Ebdilmecît Şêxo
(1)
(Serbûyerek)
Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li gel gelek hevalên xwe yên niştimanperwer û pir temen mezintir bi hevaltiyên hin Pêşmergên qehreman sînora Rojavayê Kurdisstanê di nîvî şeveke tarî de derbaz kirin,lê Pêşrew herdem li ser rê da bi dengê nizim ji hevalê xwe Serbest re digot:Emê jî Barzanî bibînin,emê vegerin Efrînê,emê pir bi dilşadî ji hin hevalên xwe re bêjin:Em ji cem Barzaniyê kal tên,me Barzanî dît,ewî wisa û wisa bi me re digot,lê ew jî bi dîtina me pir şah dibû û şîretên sûdar li mezinên me dikirin.
Pêşrew hîn dibêje:Şevek derbaz bû,karwana me bi aştîyane gihaye bajaroka Bamernî,Pêşmergekî kalemêr,bejinzirav,zimanxweş,pêşwaziya me li baregeha xwe kir û bi me re got:Ez Esed Xwşewî me;lê paşê min û pir hevalên din zanîbûn ku Esed Xweşewî kî ye?
Ew hevalê Mule Mustefa Barzanî ye,ew bi Barzanî û li gel (500) pêşmergên qehreman çema Arasê derbaz kiribûn û bi wî re çûbûn Sovyetistanê.
Pêşrew bi hevalê xwe Serbest re bi dengekî bilind dibêje:Vaye me lehengekî Kurdistanê dît,lê emê serokê xwe jî bibînin û ew dikenin û şah dibin.
Kongire li cihekî din li gundekî biçûk lidarket,lê Pêşrew nizane bi hêminî danîşe,çavên wî herdem li deriyê hewşê bûn,bi dîtinên pêşmergên derdora xwe şah dibû,lê ji nûşkava nûnerê Barzanî Reşîd Sindî;yekî girs bû û mîna qehremanekî derbazî nav kongira me bû û got:Silavên germ ji serok Barzanî ji we re hene,ew nikane bi we re beşdar be,lê ev nûçeya mîna şeqamek giran li alîyekî rûçika min ket,dilê min nîvsarî bû,min di ber xwe de got:Min Kurdistan dît,min pêşmerge dîtin,lê mixabin min şahsîwarê çiya û newalên Kurdistanê nedît,nedîtina bavê kal di dilê min de bûye mîna dareke zamdar.
(2)
Min Pir salên sudar li biyanistanê li kargeh û zanîngehan derbaz kiribûn,lê dara evîna welêt di dilê min de her û her bilind û bala dibû,deştên Cumê,gola Endarê,latên çiyayê Lêlunê dibûn zengil di guhên min de,wêneyen nobetdarên Efrînê Şêx Reşît,Kurdhenan,Ednanê Cindo li pêş çavên min diçûn û dihatin,ciwaniyên bajarên Berlîn,Mosko,Lênîngradê ez
ne dixopandim,te digot qey ew jî bêdeng bi min re dibêjin:Ciwaniyên me
ne yên te ne,em û hemwelatiyên xwe evîndarên hev in,lê em ji mîvanên xwe jî pir caran xwîngiran û ne dilxwaş dibin.
Pêşrew jî di dilê xwe de digot:Ez jî mîna we ji welatê xwe,ji Efrînê,Kobaniyê Qamoşliyê hez dikim,ez di xewnerojan de seyranê li kolanên wir dikim,seredana nivîskaran dikim,li cejnan silavan li pakrewanên peyvê Celadet Bedirxan,CegerXwîn,Osman Sebrî,Reşît Hemo dikim.
(3)
Xweda hez kir;Pêşrew vegerî Efrîna xwe,ji wî re xewnek mezin bû ku ew di zanîngeheke Kurdistanê de bibe mamoste û ew bi zimanê Kurdî bi xwendekarên xwe re bipeyve,keys lêhat ew bi alîkariya hin Pêşmergên qehreman bi dijwarî û di şeveke tarî û metirsî de gihaye Duhokê,lê ew di dilê xwe de dubare dike û dibje:Eyan ezê vê carê serokê gelê Kurd Mesud Barzanî bibînim??
Piştî kurtemawekê,xewna wî bi cih hat û ew li zanîngehê bûye mamoste,ew û xwendekarên xwe bi hev şadibûn,Pêşrew bi du zaravên têkel waneyên xwe dide xwendkarên xwe,dem pir derbaz bû,ragirê Fakultê bi Pêşrew re got:Di hefta duhatî de,Kek Mesud Barzanî dê seredana mamostan û xwendekaran bike,dilê Pêşrew ji şabûna re di sîngê wî de sema dikir û bi hevalên xwe re digot:Mala Xweda ava be,ezê vê carê şêrê çiyan bibînim,lê Pêşrew çi bêje û çi nebêje!Gêrfanên wî pir hindik mabû vala bibin,mehaneyên wî herdem beriya dawiya mehê tewaw dibûn,ew bêhnteng bû û nedixwast parsê ji zanîngehê bike û li gel hin sedemên din giring û ne dadmend ,ew yekser vegerî Dohokê û dîsan bûye mîvanê Hemîd Sûrî û bi vî rengî Pêşrew dîsan serok Mesud Barzanî nedît û meraqa duhem jî beravêtî bû.
(4)
Lê ev bûye cara sêhm Pêşrew û hevjîna xwe seredanê li Dohok û Hewlêrê dikin,ew gelek dostên xwe li Dohokê dibîne,seredanê li baregeha yekîtiya nivîskaran dike,ew dîsan dibe mîvanê dostê xwe yê herî dilsoz Zîrevan,Pêşrew bi wî re dibêje:Ez vê carê venagerim Efrînê,eger ez serok Barzanî nebînim û wêneyekê li gel wî negrim,Zîrevan mirovek bêsînor dilpak bû,ew hîn bi kek Mesud re parêzerê çiyayên xwe bûn.
Zêrevan bi Pêşrew re dibêje:Bi Xweda ez vê carê nahêlim tu vegerî (Çiyayê Kurmênc) eger tu serokê me nebînî,Pêşrew û hevjîna xwe û Zîrevan re diçin Hewlêrê,Zîrevan raste raste bi serok re peyvî û got:Kek Mesud ez û du kesayetiyên ji Efrînê mîvanê te ne,Barzanî dilê hevalê xwe,Pêşmergê nasdar naşkîne û bi wî re dibêje:Fermo!Fermo!Ew bi lez û bez diçin cem Barzanî,hindik mabû ku Pêşrew ji şabûna re bê basik bifire,ewî bi serok re
got:Silavên germ ji darên zêtunê û vaye dayika min ji we re şîşek zêt diyarî
şandiye.Serok got:Tenê şîşek!Eva bi şîvekê re dawî dibe!Em hemî bi dengên bilind kenîn,çavên min vebûn,min tu kes nedît.
Lê vê carê min bi xwe re got:Baş e min di xew de serokê gelê Kurd dît,ew jî nîvdîtinek e û gotina serok (Ez ji Efrînê jî pir hez dikim) mîna zengilekê di guhên min hîn lêdikeve…..