Li ser Pirtûka Dr. Hussein Hebeş û Tosinê Reşîd Qanatê Kurdo, Jiyan û helwest

Cankurd

Qanatê Kurdo, bêguman jiyana xwe kir berdestiya neteweya Kurd, gelek sal û mehan xebat kir ji bo ziman, rêziman û wêjevaniya gelê xwe yê bindest û niştê xwe yê parçekirî, lew re berhemên wî wekî stûneke stûr in di binyada teviya zimanzanîn û wêjenasîna Kurdan de. Ev pirtûka herdu hêjayan: Dr. Husên Hebeş û Tosinê Reşîd wê bêtir rohniyê bavêje ser kar û keftelefta vî mirovî, ku mîna mûmekê jiyana xwe da sotandin, da zimanê kurdî biparize, kûrtir û firehtir bike û bingehêd wê yên rêzimanî bide diyarkirin û nasdan. Ez dikarim bibêjim, ku ev pirtûk hêjatirîn pirtûk e li ser kesekî, ku mezintirîn zimanzanê gelê Kurd e.

Baş tê bîra min, ku pirtûkeke wî li ser rêzimana zimanê kurdî, giringtirîn jêdera ku ez jê fêr bûme zimanê dayîk û bavê xwe, di dema ciwaniyê de, tevî ku ew bi tîpên Kirîlî bû û min pir giranî di xwendina wê de didît. Li bajêrê Helebê, di pirtûkxaneyeke Ermenî de hinek berhemên Kurdên Sovyêtistanê dihatin firotin, lê ne pir kesan dizanî ku pirtûkên bi Kurdî  jî li wir hene. Zimanê Qanatê Kurdo ne dûr e ji yê gelê me li navçeya Kurdaxê/Efrînê, û ji ber wê yekê ez bi asanî têdigiham ew çi dibêje. Min ew pirtûk li gel ya Reşîd Kurd, ku ew jî li ser zimanê kurdî ye, wekî samaneke giranbiha hajê dikir.  
Ev berhema Dr. Hebeş û Tosinê Reşîd, ku  ji 260 rûpelan e, tê de rengareng gotar li ser jiyan û nivîsekariya Prof. Qanatê Kurdo hene, ku ji aliyê gelek rewşenbîrên navdar ve hatîne lêkirin,  bi harîkariya Dr. Beşar Moustefa û weşanxaneya wî ya bi navê SerSera li Berlin, bi çapeke ciwan û serkeftî, hatiye belavkirin û di bin jimareya fermî (ISBN: 978-3-96640-041-1) de derketiye. Ev çapa sêyemîn e, ku heta niha rohnî dîtiye, berê  carekê ji aliyê weşana Hogir ve li Bonn/Almaniya, di Gulana sala 2000î de û careke dî ji aliyê Yekîtiya Nivîsevanên Kurd ve, li Duhokê, bi tîpên klasîkî hatiye çapkirin, û sala 2009ê bo Internetê jî bi bûneya sedsaliya Qanatê Kurdo hatiye amadekirin.   
 Di pirtûkê de, li gel sergotinêd herdu nivîskarêd wê, gelek gotar û berhemên li ser jiyan û xebatên Prof. Qanatê Kurdo hatîne, ji wan jî gotarin ji Rûsî hatîne wergerandin hene.     
Bi kurtî: Ev xebateke mezin e, li ser Fîlosofekî, zimanzanekî, lêkolînerekî û wêjevanekî ye, ku mîna durreyekê li ser eniya rewşenbîriya neteweya Kurd wê hetaheta vebirîse û wê harîkar be, bo her kesekî, ku hezkiriyê ziman û wêjeya gelê Kurd e. Divê ev pirtûk ciyekî bilind  li bal her nivîskarekî Kurd de bistîne.
Berxwedar be, hêjano, hem lêkirên pirtûkê: Dr. Husên Hebeş û Tosinê Reşîd, hem jî derhênerê wê Dr. B. Moustefa. Mala we ava be.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…