Kurteyek ji dîroka jiyana birêz Apê Husên Salih Mella.. Dîrokek ji xebateke kurdayetiya bi rûmet

Ebdulrihman Mella

Veguhestina kurdî: Lewend hisên

Husên Salih Mella di sala 1925’an de li gundê Til Eylûlê hatiye dinê. Ew kurê mezin yê Şêx Salih Osman Mella şêxê KOSEKAN Bavikek ji Bavikê Êla ÇOMERAN bû, mezin bû û di bin çavdêriya bavê xwe de jiya, ji zarokatiya xwe ve li kêleka bavê xwe bû li Oda wî; piştî têkçûna şoreşa Şêx Se’îd Pîran Şêx Mehmûd Qerekoyî ji ber ku yek ji alîgir û beşdarên şoreşê bû, ji ber zilm û zordariya tirkan  berê xwe da gundê Til Eylûlê Kurdistana (Sûriyê), û Şêx Mihemed Îsa kurê Şêx Mehmûdê Qerekoyî yê mezin, ku bi temenê xwe nêzîk temenê Husên Salih Mella bû û ji nifşê hev bû.

Têkiliya Şêx Mihemed Îsa û Husên Salih Mella ji mijarên civakî bitir pêşket, û ber bi arasteyekî siyasî û xebat bo neteweyî ya Kurdistanê ve çû, ku di beşeke mezin de ya gotûbêjên wan de diyar bû; Li cihê ku bi ruhê neteweperestî û têkoşîna rizgarî û azadiya gelê xwe yê Kurd bûne yek.

Di salên pêncî yên sedsala bûrî de, Xwedê lêxweşbûyî «Osman Sebrî» ji ber karmendiya xwe ya rêveberê Nivîsgehaa Genim ku jê re «Mîra» dihat gotin, hat Derbêsiyê.

Ji ber dubariya birêz Husên Salih Mella ya ji bo Nivîsgeha Genim, ji ber ku ew yek ji xwediyên çandiniyê ye ku xwediyê zeviyên çandiniyê yên berfireh bû, di navbera Osman Sebrî û Husên Salih Mella de hevnasînek çêbû û ew nasîn bû têkiliyek taybet. Osman Sebrî gelek caran diçû mêvanxaneya gundê Til Eylûlê û li vir Xwedê lêxweşbûyî «Osman Sebrî» û Şêx Mihemed Îsa bi amadebûn û alîkariya Husên Salih Mella hevdû nas kirin û gelek caran hevdû di dîtin.

Siyaset bû xema wan ya yekem ji ber ku gelê kurd rastî zordariyan dihat di wê demê de (û hîn berdewamin) bi destê kemalîstan û şovenîstên ereb; pê re jî dengên şoreşê li Bakur û Başûrê Kurdistanê, bandorek mezin li wan kir, ku ber bi mijarên xebat û tekoşîna netewî ve herin.

Di heman çarçoveyê de ji ber ku hoza KOSEKAN «yek ji Bavikên Êla ÇOMERAN» û eşîra EZÎZAN cîranên hev bûn û sînorên mal û milkên wan hevpar bûn, têkiliya her du eşîran ji hev cuda bû. Gundê Qeremaniyê cihê jidayikbûna Mamoste Ebdulhemîd Derwîş kurê xwediyê gund û şêxê eşîrê ye û gundê Til Eylûl jî cihê jidayikbûna Hisên Salih Mella kurê xwediyê gund û şêxê eşîrê bû. Ji ber vê yekê, pêwendiya Husên Salih Mella û Ebdulhemîd Derwîş pêwendiyeke rêzgirtinê bû, ew têkiliya civakî û hevdîtina berdewam, hişt ku hestê neteweyî û têkoşîna Kurdistanî wan bighîne hev; hêjayî gotinê ye ku Xwedê lêxweşbûyî Hemza Niwêran (yek ji damezrînerên PARTÎ) li gundê Qeramaniyê dima.

