Çaxê Şemdîno distirê

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li bin dara tiwan rûdinê, li çar hawîr xwe bi hûrî, bi çavin melûl dinere.. Piştî kêlîkekê pîrejinek li pey tê, çend gotinan bi giranî di ber xwe de di bêje û pêre destek nanê hişk di mije. Li kêleka kalemêr rûdinê).

Jin  : (Dinale) Aax.. Nema zanim bê min çawa nimêj kir.

Mêr : ….

Jin : Qeda Xwedê bi xityariyê û êşê wê bi keve. Ta nimêja xwe ez nema karim bi xweşî û hesanî bikim. Li min bibûre Xwedêwo. Bi zorê êdî bihna min diçe û tê.

Mêr : (Piştî kurte bêdengiyekê) Ma dilê te di êşe Fatê?.

Jin  : Ji jena wî ya xurt û sivik ez hest dibim ku wê niha raweste.

Mêr : Dermanê te nema ye?.

Jin  : (Bi tinaziyeke tehl) derman? Ji mêj ve min helesta wî ji bîr kiriye.

Mêr : Û çima te ji min re ne got lê?.

Jin  : Ezê çi ji tere bêjim ciwamêr. Xwezî rawesta, û ez vehesanda.

Mêr : Û ez tenha bimînim?!

Jin  : Lê tê ji kul û derdê min vehese Şemdîno, û ezê jî vehesim.

Mêr : Ax Fatê, ku te zanîba sawêr û daxwazên min, te ev gotin ne digotin.

Jin  : Sawêr? Hêêêê hê…

Mêr : Belê..

           (Stiranekê di nehwirîne. Jin serê xwe di ber awaza wê re dihejîne).

Jin  : Te ne got. Çi sawêr û daxwaz ên tene?.

Mêr : Daxwaza min botogazeke te bi kirim.. Tu botogazê dinasî Fatê?.

           (Jin matmayî lê dinere)

           Ez di nasim, belê. Carekê min li mala lawê Osmano dît.. Karê wê çi hesane.. Hema tê darikekî şixatê vêxînî û nêzîkî wê bikî, wê ew vêkeve.. Tiştekî dûrî aqile.

Jin  : Bê goman, xwarinê zû çêdike?

Mêr : Hahew.. Bi zûbûneke nayê behwerkirin..

Jin  : (Dilşikestî, û nanê hişk di nav diranan de) Mala minê!! Ezê çi bikim jê?!.

Mêr : Û ez dixwazim boriya avê jî bînim hewşê. Çêtire ji dewlê. Bê xwediya bîrê êşên te pirtir dike.

Jin  : Û xanî? Ez ditirsim ku rojekê bi ser serê min û tede bê xwar.

Mêr : Ezê çêkim. Belê, û ezê serşokekê jî ji tere ava bikim. Serşokeke başqqe.

Jin  : (Bi kêf) Serşok?.. Te got serşok Şemdîno?

Mêr : Belê. Tu behwer nakî?

Jin  : ……

Mêr : Bê goman tê bi wê kêfxweş bî, û wê êşa dilê te jî sivik bike.

Jin  : ……

Mêr : (Bi bihn tengî) Fatê?

Jin  : Çi?

Mêr : Çima tu tiştekî na bêjî?

Jin  : Ma ez çi bêjim?

Mêr : Tiştekî bi bêje.. Hema tu çi dibêjî bi bêje.

Jin  : (Piştî bê dengiyekê) Şemdîno.

Mêr : Belê.

Jin  : Tu jî weke min birçiyî?

Mêr : (dilşikestî) Ez?

Jin  : Ev du roj buhurîn, ku me xwarin ne xwariye.

Mêr : ……

Jin  : Çi bi te hat cwamêr?!

Mêr : (Bi kul û derd di nehwirne) ……..

Jin  : Ev çend roj çûn bêyî ku kes li deryê me bide. Dinya xirabûye.

Mêr : Ti kesî?!

Jin  : Na. Ji bil me û vê pisîka reben.

Mêr : Berî niha mala me vala ne dibû. Tê bîra te?

Jin  : Çawa nayê bîra min! wî çaxî em xal ûxaltîkên gelekan bûn.

