Adil Xelîl
Ji dûr hatin.
Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.
Her tişt wan diqewitîne,
Careke din wan bi dûr dixîne.
Mijek sitûr li wan rasthat
Ta bi qotê serê xwe
Di navde çûn
Mijek sitûr ew dorpêç kirin.
Çi mêrin, lehengin!
Bi hêvîyan mişt bûn
Hêvîyên qelew û giran
Xeyalên wan jî pirr sadebûn
Mişt ronahîbû
Mîna tîrêjên Gizingê
Ku ji tasa royê diherikîn.
Siwîsra, 30.11.2024