Êdî têkiliyên Osman Sebrî, Şêx Mihemed Îsa, Ebdulhemîd Derwîş û Hemza Niwêran xurt bûn; Ew damezrênerên yekemîn partiya kurdî li Kurdistana Sûriyê bûn, û Husên Salih Mella têkildar bû bi wan re û di piraniya civînên wan de amade bû; ewî pêwîstiyên wan di warê aborî û hesteyî de jî dabîn dikir, û di gotûbêjên wan de beşdar bû, ku bi armanca avakirina yekemîn partiya kurdî li Kurdistana Sûriyê.

Husên Salih Mella di amadebûna civakê de, xwedî hebûneke berbiçav bû; bi hevsengiya xwe, bi axaftina xwe ya aram, di biryarên xwe de zana bû bi jîrbûna xwe ya li hember derdorên civakî dihat naskirin, di nêrîn û helwestên xwe de jî di astên cuda de wêrek û bi ceger bû, û ger di civakê de biaxiviya, bala her kesî dikişand û ew ê li wî guhdarî bikirana ji bo naskiribane ku ewê çi bibêje.

Ramana avakirina yekemîn partiya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi rêya civîn û danûstandinan, ku piraniya wan, eger ne hemû, li gundê Til Eylûl pêk hatin, û bi rêkxistin û piştgiriya Husên Salih Mella, di navbera çar ji damezrîneran de: Osman Sebrî, Şêx Mihemed Îsa, Ebdulhemîd Derwîş û Hemza Niwêran.

Ji aliyê xwe ve, Şêx Mihemed Îsa ji Husên Salih Mella re pêşniyar kir ku tevlî wan bibe û beşdarî di damezrandin û ragihandina partiyê de bike, lê wî ji ber rewş û mercên xwe yên taybet qebûl ne kir; lê soz da wan ku dê berdewamiya peywendiya ligel wan bike, û li gor karînên xwe di astên cuda de piştgiriya wan wê bike.

Têkilî berdewam bû û Husên Salih MElla piştî ragihandina partiyê; peywendiyên xwe bi partiyê û serkirdayetiya wê re kirin, û beşdarî piraniya çalakiyên wan ên veşartî bû, helbet piştî demekê ji ragihandinê re, piraniya serkirdayetiyan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatin çewsandin; gundê Til Eylûl, bi biryara xebatkar Husên Salih Mella (ku kurê xwediyê gund bû), bû penageheke aram ji bo serkirdayetiya partiyê ya li Cezîrê, ew jî bi fermana Husên Salih Mella, gund ji serkirde û endamên partiyê yên ku ji aliyê rejîmê ve dihatin xwestin vekirî bû; Husên Salih Mella jî piştgiriya wan kir, karûbarên wan hêsan kir, û tevgerên wan bi tevahî veşartî ewle kir; di qonaxekê de ku axaftin bi zimanê Kurdî yan dîtina Elêfbaya kurdî gunehek giran bû û rejîmê ew tawan dikirin, û xwediyê wê rastî girtinê dibûn, zîndanîkirin û hemû şêweyên îşkencekirinê dibûn.

Ji bo ewan kar û xebatên wî, Husên Salih Mella weke kadroyekî pêşketî yê kadroyên partiyê, bêyî ku tevlî wê bibe, û bi hemû wateya xwe çalakvanekî siyasî bû.

Di heman demê de Hisên Salih Mella ji ciwanên gund û xizm û malbatên xwe xwest ku tevlî partiyê bibin, piştî demeke kurt jiî damezrandina wê.

Malbata Husên Salih Mella, birayên wî û xizmên wî di nav malbatên yekem de bûn ku bawerî bi rêbaza netewî ya Kurdistanî ya partiyê anîn, û bi nehênî li gund Nivîsgeheka Partiyê çêkirin, bi dizî û bi piştgiriya Husên Salih Mella, ku endamên partiyê û netewperest dê di wê demê de bi tevahî nepenî li hev dicivîn; Si’ûd Mela ku kurê mezin yê Husên Salih Mella ye, ew jî li civînên nivîsgehê amade dibû, tevî ku hîn piçûk bû, û wek kurê Husên Salih Mella, destûr jê re hat dayîn ku gelek caran li ofîsê û guhdarîkirina gotûbêjên endamên partiyê bike, lewma Si’ûd Mela di sala 1963an de tevlî partiyê bû û di wê demê de ew endamê partiyê yê herî ciwan bû, û astengî li ber tevlîbûna wî nedanîn ji ber xizmetên bavê wî Husên Salih Mella û rola wî ya civakî û siyasî.