Mêr : Heyf !.. Ew zilamin weke pisîkan bûn.

Jin  : Me di salê de çêlekek _didu serjêdikirin.

Mêr : Mal bê goşt ne dima.

Jin  : Min goşt xwê dikir û hiltanî, û min hinek jî dikir qelî. Qelî tê bîra te? (Bi dêmin qumiçandî zikê xwe digvêşe)

Mêr : (Zimanê xwe li lêvan dixe, helesta qelyê di bîrê tê) Û çawa ezê ji bîr bikim!.

Jin  : Lê niha?

Mêr : (di nehwirîne)……..

Jin  : Niha, çaxê ku hilma goşt tê min, ez hest dibim… hest..di.. weko…

(Dengê wê dişke.. Bê deng dimîne)

Mêr : (Di nehwirîne)…

Jin  : Carna.. Gelek caran, ji birçîbûnê ez êşa dilê xwe ji bîr dikim.

Mêr : (Di nehwirîne)….

Jin  : (Di hishise) Hişşş. guhdarî bike.

Mêr : (Bi kêf) Kesek bi ser mede hat?

           (Dengê pisîkê tê)

jin  : (Bi dilmanî) Na. Ew bêxwediya ha ye. Nizanim ji bo çi ew li cem me maye! (ji pisîkêre) Pişt.. pişt.

Mêr : Ew bi nan û xwê ye. Ji gelekan bi nan û xwêtire.

Jin  : Bi xwedê raste. Nêzîktirîn dostên te, ev bû demeke dirêj ti kes ji wan ne hat serdana me.

Mêr : (Bi tinazî) Dost?! Mebesta te kî ne?

Jin  : Hiso û Osmano.

Mêr : Hiso mir Fatê. Mir û zarwên rehmetiyê lawê wî, belengaz û li ber destan man..

Jin : mir?!

Mêr : Belê.

Jin  : rehma xwedê lêbe. Zilamekî baş bû.

Mêr : Daxwaza wî ew bû, ku Mele bibîne. Silavekê lê bike û destê wî bi ramîse.

Jin : Rebeno. Tiştek ji daxwazên xwe pêk ne anîn.

Mêr : Û kê ji me daxwazên xwe pêk anîne?!

Jin  : Û Osmano? Ew li kû ma?

Mêr : Osmano vegeriya weke berê, Mehmûdkiyekî ser hişk.

Jin  : Te çi got? Ma dîse ev bê xwedî vegeriya?!

Mêr : Belê. Xuyaye hê ji dilên me derneketiye.. Û tirsa min ewe, ku ta ebed berdewam bike.

Jin  : Lê di şoreşa Melede we got: Ji îro û bi şûnde Mehmûdkî û Osmankî nema.

Mêr : Belê. Û çaxa Mele mir, her yek vegeriya weke berê.

Jin  : (Veciniqî) Te got: Mele mir. Ji dil Şemdîno?!

Mêr : Belê. Ma bû çend car ku ez ji tere dibêjim !!?

Jin  : Belê. Lê min behwer ne kir.. Mebesta min…

Mêr : Raste. Gelek caran, ez jî vê yekê behwer nakim. Rehma xwedê li te be Mele Mistefa.

Jin  : Şemdîno… Û Mele em ji kêre hiştin??

Mêr : (Di nehwirîne)….

Jin  : Şemdîno

Mêr : (Di nehwirîne)….

Jin  : Ka ku lawê me li vir bûna.

Mêr : (Di nehwirîne)….

Jin  : (Bi ziştî) Gereke te ne hiştibûna ew here. Ew lawê me yê tenha ye.

Mêr : Lawê me yê bi tenê, bi jiyana me qayil ne bû.

Jin  : Te em ji kê re hiştin lawo?

Mêr : Bê goman niha ew kêfxweşe.

Jin  : Gelo careke din ezê wî bi çavên xwe bibînim?

Mêr : Wê çavên te çi jê re bikin keçê. Çavên gewr û bozên wêde xweşiktirin. (Di kene)

Jin  : Wey.. wey.. Tu bi bextreşiya lawê xwe di kenî kuro?!

