Partiya Karkerên Kurdistan û Guhertina Sembolên Kurdayetî

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek hêmanên navendî di hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd de ma, PKK rêbazek ramyarî û rêxistinî ya cuda hilbijart ku bi wê re van sembolan di çarçoveya ideolojiyek taybet de ji nû ve nîşan bike; ideolojiyek ku Kurdîbûna wê jî dikeve nav gomanan de.

Alaya Kurdistanê bi rengên xweyî naskirî sor, spî û kesk û bi rojê zêrîn 21 tîrêj di navenda xwe de, sembolek neteweyî ya giştî ye ku bi tevgerên azadîxwaz, şoreş û serhildanên Kurdî li Îraq, Sûriyê, Tirkiye û Îranê re girêdayî ye. Ev ala di nav gelê Kurd de rewayetiyek sembolîk ya fireh wergirtiye, wek nîşana nasnameya neteweyî ya hevpar ya Kurdên hemû beşên Kurdistanê ye. Lê belê, PKK ev alaye qet wek sembola xwe ya fermî qebûl nekir û got ku ew taybet bi Herêma Kurdistanê (Îraq) ye; li şûna wê alayek taybet ya xwe destnîşan kir, ku bi dîroka alaya Kurdistanê ya nasdar re têkildar nîne. Ev hilbijartin dikare wek nîşana xwesteka PKKê were xwendin, ku di navbera projeya xwe ya ideolojîk û baweriyên rêbaza neteweyî ya naskirî de, cûdahiyek ava bike û civaka kurdî ji hev bixe; ev yek jî bû sedema gomanan di nav civaka Kurdî de li ser pirsgirêka «nûneratiya sembolîk» û kî dikare bi navê nasnameya neteweyî ya Kurdî biaxive.

Têgîna «PÊŞMERGE» di dîrokê de bi şervanên Kurd re di hemû şoreşên Kurdî de girêdayî bûye û wateya wê «rûbirûbûna mirinê» ye. Ev nav bûye beşek ji bîranîna civakî ya gelê Kurd, bi hemû wateyên fedakarî û xwedîkirina canê li ser azadî. Di beramber de, PPKê ev nav di çarçoveya hêzên xwe yên leşkerî de qebûl nekir, û navên din wek «Hêzên Parastina Gel – HPG» yan jî «GERÎLA» bikar anî. Ev dûrketin ji têgîna «PÊŞMERGE» nîşana cûdahiyek siyasî ye ji pirojeya neteweyî ya Kurdî li hemû beşên Kurdistanê, û hewldaneke ji bo avakirina nasnameyek şerkerî ya girêdayî bi bîrûbawerî û pilanên PKKê re, ne bi sembolên neteweyî yên kevneşopî re.

Di gotara siyasî ya Kurdî ya kevneşopî de jî guherînek ramyarî ya bingehîn çêbû. Piştî ku daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe bû beşek ji xewn û hêviyên gelê Kurd, evê partiyê di destpêka damezrandina xwe de ev daxwaza (SERXWEBÛNÊ) kir, bi mebesta ku gelê kurd bibe layingirê wan. Lê paşê, bi demê re berê xwe da daxwazne din mîna têgînên wek «NETEWEYA DEMOKRATÎK» û «BIRATIYA GELAN» di çarçoveya herêmek konfidral li rojhilata navîn, û daxwaza dewleta neteweyî red kir, bi wê mehneyê ku ew daxwaza «DEWLETÊ» bi rewş û mercên vê qonaxê re naguncî ye. Ev nêrîn di daxuyaniyên gelek serkird û endamên PKKê û şaxên wê de hat diyarkirin, bi taybetî di gotarên PYDê de li beşê Kurdistanê ya girêdayî dewleta Sûrîyayê, ku di hin daxuyaniyan de gotin ku daxwaza dewleta neteweyî ma avêtiye ser Tingan (cihên gemarê), pêre jî ewan doza dewletek kurdî wek xencerek di pişta gelên Faris, Turk û Ereb de bi navkirin.

Ev şirovekirina sembolan ji nû ve – ji ALAYA Kurdistanê heta têgîna leşkerî ya «PÊŞMERGE» û heta armanca siyasî «DEWLWTA KURDλ – nîşana têkoşînek kûre li ser xweseriya projeya siyasî ya Kurdî. Di dema ku aliyek neteweyî li ser daxwaza dewleta serbixwe wekî bilindtirîn armanca mafê diyarkirina çarenûsî werdigre, aliyek din (PKK) daxwaza derveyî dewleta neteweyî pêşkêş dike ku li ser bingehên cihêreng hatî damezrandin, li dûrî hêvî û xwestekên gelê kurd.

Di encamê de, dikare were gotin ku PKK sembolên Kurdî ne tenê guhertine, lê wan di çarçoveya nêrîna xwe ya taybet de ji nû ve hin din binav kirine. Lê ev şirovekirin hê jî di nav qada siyasî ya Kurdî de mijara guftûgoyê û cudabûnê ye; ji ber ku sembolên neteweyî – di pêşî de Alaya Kurdistanê – hê jî di hişmendiya civakî de bi hêz amade ne, bêyî ku cihê nêrînên siyasî li ser wan çiqas cûda bin, û pilanên gomankirî ku ji holê evan simbolan rakin yan jî bi guherînin.

Almaniya: 5ê Avdarê 2026

* Nivîskar û Rojnamevan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…