Nîşanên wêjeya kevneşopî

Dr.Phil. Ebdilmecît Şêxo
-2-
Bê guman em di vê  kurte danasîna nîşanên wêjeya kevneşopî de xwe hildipesêrin hin çavkaniyên zanistî  û em pir bi kurtî dinivisînin. 
1-Rastgotin û yan nêzîkî rastgotinê:Ango;divê helbestvan di berhemên  xwe de rastiyan yan nêzîkî rastiyan binivisîne û pêwîst e ew ji pêjnan dûrkeve,ji ber ku rastgotin  bi xwe ciwan û xweserî ye,lewra jî wêjevanên klasîk dibêjin:Em tenê kanin dengên xwe bi riya rastiyan bighînin piraniya gel.
Wêjeya klasîk hunerek sêkolocî û derûnî ye jî,ji ber ku ewa giringiyê dide hundir û naverokên mirovan,lê dûrv û dîdema derve ya wêjeya klasîk  tenê ji bo ciwanbûn û qeşengiyê  ye.
2-Hişmendî:Wêjevanên klasîk dibêjin:Tenê hiş kane bibe mîna dadgir û gelan arast bike û mirov kane bi riya hişê rastiyê û çewtiyê  ji hev cuda  bike,ew dihîle ku nivîskar ji şaşiyan dûr bikeve û bi şêweyeke rastîn derd û şahiyan mirovan  derbibire.
3-Şopandin û çûyîna ser riya wêjevanên Kevin yên Yonaninstanê:
Wêjevanên klasîk bi çavên bilind li wêjevanên Yonaniyan temaşe dikin, wan pîroz dibînin û hin nivîskarên cîhanî jî mîna Malêrb,Belzak,Rasîn û lafonton van nêrînên jorîn li ser wêjeya klasîk  dipejirînin û diçespînin.   Di vê derbarê de Lafontîn dibêje:(Eger tu di wêje de li ser riya klasîk  de neçî,yanê tu di rêkeke xwar û çewt de diçî).
4-Hunera Bilind:Çênabe ku wêjevanê klasîk ji çarçewa rêbaza hunerî derkeve,lê divê ew bi  dijwarî jî ne nivisîne û herwisa jî divê ew ronîkirin û hêsaniyê di afrandinên xwe de biparêze.

-2-
5-Wêjeya mirovne:Bîrcanê dibêje:(Wêjeya me ya klasîk,wêjeyek mirovane ye,ew ji mirov derdikeve û ewa dixwaze pêdiviyên mirovan pêk hûne.
6-Wêjeya klasîk ne ya kesayetiyê ye:Di vir de nivîskar nirîna xwe ya taybet rasterast dernabrîne,lê ewa bi riya kesayetiyên din helwest, raman û nirînên xwe  dibêje,wek nimûne,şanoger di şanoyê de nirîn û gotinên nivîskar bi dengê xwe dibêje û nirînên nivîskar ne rasterast dide diyarkirin.
7-Derbirîn bi zimanê dayikê ye:Klasîkên pêşîn dest ji nivisîna zimanê latînî  berdan û dixwastin bi zaravê xwe binivisînin û wan bi peyvên nû dewlemend bikin,bi vî rengî jî ewan zimanê xwe pêşda birin û ew ji peyvên biyanî  rizgar kirin,lê pêwîst e were gotin jî,zimanê niştimanî li nik nivîskaran ne mîna hev bûn,her nivîskarek zimanekî xwe taybet hebû,yanê;mebest ev e ku ferhengek taybet li cem wan tunebû,lê di warê şêwaza nivisînê de,riweştên  wan bi gelemperî hevbeş bûn.
8-Bandora olî:Di destpêka de wêjevanên klasîk di vê baweriyê de bûn ku ola xaçeperest  dikane hundirê mirovê xerap paqij û rindtir bike.
Herweha jî wan digotin:(Wêje ne tenê ji bo ciwaniyê ye,lê divê ewa mirov di warê sincî  de jî perwerde bike û giyanê wî bi mirovperweriyê  avde),bi kurtî ew dibêjin:(Ciwanî û qencî  di ol de hevalcêwî ne.)
9-Vegerîn li paşmayênên Kevin .
10-Şayiskirin (Wesifkirin).
11-Galtebarî(Henekî).
12-Amojgarî(Şîretkirin).
Bi gîştî;wêjeya klasîk herdem li rastiyê digere,ew ji pirsgirêkên taybet dur dikeve û li ser kêşeyên bingehîn radiweste.
Dîsan jî tête gotin ku bingeha felsefa  wêjeya klasîk,felsefa ciwaniyê ye,ewa dengvedan û rengvedana baredoxa civakê ye û diyarkirina rastiyê ye .
 -3-
Wêjeya klasîk di aliyê zimên de
—————————————–
Di wêjeya klasîk de hunera peyvan pir heye,ji ber ku zimanê wêjeya klasîk ,zimanê arstokratan  bû û ji bo arstokratan hatibû nivîsandin.
 lê em nikanin zû vê nirîna jorîn( Zimanê Wêjeya klasîk ji bo arstokratan  hatibû nivîsandin),li gor em wêjeya  gelê xwe  û gelê Ereb nas dikin,ew bi gelemperî  ji bo hemû gelên xwe ne û hemû helbestvanên klasîk yên gelê Kurd û Ereb mînakên geşdar in.
Herdîsa wêjeya klasîk pir hişk e ji ber ku ew axivtinên xwe arastî hişê dike û piraniya helbestên klasîk sazemendî ne.
Bê guman mebesta me ji vê  pênasînê ne ew e, ku em helbesta nû bê nirx  û bê rolbala dikin,Na! Her cureyek  ji wan çêşek xwe taybet heye,û gulistana helbestan bi cureyên gulên têkel tête xemlandin û bi taybetî eger hemû gul jî bêhin xweş bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…