Mêr : Ew lawê bavê xwe ye. Ma te rojên bavê wî ji bîr kirine… (enîşka xwe lê dide)

Jin  : (Bi êş dilê xwe digre) hooo… Ma hê ew roj tên bîra te!

Mêr : Belê. Û ez nerînên keçên Golê yên spehî jî ji bîr nakim.

Jin  : Û ez jî duxsa xwe ya ji te û wan ji bîr nakim.

Mêr : (Bi bextyarî) Ew duxsa te çi cihê kêfxweşiya min bû.

Jin  : Ji ber vê yekê her roj xirxira te bû li ser kaniya gund.

Mêr : (Bi dilxweşî di kene)..

Jin  : Carna, seba te wan pevçûn dikirin.

Mêr : Û tu Fatê? Te jî pevçûn bi wan re dikir?

Jin  : Na. Lê di hinavên xwe de min dixwest ez çavên wan birjînim.

Mêr : Lê roja zemawenda me te çavên wan rijandin.

Jin  : (Bi sawêr) Belê. Roja zemawenda me weku duh bû.

Mêr : (Bi sawêr) Wê rojê xortên gund rû li ser min danîn ku, ez rabim dîlanê. (dengê daholê kûr tê û bilind dibe)

Jin  : Xweş tê bîra min. Te weke xezalekê dîlan dikir.

(Bi bilindbûna awazê re xewn û sawêr dibine rastiyek li ser dep. hêdî hêdî dest bi dîlanê dike)

Mêr : Û bavê min bi dengê bilind digot: Hêê wernê.. Ha xortên Golê.. ha. Iro daweta Şemdîn e. Rabin govendê, win çavên min bin, ha.

Jin  : Û ez jî weke çivîkekî, min dikir bifirim. Min bi şahî dîlan dikir.

(Jin jî pêre radibe dîlanê dike.. Dengin dikevin nav hev.)

Dengek: Ha çavo ha.. Bilind lêxe.. (Dengê daholê Bilind dibe).

Dengek: Xort bavê min xort.. Kanîn xort!

Dengek: Şabaş, şabaş ji bavê zavê re şabaş.. (Lîlandinên pîrekan di asmanan re derdikevin).

Jin  : (rawestaneke bi nalîn) Aaaax..

Mêr : (bi kêf serî di hejîne) Heydê xortno.. Xort..

Jin  : (Bi êş) Şemdîno..

(Dengê mûzikê kêm dibe)

Mêr : Erêêê erê.

Jin  : Ezê bimrim.

(Bêdengiyeke giran. Mêr lê dizîvire weke yekî ji xew rabe)

Mêr : Fatê.. Çi bi te hat? Cardin dilê te?

Jin  : (Dinale)….

Mêr : Çima tu deng nakî, Fatê?

Jin  : Ez nema zanim kûde min têşe.. Heye dilê min be, û heye nava min a vala be.

Mêr : (dest datîne ser nava xwe) Heger em hinekî bihatna bîra lawê te û tiştek ji me re rê kiriba… lê kûçikeke.

Jin  : (Bi tirs ) Tu bi xwedê kî Şemdîno jê ne duxsîne.. Tu nizanî çiqa dilê min pê ve ye, û çiqa ez li ser ditirsim.

Mêr : Ne tirse keçê.. Himbêzên wan gawirbavan hiştine ku, şîrê diya xwe ji bîr bike.

Jin  : Çawa ezê ne tirsim û ew jî weke te çav bi dere.. Ma ne ew jî Golî ye!

Mêr : Û tirs ji bo çiye? Li wir ew guhnadin namûsê.

Jin  : Çiii?! Ma kes heye, ku guhnadin namûsê?!

Mêr : Keçê Fatê, li wir zilam ji bihtirî pîrekekê hizdike. Û pîrek jî..

(di guhê wêde dike piste pist. Dikene)

Jin  : (mat mayî) Pepû! Ev çi gotine?!!

Mêr : Rastî eve. Aaax, ku niha ez li wir bama.

Jin  : Fedî bike kuro.. Tu pîr bûyî. Xêr di tede ne maye.

