanê Kurdî an nebûna wȋ li ser tabelayekê de, piçûkkirina mijarekê ye ku ji wê pir kûrtir e. Erȇ, tevî girîngiya mezin ya ziman wek yek ji hêmanên herî bingehîn yên nasnameya neteweyî û çandȋ, lê ne ew tenê kêşa Kurdî ye. Salên dirêj yên bêmafȋ, bêparî û înkarȇ, na be tenê di çarçoveya pirsgirêkeke ziman de werin kurtkirin. Mafên gelê Kurd ne bi ziman dest pê dikin û ne jî li wir bi dawî dibin؛ belê ew nasîna siyasȋ, mafên çandȋ, dadweriya hemwelatiyȇ, geşedan û beşdarbûna rastîn di avakirina welat de jî li xwe digirin, lȇ zimanê Kurdî beşekî resen e ji nasnameya cihêreng a Sûriya, ȗ rêzgirtina taybetmendiya çand û ziman ya herêmên Kurdî beşek bingehîn a rêzgirtina cihêrengiya Sûriyê bi giştî ye, divȇ ne bi minet ȗ ser giranȋ were dayîn, lȇbelȇ mafekȋ xwezayȋ neteweyî ye divê were parastin û xurtkirin.
Parastina aştiya civakî pêdivî bi rakirina sedemȇ aloziyȇ, ȗ vemirandina çavkaniyên tengezariyê yên ku bi rêya kiryarên ku gel hêrs dikin û arîşe li ser nasnameya wan a çandî dikin têne çêkirin heye, ȗ ew bi rêzgirtina taybetmendiya herêmên cihȇ, xwertkirina nasîna hevdu di nav hemû pêkhateyên civakê de, ne bi derxistina pirsgirêkên nakokî an kûrkirina dabeşbûnan pȇk tȇ.
Helbet divȇ were tekezkirin ku zimanê Kurdȋ, wek her ziman û çandên din ên welêt, ne fișare ȗ ne jȋ metirsiye ji yekbûna civakê re, belkî berȗvajȋ wȇ ew beşek e ji dewlemendî û cihêrengiya wê, ȗ her hewldana ku vȇ rastiyȇ berҫav ne gire ȗ dosyaya ziman di nakokiyên siyasî de an jî bi dest xistina qezencên kesane were veberhȇnan tenê dê bibe sedema zêdebûna girjî û dabeşbûnȇ, di demekê de ku herêm herî zêde pêwîstî bi gotareke hişmend heye ku hevsengiyê di navbera mafên çandî yên rewa û pêwîstiya parastina aramî û hevjiyana civakî de biparêze, Ji lewra, biryara rakirina zimanê kurdî ji ser tabloya avahiya dadwerî ya Hesekê biryareke ҫewte, çi ew ji ber paşguhkirinê be yan jî bi armanca derxistina tengavî û aloziyekê be, ȗ li hemberê jî, ew kesê ku netewa Kurdî tenê wek “alav, amȗr, yan amraz”ê kar di demên pêwîst de bi kar tîne, û paşê wê dideyne ser refikê jibo dȋse di dema pȇwȋst de bikar bȋne, nayê bawer kirin ku ew xwedîyê vê dozȇ be an jî bi rastî ji bo bidestxistina mafên neteweyî dixebite.
Ȗ di Encamȇ de tȇ xwiyakirin ku armanca protestoyê ne parastina zimanê kurdî ye, her wiha pașguh kirina zimanê kurdî ne jî ne rêzgirtin ji dewlet û serweriya wê re ye, ji loma her giftȗgo ȗ gengeșe ya ciddî li ser kêşa Kurdî divê ji têgihiştineke giştî ya kok û rehên pirsgirêkê dest pê bike, ne tenê bi dîmen û sembolan têr bibe, her çend girîngiya wan mezin be jî, ȗ her projeyeke aramî û îstiqrarê li Sûriyeyê nikare bi ser bikeve bêyî ku bi rastî mafên hemû pêkhateyan werin sepandin, bêyî dengbirȋn an veberhȇnana siyasî.