Hîna li cihê xwe ye

Mehmûd Badilî
Hîna li cihê xwe ye
ew darika miradan
û rê jî hîna di ber re dere 
Ew terîşê sor yêku me bi hev re 
bi şaxekê ve girêda 
hîna li ber bayê li badibe 
bi rêbiwaran re dikene
dilê kesên bê hêvî direvîne 
û evîndarên dilmayî gurêxî raperînê dike
Hîna ew terîş ne riziya ye
û hîna li ser wê xwêdana destên me tere 
Li hêlek darê zeviyek genime 
Li hêla din zevîyek pembo ye
Li wê toprexê erdekî bor heye
çend kevirên sêwê di rengê gorekê de 
û gulek sor î tenha weku bi xwîna sîperekî tê avdan tim bêhna wê lidare
Hîna dara me ya miradan li cihê xwe ye
û bi xwestekan xemilandiye
Hîna em pala xwe didin qurmê wê
û xwe bi siya wê dinixumînin
û giyanê wî sîperê evîndar
li ser me difire.
27.03.19

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…