Sê Rojên Bê bêhinvedan li Kobanî

 Konê
Reş


 

  Di destpêka vê salê de/ 2019, du pirtûkên min:
(Romana Beriya Mêrdînê û Dr. Nûredîn Zaza; Kurdê Nejibîrkirinê) di nav
weşanxaneya Sîtavê de li Wanê hatin çapkirina. Dengvedana  imzekirina min ji wan re li Zankoya Zaxo û
hotêla Kapîtola Hewlêrê di medya Kurdî de belav bû.. Li gor wê dengvedanê, desteya
Çand û Hunerê ya Herêma Feratê ji min xwest ku, ez bi van herdu pirtûkan
beşdariyê di yekemîn pêşangeha pirtûkan de li Kobanî bibim. Min jî bi kêf daxwaza
wan pejirand.

  Wekî din, ji mêj ve min divîbû bajarê Kobanî ziyaret
bikim. Cihê lehengiya Arîn Mîrkan a Efrînî û hevalên wê ji keç û xortên
leheng di pêdarî û berxwedana li Miştenûrê de bibînim.. Arîn Mîrkan; lehenga
kurd ya ku di sala 2014`an de, serê gelê Kurd û navê Kurdistanê di dinyayê de
bilind kir.. Dikarim bibêjim ku, serê
jinê di dinyayê de bilind kir.

  Kobanî; bajarê
van hunermend û nivîskarên kurda ye. Ev ên ku ziman, çand û folklorê me ji
windabûnê parastine û diparêzin wek: Baqiyê Xido, Şahîn Bekir Soreklî, Reşîd
Sofî, Miço Kindeş, Jan Dost, Dilbixwîn Dara, Farûq Hecî Mustafa, Omer Kalo,
Ebdo Seydî, Husên Mihemed Elî, Salih Nasan, Melayê Kurd, Ronî Elî, Muhsin Seyda
û gelekên din hene.

*         *          *

  Di sala 1983`an
de, berî 36 salan, min şevek bi xem li vî bajarokî derbas kir; dema ku min bi
endamên partiya Pêşverû re beşdarî di guhestina termê hevalê xwe Mihemed Hesen
Qitî de kir. Ji Qamişlo me termê wî bir Kobanî.. ew li gundê wî Şêranê spart xaka
bav û kalan û şevek bi xem li Kobanî derbas kir.. Erê, min divîbû herim Kobanî û
(Edla Miho Zade) kebaniya vî hevalê xwe bibînim, herwiha wan çend hevalên xwe
yên ku hîn li Kobanî mane, wan jî bibînim; Mamoste Husên Mihemed Elî yê ku
yekemîn wezîrê rewşenbîriya kantona Kobanî bû, Farûq Hecî Mustafa serokê saziya
(Berçav), Mustafa Henîfe hevalê min yê leşkeriyê, dengbêjê navdar Reşîd Sofî yê
ku wek mîrê Ûdê tê naskirin, digel re jî bidim ser şopa mîrekên Beraza; Mustafa
û birayê wî Bozan Şahîn, yên ku bi alîkarî û beşdariya wan, komeleya Xoybûnê di
sala 1927`an de li Libnanê/ bajarê Bhemdûnê hat damezirandin û gundê wan Meqtelê
ku niha bûye taxek ji taxên Kobanî, di destpêka salên 1920`an de, xweş lan û
hêlîn bû ji welatparêzên kurdan re. Nexasim piştî ku Musafa Kemal û hevalên lîsteyek
bi kuştin, darvekirin û zindankirina navê 150 welatparêzê kurd derxistin. Hingî
navê Emîn Alî Bedirxan û piraniya zarokên wî di wê lîsteyê de bû, vêca ji
neçarî, xwe li li mîrekên Berazan û gundê wan Meqtelê girtin, paspotên xwe li
ser navê Meqtelê ji hikûmeta Fransî di Sûriyê de wergirtin û jê, di welatên
dinyayê de belav bûn. Herwiha gelek welatparêzên kurdan yên din jî, xwe li Meqtelê
girtibûn wek Osman Sebrî û gelekên din.. Dikarim bêjim ku di wî heyamî de gundê
Meqtelê an Kobaniya ku niha ji Meqtelê, Kaniya Mirşid, Miştenûr û Kaniya Ereba
pêk tê, wek Kurdistanek biçûk bû.. Çîrok dirêj e; Komeleya Xoybûn
têkçû.. Cenga Cîhanî a duyemîn destpê kir.. Fransizî ji Sûriyê derketin.. Rola eşîrên
Berazan, mîrekên Berazan û paytexta wan Meqtelê qels û lawaz bû.. Jixwe bi hatina
Daişê re, gundên Deşta Sirûcê, eşîrên Berazan, qesir û qûnaxên Meqtelê, xan û
manên xelkên Kobanî serûbinî hev bûn.