Kampanya girtina serkirdayetiya partiyê û hin kadroyên partiyê dest pê kir, lewra Ebdulhemîd Derwîş û Hemza Niwêran xwe spartin gundê Til Eylûlê û bi alîkariya Husên Salih Mella ji ber çavan dûr ketin û di nava gundê xwe de ew veşartibûn li malên gund; di wê demê de Şêx Mihemed Îsa ji bo pêkanîna merasima hecê li Erebistana Siûdî bû û ji ber çûna wî ew nehat girtin.

Em amaje dikin ku bi dehan gundên êla Ezîzan li gundewarê Derbêsiyê hene, tevî wê yekê jî nemir Ebdulhemîd Derwîş û Hemza Niwêran ji ber baweriya wan bi kesayetiya Husên xwe li gundê wî Tel Eylûlê girtin.

Di encama girtinan û pêdiviya partiyê bi kesayetên rêbertiyê de hêmanên nû li serkirdayetiyê hatin zêdekirin. Husên Salih Mella pêwendiyên wî yên baş bi her kesî re hebû, û ew wek çavkaniya baweriyê ji bo serkirdayetiyê dihat naskirin û ew vegera milet bû di gelek mijarên civakî û eşîrî de, û hewla partiyê ji bo bidestxistina piştgirî û erêkirina eşîrên kurdan û kesayetiyên civakî û rîspiyên herêmê.

Nakokiyên partiyan derketin holê û ev bû destpêka serdema Çep û Rast, Husên Salih Mella û kurê wî Seûd Mella û xizmên wî li kêleka wê rawestiyan û piştgirî dan tevgera bi navê çep kirin.

Di wê heyamê de, yasaya çaksaziya çandiniyê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat ragihandin, mîna siyaseta Cemal Ebdul Nasir li Misrê, û zeviyên xwediyên sereke ji bo amadekirina derxistina biryara Kembera Erebî hatin desteserkirin.

Partî li dijî van biryaran rawestiya, û hin kesayetiyên civakî û welatperwer beşdarî li dijî van biryaran bûn. Di sala 1966an de, rêjîma Sûriyê dest bi helmeteke girtinê kir di nav refên partî de, û herwiha hin kesayetiyên welatperwer û kesayetiyên eşîrî û civakî, ku roleke wanî berçav di nav civakê de hebû, û Husên Salih Mella yek ji wan girtiyan bû.

Di dema ku ew di girtîgehê de bû, hejmara girtiyên ji bo vê dozê gihîşt 54 girtiyan, Husên Salih Mella kesayetiyek civakî bû û ji ber têkiliyên wî yên taybet bi partiyê û rêveberiya partiyê re, cihê bawerî û rêzgirtinê bû. Hêjayî gotinê ye ku yek ji wan kesayetiyên di zindanê de bû ku di paşerojê de rola wî di partiyê û siyasetê de hebû, Hecî Daham Mîro, û têkiliya wî bi Husên Salih Mella re di girtîgehê de taybet bû, û bi derbasbûna demê re jî ew têkilî pêş ket û her ku çû zêdetir bû û piştî derketina ji zindanê berdewam kir, heta ku koça dawî kirin (Xwedê wan bi dilovaniya xwe şahbike), û heyama wan ya zindanê şeş ​​mehan dom kir.

