Tengezar Marînî
Destpêk: Hilweşandina rêza kevneşopî ya têgihiştina nivîsê
Bi gotara xwe ya navdar «Mirina Nivîskêr» (La mort de l’auteur) ku di sala 1967-an de hate weşandin, teorîzanê wêjeyê yê fransî Roland Barthes yek ji herî kûr û bandorker guherînên di dîroka teoriya wêjeyê ya nûjen de pêk tîne. Gotara wî li dijî nêrîneke kevneşopî radiweste; nêrînek ku li gorî wê wateya berhemeke wêjeyî bi taybetî ji kesayetiya nivîskêr, jiyana wî û mebesta wî ya kesane tê derxistin.
Barthes li şûna vê nêrîna nivîskar-navend, bînîneke nû ya nivîs-navend û xwendevan-navend pêş dixe. Li gorî wî, wate tenê ji hişê kesê dinivîse dernakeve; ew di navbera ziman, avahiya nivîsê û ezmûna xwendinê de tê avakirin. Nivîs êdî ne wekî peyameke girtî tê dîtin ku tenê yek wateya resen û orîgînal ya xwediyê wê heye, lê wekî qadeke vekirî tê têgihîştin, ku tê de dengên cuda yên toreyî, zimanevanî û dîrokî li hev dicivin.
Barthes di hevoka xwe ya navdar de vê guhertina bingehîn kurt dike:
«Jidayikbûna xwendevan divê bi mirina Nivîskêr were bidestanîn». (La naissance du lecteur doit se payer de la mort de l’Auteur.) — Roland Barthes, La mort de l’auteur, 1967
Ev gotin ne wateya tunekirina kesê nivîskar e, lê nîşana guherîna cihê wî di pêvajoya şîrovekirinê de ye. Li gorî Barthes, wate êdî ji destê nivîskarê ku wekî desthilatdarê dawîn tê dîtin nayê, lê di têkiliya navbera nivîs û xwendevan de ava dibe.
Bîrdoziya Barthes dikare di çar hêmanên bingehîn de were têgehiştin: guherîna ji nivîskar ber bi skrîptor ve, têgeha nivîsê wekî «tevna jêgirtinan», nivîs wekî pergala vekirî ya pirrwate û di dawiyê de «jidayikbûna xwendevan» wekî navenda nû ya afirandina wateyê.
1. Ji afirêner ber bi nivîskêr/skrîptor= yê dinivîse ve: Hilweşandina perestiya dehayê/”From the Author to the Scriptor: The Demise of the Cult of Genius”
Yekem gav di teoriya Barthes de ji nû ve pênasekirina rola nivîskêr e. Ew li dijî wê nêrîna romantîk û burjûwaz radiweste ku nivîskar wekî dehayekî afirîner dibîne; kesek ku ji hundirê xwe yê kesane bi îlhamê berhemekî bêhempa diafirîne û wateya dawîn a wê jî diyar dike.
Li şûna vî wêneyê kevneşopî, Barthes têgeha skrîptor/yê nivîsê dadixe ser kaxezê (Komputer) pêş dixe. Skrîptor ne afirînerê yekemîn ê wateyan e, lê kesek e ku hêmanên zimanevanî, toreyî û wêjeyî yên berê heyî bi awayekî nû li hev tîne. Nivîsandin ji bo wî ne afirandina cîhanekê ji tunehiyê ye, lê rêxistina nû ya nîşan, sembol û axaftinên ku berê di çandê de hene ye.
Barthes dinivîse:
«Nivîskarê nûjen di heman demê de bi nivîsa xwe re tê jidayikbûn; ew xwedî tu hebûnekê tune, ku berî nivîsê hebûbe an jî wê derbas bike»
(L’auteur moderne naît en même temps que son texte.). — Roland Barthes, La mort de l’auteur, 1967
Bi vê nêrînê, jiyana nivîskêr êdî wekî kilîta yekane ya şîrovekirina nivîsê nayê dîtin. Pirsa sereke ne êdî «Nivîskar çi dixwest bibêje?» ye, lê «Nivîs bi çi awayî wateyan diafirîne?» ye.
Lê ev nêrîn bê rexne nemaye. Gelek lêkolînerên çandî û postkolonyal dibêjin ku rakirina tevahî ya nivîskar dikare şert û mercên civakî yên afirandina nivîsê ji ber çavan veşêre. Ji bo gelek komên ku di dîrokê de hatine marjînalîzekirin/ resenkirin, xwedîbûna dengê nivîskarî bi xwe bûye qadeke tekoşînê. Heke cihê civakî û dîrokî yê nivîskar bi tevahî were paşguhkirin, dibe ku ezmûnên wan ên taybet û dengê wan ê civakî jî kêm were dîtin.