*         *          *

  Ji ber ku çend pirtûkxane
û saziyên rewşenbîrî ji Qamişlo vexwendî pêşangehê bûn, bi min xweş bû ku ez
helbestvanê navdar Ehmedê Huseyinî û hevalên wî re bim û min kar û barê xwe û çûna
Kobanî bi wî û hevalên wî re kir.

  Sibeha roja 12/6/2019`an,
me ji Qamişlo berê xwe da Kobanî. Li Serê Kaniyê sînemevan Azad Evdiko û xwîşka
xwe Narîman ya çîroknivîs tevî me bûn, ew jî vexwendiyên pêşangehê bûn. Piştî
bêhinvedanekê li Serê Kaniyê, me rêka xwe ber bi Kobanî ve berdewam kir. Em di
Til Helefa dîrokî (Waşokanî), Til Erqem, Til Lêliyê, Dehma (Di heyamê Zor Temir
Paşa de, şêxekî ereban bi navê Şêx Deham lê hatiye kuştin, ji wê hingê ve navê Dehma
lê hatiye kirin), Nistel, Hel û Bel (Di navbera Hel û Bel de Derwêşê Evdî
hatiye kuştin), Silûk, Girê Spî, Eynelerûs û em derbasî nav gundên eşîrên
Berazan bûn ta ku em gîhan Kobanî. Bi rê de em çav bi gundên wêran, dexlên
şewitî, dibistanên bê derî û pencere ketin. Te digo qey Holako û Tîmor Ling di
van deveran re derbas bûne..

  Li Kobanî mamoste
Rêzan Nassan û mamoste Xebatê Findê di pêşwaziya me de bûn.. Me pirtûkên xwe li
cihê pêşangehê ku Hola Ferat bû, li ser maseyan raxistin û rastkirin. Herdu
pirtûkên min jî li ser maseyekê di nav pirtûkên HRRKê de hatin rastkirin û ji
nû em çûn mêvanxaneyê. Piştî bêhinvedanekê, em çûn mala hunermend Mihemed Şahîn
şûna bavê wî, yê ku berî çend rojan koça dawî kiribû û ji wir jî em çûn serdana
Neşaat, hunermendê ku dihêle hesin biaxife! Lingekî wî birîndar bibû.

  A dinî rojê
13/6/2019, yekemîn pêşangeha pirtûkan li Hola Ferat di bin dûrişma (Ber bi
ramaneke azad ve bilind dibin
) destpê kir. Gelek weşanxane û pirtûkxane ji Rojava
û dervî Rojava tê de beşdar bûn.. Dor 4 hezar pirtûk hatibûn raxistin.. Bi
vekirina pêşangehê re keç, xot û rewşenbîrên Kobanî bi girsbûn hatin, bi şahî
silav li me kirin û li pirtûkan mêze kirin.. Lê mixabin, kêm pirtûk hatin
firotin.

  Di herdu rojên
pêşangehê de 13-14/6/2019, ew çend dost û hevalên min; mamoste Husên Mihemed Elî,
Farûq Hecî Mustafa û hin hevalên xwe yên saziya Berçav, Mustafa Henîfe û gelek
evîndarên me yên ku qet me hev nedîtibû, hatin pêşangehê. Bi germî silav li me
kirin û yên ku me ew nasnedikirin, xwe bi me dane naskirin.. Her yekî ji wan
alîkariya xwe ji min re diyar kir.. wêneyên xwe bi min re kişandin. Di valahiya
pêşangehê de ez û mamoste Ehmed Huseyinî, Mihemed Şahîn û Azad Evdiko çûn serdana
navenda Berçav, me kar û barê wan pîroz kir.. Di nav re, ez û kak
Mustafa Henîfe çûn mala Edla Miho zade, kebaniya hevalê min rehmetî Mihemed
Hesen Qitî, min ew û Ehmedê Hesen Qitî birayê hevalê xwe Mihemed dîtin.. bi
rastî hevdîtineke xweş û bi keser bû.. Li vegerê em di nav Kobaniya wêran re
derbas bûn, ya ku wek muzexaneyeke zindî ji wêran û kavilbûnê xuya dike.
Herwiha em çûn mala Reşîd Sofî mîrê Ûdê. Di baweriya min de yê ku here Kobanî û
Reşîd Sofî nebîne, wek ku Kobanî nedît..! Di roja 14/6/2019`an de, piştî ku
programê pêşangeha pirtûkan a danê sibê bi dawî bû, me xatirê xwe xwest û wek
ku em çûn, wiha jî em di eynî rêkê re zîvirîn Qamişlo. Belê em ji Kobanî têr
nebûn.