Huseyn Salih Mella yek ji kesayetiyên navdar bû di girtîgehê de, rastî êşkence û bêrêziya devkî hatin û kesên extiyar jî rastî vê binpêkirinê bûn. Di çarçoveya bûyerên girtîgehê de, beriya girtinê xizmekî Huseyîn Salih Mella yê bi navê Karmo Sîdo di girtîgehê de bû, ji ber vê yekê serdan bi navê wî ji Huseyîn Salih Mella re peydebû, Mella li ser navê xizmê xwe Karmo Sîdo di karî bû serdana xwediyê xwe pêşwasz bike; Bi rêya Husên Salih Mella, girtiyên din jî bi navê Karmo Sîdo dest bi pêşwaziya seredana malbatên xwe kirin, heta ku rêveberê girtîgehê hişyarî da û Karmo Sîdo gazî ofîsa xwe kir û jê re got: Ey Karmo, berî hatina van girtiyan ne xizmên we bûn û ne jî kes serdana we dikin; êdî serdanên bi navê Kermo Sîde qedexekirin.

Mihemed Beg Qadrî Paşa û kurê wî Mustefa Beg, herdû bi hev re li gel Husên Salih Mella re di yek Odeyê de girtî bûn; Piştî biryara berdanê û ayadkirina girtiyan Mustefa beg berê xwe da Kurdistanê (Îraqê); mele Mustefa Berzanî pêşwaziya wî kir û hemû asankarî û alîkarî pêşkêşî wî kir, mal û otomobîl û hemû pêdiviyên wê; Piştî vegera xwe bo Kurdistanê (Sûriyê), nemir Mela Mustefa Berzanî keçeke Mistefa Mihemed Qadrî Beg ji kurekî xwe re xwest (yan Sîhad yan Nîhad bû, bi rastî nayê bîra min); di vê dema dawî de kurê mezin yê Mustefa Qedrî Beg general bû di artêşa Amerîkayê de, navê wî LEWEND bû, û li firokexaneya Hewlêrê xizmet dikir, wek berpirsê gerekiyên û çekên ku ji Amerîkayê di hatin ji bo Artêşa Amerîkayê, agehiyê min nînin ka hîn LEWEND li Hewlêrê ye yan jî vegeriyaye Amerîkayê.

 

 

Hêjayî gotinê ye ku malbata Mihemed Qedrî Beg, Ekrem Beg û Fûad Beg xwe ji binemala Mela dihesibînin û ev yeka han li herêmê tê zanîn ku asta têkiliyên xurt di navbera her dû malbatan de heye.

Piştî derbasbûna heyama 6 mehan, hemû girtiyên siyasî yên li dijî yasaya çaksaziya çandiniyê û yasaya kembera erebî, hatin berdan.

Yasaya çaksaziya çandiniyê hat cîbicîkirin û zevîyên xwediyên wan hatin desteserkirin, di nav wan de erdên bavê Husên Salih Mella ku 14 hezar Donim bûn, piştre li ser Erebên Mexmûrî ku rejîmê ew ji her du parêzgehên Reqa û Helebê anîne herêmên Kurdistan Sûriyê, û bi vî awayî kembera Erebî li ser sînorê bi Tirkiyê re hate bicihkirin, û gelê me yê Kurd hîna jî dibin bandora wan neheq û nijadpereta ewan qanûn û biryar deye; piştî mirina bavê Husên Salih Mella di sala 1967’an de, êdî Husên Salih Mella bû serokê bavikê Koskan ji eşîra Çomran û ewê hewildanê xwe bi zanebûn kir ku erkên xweyê êleyî û siyasî bi jîrbû pêkbîne.

Husên Salih Mella bi taybetî bi Partî û Tevgera Çep re peywendiyên xwe berdewam kir, û li gor îmkanên xwe ji piştgirî û alîkariya wan dudilî nebû û plana xwe ya siyasî ya neteweyî ya Kurdistanê domand, heta ku di sala 1972an de li Kurdistana Iraqê Kongireya Neteweyî hat lidarxistin. Husên Saleh Mella ji bo kongireyê wek kesên welatparêz hatibûn vexwendin. Kongir bi helbijartina serkirdayetiya partiyê û helbijartina Hec Deham Mîro wek sekreterê partiyê bi dawî hat û bi sedema peywendiya kevin yên Husên Salih Mella di rojên zîndana wî de bi Hec Deham Mîro re, û berdewamiya wan pêwendiyan piştî derketina wan ji zindanê, ew têkilî her ku çû zêdetir bihêz bû.

