Hejmara (23) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê “Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” ye , di hejmarê de hejmarek nivîskar û rewşenbîran nêrînên xwe li ser rola pirtûkxaneyan di jiyana wêjeyî û çandî de û girîngiya avakirina Pirtûkxaneya Niştimanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, anîn ziman. Her wiha Desteya Sernivîskariyê ya kovarê raporek li ser rewşa pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kiriye.
Her wiha di hejmarê de çend mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ve hatine nivîsîn hene.
Hejmara (23) a kovara Şermola 184 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.
Di beşa kurdî de ev berhem hene:
pêşekî
– Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Pirtûkxaneya Niştîmanî Pêwîstiyeke Tekez e”..(Desteya Sernivîskariyê)
Dosyaya Hejmarê
– Rapirsiya “Şermola” derbarê rola pirtûkxaneyan û avakirina Pirtûkxaneya Niştimanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.. (Desteya Sernivîskariyê)
– Pirtûkxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Desteya Sernivîskarîyê)
Hevpeyvîna Hejmarê
– Li gel Nivîskar Ebbas Mûsa ye (Hevpeyvîner: Aram Hesen)
Lêkolîn
– Ji helbestên Melayê Cizîrî: DÎSA JI NÛ BÊHAL E DIL .. (Diyar Bohtî)
-Kurd û Perwerde .. (Berzo Mehmûd)
Pirtûkên Derketî
– Pirtûkên Derketî.. (Desteya Sernivîskarîyê)
Serbest
-Kanî Kekê Min?!.. (Salihê Heydo)
Helbest
– Ez li vir im.. (Mihemed Cumaa)
– Hew.. (Aras Qasim)