Mêr : (Bi germî) Ez pîr bûme? Tu bê hiş ê xwe di peyivî? Hîna ez ji xortên bîst salî xurt tirim keçê.

Jin  : (Keneke bi tinazî dike)….

Mêr: Tu bi min dikenî keçê?! Erê qîza Elîko, niha ez nema dikevim çav te!..

Jin  : (Li hev dikeve) Na kuro, na.. Mebesta min ne tinaz bû. Birçîbûnê.. Birçîbûnê hiş di serê min de ne hiştiye.

Mêr : (Bihnteng dibe) Birçîbûn.. birçîbûn. Bese keçê, ma ji zikê te pêve tişt nayê bîra te!?

Jin  : Ma min qelî xwestiye? Gezek nan besî mine. gezek nan hema ku ne hişk be.

Mêr : (Bi êş serê xwe di çimîne)….

Jin  : Ma geleke?!

Mêr : (Di nehwirîne) …..

Jin  : (Ziq li asman di nere) Ma bûye şev?

Mêr : (Di nehwirîne) …..

Jin  : (Çavên xwe li hawîrdor digerîne) Xerîbe!!

Mêr : (Piştî bêdengiyekê. Hûr lê dinere) Fatê.

Jin  : (Dike fişke fişk) …..

Mêr : Tu gelekî birçiyî, ne?!

Jin  : (Hêsirên xwe paqij dike) …

Mêr : Ez zanim tu digrî, ji ber ….

Jin  : Ku dilên keviran heba wê giryê wan bi me bihata.

Mêr : Tu ji min aciz bûyî ta ku… (dengê wî gelogirî dibe)

Jin  : Na. Lê ez ji canê xwe aciz bûme.

Mêr : Naxwe, ji ber rûniştin a min a dûdirêj î li malê, dilê te maye.

Jin  : …..

Mêr : Gomanên min rast bûn.

Jin  : ….

Mêr : (Bi ziştî û bi rûmetî) Erê, berê te lav ji min dikirin, ji bo ku ez şevekê li mal bimînim, û dernekevim çiyê. Lê niha… (bê deng dibe)

Jin  : Erêêê.. erê, xwezî bi wan rojan. Xwezî ew roj vegerin.. Lê..

Mêr : Tişt ne maye ku tu bibêjî: Biqeşte derkeve. Qeda Xwedê bi xityariyê Keve..

Jin  : (mat mayî) Ez!? Tu çi dibêjî kuro! Wey devê min bişke û zimanê min pûç bibe berî gotineke wiha ji devê min derkeve. Lê..

Mêr : (gotina wê dibirre) Lê çi? Lê tu dixwazî ez dakevim kar. Ez zanim çi raman di serê te de digerin. Ez ne bê aqilim. Lê ez….. (bi şewat dike fişke fişk)

Jin  : (Bi tirs) Şemdîno!

Mêr : ……

Jin  : Şemdîno, ez dixwazim tim tu li malê bî. Dixwazim tim dengê te di hundirde li hev vegere û tu bangkî min: Fatê ka avê. Fatê bi lez xwarnê bîne. Fatê filan tiştî bike.. Fatê filan tiştî neke. Xwedêwo, çiqa navê min ji ser zimanê te şahîk û xweş dertê.

Mêr : ……

Jin  : Tê bîra te, çaxê tu ji çiyê vedigerya û nêçîrek_dudo di dest tede bûn?

Mêr : ……

Jin  : Her ku tu vedigeriya, min dixwest bi lîlînim û bi dengê bilind bangkim: Şemdîno vegeriya. Mêrxaso vegeriya, lê tim şerm û fediyê ne dihiştin.

Mêr : ………

Jin  : Lê çaxê tu rojekê vegeriya û gurê manco bi te re, ew gurê ku, zilamên gund tev gêj kiribûn, tişt nema bû min bilîlanda û xwe bavêta himbêza te.

Mêr : Weke duh bû.

Jin  : Erê. Te destê xwe li ser devê min danî û te got: Şerme Fatê. Min deng birrî.

Mêr : Te yê wê rojê em di nav gund de bi “hetikandana”.

