KURDICA – (Kurdîka) Gava kulîlk bi zimanê Kurdistanê diaxivin

Şîlan Doskî

 

Ji bo nasnameya herêmekê belgedanka Riweknasî

Di herdu pirtûkên xwe yên Kurdica – Beşa 1 û 2 de, min bi giştî 167 cureyên riwekan ku bi navê zanistî yê “kurdica” tomar bûne anku paşnavê kurdica lê hatine kirin û bi navê Kurdistanê tomar bûne, dane hev.  Lê karê min berdewam dike. Ez giyayên ku navên wan behsa bajar, çiya an gundên Kurdistanê dikin jî berhev dikim.

Ev nav ji peyvên zanistî pir wêdetir in. Ew nîşanên zimanî yên herêmekê ne ku di cîhana Riweknasî de dijîn. Her navek cihek vedîtinê, jîngehek vedibêje û girêdana kûr a di navbera mirov, xweza û gundewariyê de heye.

Bi rastî wateya “kurdî” çi ye?

Peyva “Kurdica” ya latînî di lîsteya navên zanistî de ji bo destnîşankirina çavkaniya erdnîgariya giyayekê tê bikaranîn. Nîşan dide ku ev cure ji Kurdistanê ye an jî cara yekem li wir hatiye şirovekirin. Bi vî awayî “Kurdîka” dibe Bawernameya bêdeng a  rengîniya xwezayî ya Kurdan.

Navên zanistî yên Kurdica diyar dikin: Kurdistan ne tenê navçeyeke erdnîgarî ye, lê di heman demê de gencîneyeka Riweknasî ye jî – ku bi zimanê zanistê tê dîtin.

Çima “Kurdica” girîng e?

Bi Kurdica re ez dixwazim arşîveka Riweknasî ava bikim – ne tenê ji bo Riweknasan, lê ji bo her kesê ku bala xwe dide rengîniya çandî û xwezayî ya Kurdistanê. Navên nebatên ku min berhev kirine dîdevanên bêdeng in ji bo herêmekê ku pir caran ji cîhanê re nayê dîtin, lê cihê xwe di listeyên zanistî de heye.

Her yek ji van navan deverek, giyayek û parçeyek Kurdistanê vedibêje.

KURDICA – Wenn Blumen die Sprache Kurdistans sprechen

Von Shilan Doski(Şîlan Doskî)

Ein botanisches Archiv für die Identität einer Region

In meinen beiden Büchern Kurdica – Teil 1 und Teil 2 habe ich insgesamt 167 Pflanzenarten dokumentiert, die den Zusatz „kurdica“ tragen – benannt nach der Region Kurdistan. Doch meine Arbeit geht weiter: Ich sammle auch Pflanzen, deren Namen auf Städte, Berge oder Dörfer Kurdistans verweisen .

Diese Namen sind weit mehr als bloße wissenschaftliche Bezeichnungen. Sie sind sprachliche Spuren einer Region, die in der Welt der Botanik weiterlebt. Jeder Name erzählt von einem Fundort, einem Lebensraum – und von der tiefen Verbindung zwischen Mensch, Natur und Landschaft.

 

Was bedeutet eigentlich „kurdica“?

Das lateinische Wort „kurdica“ wird in der wissenschaftlichen Nomenklatur verwendet, um den geografischen Ursprung einer Pflanze zu kennzeichnen. Es zeigt, dass die Art aus Kurdistan stammt oder dort erstmals beschrieben wurde. So wird „kurdica“ zu einem stillen Zeugnis der kurdischen Naturvielfalt.

Diese Namen machen deutlich: Kurdistan ist nicht nur ein geografischer Raum, sondern auch ein botanischer Schatz – sichtbar gemacht durch die Sprache der Wissenschaft.

 

Warum „Kurdica“ wichtig ist

Mit Kurdica möchte ich ein botanisches Archiv schaffen – nicht nur für Botaniker, sondern für alle, die sich für die kulturelle und natürliche Vielfalt Kurdistans interessieren. Die Pflanzennamen, die ich zusammengetragen habe, sind stille Zeugen einer Region, die in der Welt oft unsichtbar bleibt, in der wissenschaftlichen Nomenklatur jedoch ihren festen Platz hat.

„Jeder dieser Namen erzählt von einem Ort, einer Pflanze – und einem Stück Kurdistan.

18.04.2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…