*         *          *

  Ji kesên ku min
ew nû li Kobanî dîtin û ku ked û xebata wan di warê kurdewariyê de heye,
mamoste Salih Nasan e. Berê min navê wî dibihîst, lê min ew nedîtibû. Camêr du-sê
caran hat pêşangehê, ez û wî û mamoste Husên Mihemed Elî baş bi hev re axifîn.
Wî gelek serpêhatiyên xwe yên kurdewariyê li Beyrûtê û Şamê ji min re gotin. Nexasim
dema ku di destpêka salên 1970`î de li Beyrûtê, di Zankoya Amerîkî de dixwend, hinge
wê dîwana Seydayê Cegerxwîn (Kîme Ez?) bi dektîlo nivîsand û di
rêka hevalekî xwe re ku di çapxaneyekê de dixebitî, di sala 1973`an de çap kirin..
û ji min re behsa dîtinên xwe bi Cegerxwîn, Osman Sebrî, Ekremê Cemîl Paşa,
Abdulhemîd Derwêş, Xelîlê Sor, Omer Çetîn, Seîd Yûsiv, Mehmûd Ezîz, Mihemed
Şêxo û yên mayî re kir.. Destpêka ku me hev dît û bi hev re axifîn, berê xwe da
mamoste Husên Mihemed Elî û bi henekî jê re got: “Koçên me li hev ne
qelibîne
“, bi wateya ku nû em hev dibînin.. Hem jî, dema ku behsa Apo Osman
Sebrî
hat kirin got: “Em Gêtikî xwe bi xwe ne” û berdewam kir û
got: “Ew Dîktatorekî paqij bû” .(كان
دكتاتوراً نزيهاً) kêfa min ji
mamoste Salih Nasan re hat.. Hîn giyanê xortaniyê hildigire û pîpa wê ji dest nakeve.
Temenekî dirêj jê re hêvî dikim.

*         *          *

  Hêjaye
gotinê; dema ku Kobanî û Deşta Sirûcê ji rex hêzên tarî (Daişê) ve hatin
dagîrkirin, hingê Kurdistan hat hejandin..! Kurdistanî bûn yek û di encam de Pêşmegeyên
Kurdistanê bi fermaneke fermî ji serok Barzanî, di hawara xelkên Kobanî de hatin..
Li kêleka Yekîneyên Parastina Gel bervedêriya xaka Kurdistanê li Deşta Sirûcê kirin.
Ev yekemîn car e di dîroka Kurdistanê ya nû de, ku pêşmerge dervî xaka Başûrî
Kurdistanê di hawara kurdan de dirin. Vê yekê dilê Kurdistaniyan geş û xweş kir.

*         *          *

  Min Kobanî,
bajarekî xweş dît.. Tevî kuştin û wêraniya ku hatiye serê xelkên wê, min ew
giyanê mêranî, pêdarî û berxwedanê di çavên keç û xortên wê de dît.. Niha
Kobanî ji Başûr û Rojava ve wek bajarê (Cina!) ava dibe.. Avaniyên nû ji çar
qatan, tu dibêje qey şîn dibin, ber bi asman ve bilind dibin.. Eger aramî wiha
berdewam be, 10 salên din, wê Kobanî ji bajarên pêşketî be di Sûriyê de.

  Dawî, spasiyên
xwe ji xelkên Kobanî, rewşenbîrên Kobanî, HRRKê, Berçav û mamoste Husên Mihemed
Elî re pêşkêş dikim.

Qamişlo
20/6/2019

  

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…