Kurdo!

Konê Reş

 Kurdo! Qey qedera te ye tu di welatê Mezopotamiya de hatiye çandin..! Li ser peravên herdu çemên bêrawestan; Dicle û Ferat hatiye danîn… Di navbera herdu çiyayên bi heybet û saw; Zagros û Toros de mezin bûye.. Di hêrik, newal û deştên te de genim hatiye çandin, sewal hatine xwedîkirin, tekelên erebeyan hatine çêkirin, şaristanî, lê hatine avakirin.. Nûh pêxember bi keleka xwe ji geliyê Laliş destpêkiriye, di ser çiyayê Şingalê re derbasî çiyayê Cûdî bûye û lê rawestiya ye.. Pêxember di nav xaka te re derbas bûne.. û wiha jiyanê ji welatê te destpê kiriye..

 Lê îro tu xemgînî.. Ji ber ku ji çarhawêr ve tebayên daristanê êrîşî yekîtiya te dikin.. nahêlin aramî bibe mêvanê te û mirovên te di tenahî û azadiyê de bijîn.. Mezopotamiya bêje! Gunehê kê ye?! Gelo qedera te ye?!!
 Qedera te ye ku tu bi tena xwe, ala welatê Mezopotamiya bilind bikî.. Ma ne tu neviyê Waşokanî, Orkêş, Kewkebê Millan, Kepezê Kîkan û Qereçoxê Mosîsana ye.. Ma ne tu neviyê Mîr Bedirxan, şêx Ebêdellahê Nehrî, Mele Selîmê Bedlîsî, Şêx Seîdê Pîran, Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemirî.. Bêje, bê tê çilo wê Ala Rengîn di ser welatê xwe Mezopotamiya re bilind bike?
 Erê, wek ku sofiyên kurdan dibêjin; qedera mirov li ser eniya wî hatiye nivîsandin.. Gelo li ser eniya me jî hatiye nivîsandin ku, em berpirsyarên bilindkirina ala welatê xwe bin..? Erê li ser eniya me hatiye nivîsandin ku, bilindkirina ala welatê me, perpisyariya me be.. Al, ala Mezopotamiya ye, ala xakê ye, ala zimanê Kurdî ye, ala biratî, wekhevî û mirovahiyê ye.. Ala hezkirin û lêborînê ye.. Û ev al nayê bilindkirin ku ne bi yekbûn û yekîtiya zimanê kurdî be.. Nexasim di wiha qonax û rojên dîrokî de, ku em tev di ber bilindkirina ala welatê xwe û hebûna xwe de berpirsyarin.. Û di rojên ayînde de, wê pirsyan ji me tevan bêne kirin, em ê tev di bin zêrevaniya dadgeha gelê xwe re derbas bibin..
 Xuya ye hêjî pêdiviya me bi Şêx Ehmedê Xanî heye, yê ku ji berî 350 salî ve li dor yekîtiya Kurdan wiha gotiye:
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xwedan kemalat..
 Kurdo! çima em fêr nabin?! Gelo raste em fêrî koletiyê bûne..?!!
Şiyar be Kurdo, hay be Kurdo! Yekîtî kilîta azadiyê ye, yekîtî serxwebûn e, yekîtî pêşketin û rûmet e..
Kurdo! Qedera me ye ku, em birayên hev bin; tu birayê min be, ez birayê te bim û ew ên xiristyan (Siryanî, Ermenî, Aşûrî û Kildanî), Cihû û Ereb hevalên me bin û em tev zarokên Mezopotamiya bin, Mezopotamiya dayika me be, hêlîna me be û welatê me be..
 Qedera me ye Kurdo ku em xwe ji berjewendiyên xwe yên kesayetî daweşînin û xwe bikin yek, gotina xwe bikin yek û li ber xwe bidin, di ber hebûna xwe de pîkol û berxwedanê bikin, ji ber ku dîrok dilovaniyê nake û bela zarokên me gazin û loman ji me nekin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…