Jin  : Pîrekan bi dilxirabî û bi duxs li min di nerîn.

Mêr : Çûn. Ew roj reviyan. Ma gelo wê vegerin!?

Jin  : (Gêj dibe. Bi serê xwe digre) Çi dibe Xwedêwo!?

Mêr : Çi?

Jin  : Asman li dora min dizîvire. Dar dizîvire. Û dîwar dizîvirin.

Mêr : (Dike ku rabe, dikeve) Aay..

Jin  : (Bi tirs) Şemdîno.. Çi bi te hat!?

Mêr : Ne tiştike.. Hinekî serê min diêşe. Û zikê min jî..

Jin  : Ew ji birçîbûn û nexweşiyê ye.

Mêr : Çi?

Jin  : Ez zanim tu jî weke min birçiyî. Û belkî bihtir jî.

Mêr : …

Jin  : Tiştekî bêje ciwamêr.

Mêr : (Bi dilêşayî) Li çiyê şev û rojîên dirêj, bê xwarin, min di bûrandin, bê ku ez bi vê birçîbûn a niha hest bim.

Jin  : Niha tu mezin bûyî ciwamêr. Em pêr bûn.

Mêr : (Li asman di nere) Wax! Çi zû şev hat!.

Jin  : (Li asman di nere) Xuyaye ewran rok veşartiye, ne ku bûye şev.

Mêr : Ne dûre.

Jin  : (Bihnê dike) Bihna nane.

Mêr : (Bihnê dike. Bi şadîmanî) E . raste.

Jin  : (Bi kêf) Em hatin bîra hina.

Mêr : (Bihna wî fereh dibe) Dawî em di bîr anîn.

Jin  : “El hemdille”.

Mêr : Xwedî xêr pirin keçko.

(Bihn dikin. Kêlîkeke bendewarî. Dûvre nîşanên dilşikestinê li rûyên wan dixuyin)

Jin  : (Dilşikestî) Derbasbûn.

Mêr : ….

Jin  : Ew nan ne ji me re bû.

Mêr : (Di nehwirîne) …..

Jin  : Ji mêj ve ti kesî li deryê me ne daye.

Mêr : Ka ew pisîk bi kûve çû?

Jin  : Nizanim. Bila ew jî here dojehê.

Mêr : Na keçko. Bi kêmanî em dengekî ji bil dengê xwe dibihîzin. Ew dihêle ez bi jiyanê hest bibim.

Jin  : Dawî wê bireve û me bihêle, yan jî wê ji birçîna bimre.

Mêr : Dîse tu li gazinan vegeriya.!

Jin  : Ta mişkan tiştek li cem me nedîtin bixwin, ew jî reviyan.

Mêr : Ax ku pere bi min re hebana, minê…

Jin  : Te yê çi Şemdîno? Bêje. Teyê jineke din anîba, ne!?

Mêr : Minê xortaniya xwe li wir nû kiriba. Lê ew kûçkê lawê te naxwaze qurûşekî ji me re rêke.

Jin  : Bila dilê te di cihde be. Ez nahêlim tu herî  ji bo pey jineke din bikevî.

Mêr : Ewqasî dilê te dimîne ku ez çavê xwe berdim yeke din?

Jin  : Erê. Û ku ez bêjim na, ez bê aqil û derewînim.

Mêr : Ji dil?

Jin  : Ji dil.

Mêr : Naxwe tu bodîle û bê aqilî.

Jin  : Ma tu aciz nabî ku, hin li min binerin?

Mêr : (Hûr lê dinere) Niha? Û piştî vî temenî !?

Jin  : E. Berê çaxê ku yekî li min dinerî, tu dîn di bû.

Mêr : (Bi bişirandineke bi êş) Û hê jî Fatê.

Jin  : Ji dil?

Mêr : Ji dil. Tê bîra te roja ku Xidirê Talatî li te nerî?

Jin  : Çawa nayê bîra min. Te ew avête erdê û bi pihînan lê xist, weke tu li lawirekî bixî.

Mêr : Awirên wî ku pê li te li nerî ne ketin serê min.

Jin  : Rebeno Xidiro.