Piştî hilbijartina Hec Deham Mîro wek sekreterê partiyê, peywendiya di navbera wî û Husên Salih Mella de berdewam bû, û bi hevrebûn di helwestên siyasî de û pabendbûna bi rêbaza partiyê ya ku di kongireyê de hatibû pesendkirin, ew têkilî pêşketin û bilind bû. Di heman demê de Husên Salih Mella piraniya serkirdayetiya partiyê nas dikirin û pê re jî peywendiyên wî bi wan re hebûn. Ew bi berdewamî ligel sekreterê partiyê Hac Deham Mîro û endamên serkirdatiya partiyê li bajarê Qamişlo diciviyan û di navbera wan de bîr û boçûnên xwe di şopandin. ji bo pêşvebirin û berfirehkirina partiyê û sûdwergirtina ji ezmûnên wî bi saya peywendiyên wî bi navenda biryardanê re di dema damezrandin û ragihandina yekemîn partiya kurdî li Kurdistana Sûriyê; Û zanîn û pêwendiyeke wî yên taybet bi damezrênerên pêşîn yên Cezîrê re hebû.

Di heman demê de Husên Salih Mella piştgirî û arasteyî kurê xwe yê mezin Si’ûd Mella dikir, ku li ser rêya netewî û Kurdistanî, rêya Barzanîyê nemir, xebatên partiyê bi şopîne, bêyî ku bikeve nav azmûnên ku ji bo wî hatine pêşkêşkirin ji aliyê tevgerên din yên rastgir û olî ve; ewî rêya xwe ya siyasî û ramanî berdewam kir heta ku kongireya partiyê di sala 1977 de hate lidarxistin, di kongir de Si’ûd Mella hat hilbijartin di serkirdayetiyê de wek endamê komîta navendî bi pişgiriza bavê xwe Husên Salih Mella; Si’ûd Mella jêhatîbûna xwe di serkirdayetiyê û çalakiya xwe ya berdewam de îspat kir, ku nebûna wî ya dirêj ji malê normal kir û di heman demê de cihê serbilindî û rûmetê bû ji bo malbata wî.

Si’ûd Mella di hemû kongireyên partiyê de serkêşiya xwe domand û hurmeta xwe li ser her kesî ferz kir, heta ku di sala 2014 de kongireya yekîtiyê ya partiyê hate lidarxistin li Hewlêrê û li wir hat hilbijartin wek sekreterê partiyê, nêzîkî neh salan karê xwe wek sekreterê partiyê berdewam kir; Û di hemû qonaxên xwe de wek palpiştê partiyê bû , û parêzvanê qayim yê rêbaza Barzanîyê nemir û di hemû qonaxên jiyana partiyê de, bavê wî piştevanê sereke û yekane yê wî yê mewdanî û hesteyî, ku di partiya xwe de hemû tiştên pêwîst pêşkêşî wî dikir, û her tiştên gerek bo çalakiya siyasî û şiyanên wî li ser hesabê endamên din yên malbata xwe pêşkêşî kurê xwe Si’ûd dikir, ji bo xizmetkirina gelê xwe û doza xwe; Husên Salih Mella di Adara 2008’an de jiyana xwe ji dest da û li gundê xwe, yê Til Eylûlê, hate binaxkirin.

Xwedêlêxweşbûyî Husên Salih Mella di peywendiyên civakî û eşîrî de xwedî rolek berçav û bibandor bû, mîna rola wî ya siyasî, ew bi qedr û hurmet bû ji aliyê êlên Kurd û Ereban, xwedî roleke berçav û bû li ser gelek mijar û babetên civakî xwedî li herêma cezîrê.

Bila canê wî yê pak, sax û aram be

Rehmet û lêborîn jê re be, û buhiştî be, ku ewî navê xwe di dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsandin.

 

Derbêsiyê 28.07.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…