Amadekirina ahenga roja cîhanî ya jinê li bajarê Schleswig

Roja yekşemê 23.02.2025 Komeleya Kurdî-Elmanî di derbarê roja cîhanî ya jinê de bi amadebûna komek ji jinên herçar parçeyên Kurdistanê civînek li dar xist.

Amadebûyan gelek xalên giring ji bo pêrabûna ahengê gengeşe kirin.

Ji wan xalan jî ev bûn: Çarenivîsa rewşê jinan di Kurdistanê de digel xebata wan girêdayî ye, jin dikarin bibêjin ku azadiya wan digel azadiya neteweyî ve girêdayî ye. Lê her wiha ew dikarin mafê xwe ji bo destnîşanê xweseriya xwe bixwazin. Di vê dorê de, xebata jin jî tê dîtin ku ne tenê azadiya Kurdistanê digerî, lê azadiya jinan jî di nava wê xebatê de ye.

Aheng dê hin kevalên hunerî pêşkêş bike, her jineke beşdarî kevalan bibe wê bi rolekê rabe û nameyekê bixwîne..

Beşê Ragihandinê

Komeleya Kurdî Elmanî

Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburger e.V.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…