Mêr : (Bi germî) Te got çi qîza Elîko?

Jin  : (Bi bextiyarî) Ne tiştek. Ma hê tu ji min hizdikî ?

Mêr : Helbet.

Jin  : Lê ez nema weke berê spehîme.

Mêr : Çawa be, her tê bimînî gula Omeriyan.

Jin  : Gula Omeriyan !? Te tim ev gotin ji min re digot. (Bi êş) Ev berê bû. Lê li vir. Ax çi bi serê me hat.

(Kurte bêdengiyek… Mêr bi kul di nehwirîne)

Mêr : (Çavên xwe difirkîne) Şev zû hat.

Jin  : Te çi got?

Mêr : Çiqasî ez dixwazim derkevim.

Jin  : Bi kûve?

Mêr : Divê ez derkevim.

Jin  : Çima?

Mêr : Ji bo ez derman ji te re bînim.

Jin  : Min derman navê. Destek nan besî mine. Ez pir birçîme.

Mêr : (Ji xwe re) Û ezê çi bêjim!.

Jin  : Tê kengî derkevî?

Mêr : Hê?

Jin  : Tê çawa xwarinê bînî, ma pere bi te re hene?

Mêr : (Di nehwirîne) …..

Jin  : (Ser dilê xwe di firkîne) Jen a dil ê min siviktir dibe, bûye weke teptep a nigên hespan. Ew min di êşîne.

Mêr : (Di nehwirîne) …..

(Awazeke bêdengiyeke giran dide xuyanî. Tarî hêdî hêdî xwe berdide)

Jin  : Şemdîno, guh bide min. Eger ez berî te mirim, xwarin a xêr a min nede kesî.. tiştê tu bidî xelkê Tu bixwe. Tu heqtirî.

Mêr : Fatê.

Jin  : (Bêyî ku deng bibihîze) Li min bibûre Şemdîno. Li min bibûre. Dibêjin: Jin derbasî buhiştê nabe, ku mêr ê wê jê ne razîbe.

Mêr : (Bêyî ku dengê wê bibihîze) Li min guhdarî bike Fatê, dixwazim bêjim…

Jin  : Divê tu ji min razî bî.

Mêr : Eger ez mirim gelekî negrî. Girî ji dilê te re ne başe.

Jin  : Tu bi kûve çû kuro?

Mêr : Ev “wesyeta” min e.

(Tarîbûn xurttir dibe. Mûzîk bilind dibe. Diaxifin bê ku dengên hev bibihîzin)

Jin  : Min tenha ne hêle. Kî ji bil te wê min veşêre!?.

Mêr : Tu bi kûve çû keçê?

(Destan li dor xwe di pelînin)

Jin  : Neçe. Ez pir ji tenahiyê ditirsim.

Mêr : (Ji xwere) Vî çaxê dereng ev bi kûve çû !?

Jin  : Bistirêne Şemdîno. Stranên te xweşin. Dengê te wensa min têne, tirsa min di firêne. bistirêne… (dinehwirîne).

Mêr : Fatê..

Jin  : (Di nehwirîne) …..

Mêr : Ez dimrim.

Jin  : (sînga xwe difirkîne) Ax. Ez ditirsim çûbe cem lawê xwe. Vegere kuro, şerme.

Mêr : (Bi êş) Ax Fatê, ku te zanîba çi êşan di laşê min de cî girtine, te gazin ji êşa dilê xwe ne dikir.

Jin  : Kanî tu Şemdîno?  (Xirîn a mirinê dike. Dike tiştekî bike. Mêr bi dengekî şikestî distirêne)

Jin  : Hay ji xwe hebe Şemdîno. (serê wê dikeve ser kaba wî. Vediciniqe)

Mêr : (Bi tirseke giran) Fatê. Çi bi te hat !!?

(Dest dirêjî serê wê dike, lê pelîne. Bang dikê. Piştî ku dizane ku mir, bê deng digrî. Hinekî liber dikeve. Dengê wî bilind ji kûraniyên wî dertê. Pisîk nêzîkî wan dibe, wan bihndike. Dike newnew. Dengê stiranê Hêdî hêdî nizm dibe. Tarîbûn).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…