Wesiyeta Serok a Dawî: Bibin Yek… Lê Ne Niha!

Fewaz Ebdê

Li welatekî bi navê “Kurdistana Mezin… ya Paşxistî”, rêberekî siyasî kevnar bi navê Xalo Nemrûd hebû, serokê “Partiya Kurd a Resen, Nûjenkirî, Demokratîk, Pêşverû, Azad, Gelêrî, Sosyalîst, Yekîtîxwaz a nemre 7.” Bû. Partî, heft endamên wê hebûn, sê ji wan ji malê bûn, du ji wan karmendên mûçedar bûn, yê şeşemîn berpirsiyarê parastina makrefona deng bû, û yê heftemîn jî hesabekî Twitterêyî sexte bû.

Xalo Nemrûd temenekî dirêj jiya û bi jêhatîbûneke bêhempa dikarîbû parçebûnan bike. Wî bawer dikir ku yekîtiya Kurdan mîna kirasê cejnê ye, tenê ji bo bûyerên taybet tê lixwekirin û gava kamêre ji ser bê daguherandin, tê jixwekirin.

Tê gotin ku ew ji salên şêstî de, di hemê konferansên “Netewî”de amade bûye, lê wî yek konferans jî bê pevçûn û qerebalix derbas nekiriye, û her daxuyaniya Partiya nû ku wê ava bike di bêrîkê de bû. Siloganên wî ji jînenîgariya wî dirêjtir bûn. Jiyana xwe bo huner û afirandina parçebûnan terxan kiribû, ta di vî warî de bû nimûneke berz.

Tenê berî mirina xwe, di kêlîkeke dramatîk de, ku li ser “Facebook Live” hate weşandin, wî tiliya xwe ya lawaz bilind kir û bi dengekî lerzok got:

“Xortno!… bibin yek.. yekîtî.. yekîtî!”

Hêstiran di çavên melûl ên kesên derdorê de leyistin, dest ber bi asîmaên ve bilind bûn, lav û dua di ser hev re qulipîn, û wêneyên profîlê jî hatin guhertin; tev bûne reş û spî. Lêbelê, gava ku ew veşartin; bingor kirin, partiyên Kurdî dest bi parvekirina wesiyetnameyê kirin wekî ku ew milkê mîrate ji şûnmayên bav û kalên wan ên ji serdemên Sumeriyan be.

Partiya “Yekîtî yan Mirin” wesiyetname bi awayê xwe xwend:

“Yekîtî erk û pêdivî ye… lê gereke di bin serokatiya me de be, ya na hûn ajan in.”

Di vê navberê de, partiya “Kurdên Nû ya Nikîtop” konferansek lezgîn di bin silogana “Ma em dikarin bêyî ku kursiya serokatiyê ji dest bidin, bibin yek? Bersiv: Na.” de lidar xist

Di derbarê partiya “Kevnartirîn” de, ku (li gorî ku tê gotin) ji hêla merivekî ji merivên Selahedînê Eyûbî ve hatiye damezrandin, berdevkê wê ragihand:

“Xalo Nemrûd? Ew di wesiyetnameya xwe de ne zelal bû. Dibe ku mebesta wî ji “yekîtî…” ew bû ku ev partî-martî tev di bin siya partiya me tenê de bibin yek.”

Dema ku rêberan li ser wateya rastîn a “yekîtî” ya wesiyetnameya Xalo Nemrûd danûstendin dikirin, gelê Kurd bi henek û qerf û tinazok li dîmenê temaşe dikir, mîna ku li xelekeke nû ji rêzefîlmekî kevn û bê dawî temaşe bike! Her kesî diyalog ezber kiriye, dawiya her xelekê xweş dizane û tevî kesera di dil de jî dikene, ji ber ku serokê tê, gotina xwe ya ku wê sibe bibêje amade kiriye û şayîk jî kiriye:

“Gelî xuşk û bira, em li ber deriyê qonaxek dîrokî ne. Divê em mala Kurdî ji nû ve bi rêkûpêk bikin û bi ser hev de bînin… û helbet ya herî rast û giring ew e ku di bin banê min de be.”

Lê keç û xortên ciwan, Ew dîsa li sê şaxan hatine dabeş kirin:

  1. “Çakbînên herdemî”: Li ser xewna yekîtiyeke nêzîk postên sawêrên Facebookê dinivîsînin.
  2. “Kursîxwazê hilkêş”: Piştî mirina serok, ji bo desteserkirina ofîsa medyayê, xwe avêt kursî û ew zeft kir.
  3. “Limalrûniştê Bêdeng”: Piştî ku nekarî tîpekê bi tenê ji daxuyaniya bidawîkirina konferansa partiyê biguhere, çû li Hewlêrê, dûrî Kelhê û dûrî Çayxana Miçko firoşgehek şawirmayê vekir.

Û bi vî awayî, her cara ku serokek dimire, daxwaza yekîtîyê nû dibe, ji dircê tê derxistin, tê şayîkkirin, bi dîwêr ve tê daliqandin, û dûvre tê jibîrkirin, heta ku serokekî din dimire… Di çerxeke bêwate de ku dişibihe pêşbirka behredaran: Serokek distirê, komîteyeke nirxandinê şer dike, temaşevan li çepikan didin, û di dawiyê de… ne serketî heye, ne yekîtî, tenê çepikên bêwate û rêûresmên darbesteke bi rê de tê, em li bende dubarekirina heman şanogeriyê ne.

Helbet dawî… demkî ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…