BERIYA MÊRDÎNÊ (ROMANA HEYAMÊN DERBASBÛYÎ)

  XALID CEMÎL MIHEMED / Hewlêr

“Beriya Mêrdînê” Romana Jînenîgariyê
Jînenîgarî yan jiyaname  ku bi (biography) tê naskirin, corek ji nivîsê ye, hejmarekê ji serpêhatî, çîrok, bûyer û bîranînên nivîskar, derbarê gelek qonaxên temen û jiyana xwediyê wan berheman, li xwe digire. Di nav de jî, hizr, bîrûbawerî, rewşa jingeh, civak û navçeyekê yan bêhtir ji dever û herêmeke cografî, tê de nîşan dide û bi şêwazekî hunerî, wêjeyî û ciwan vedibêje û behs dike, lê tewerên sereke yên berhema jînenîgariyê, hizr, raman, hest û nestên nivîskar in, herwiha wêstgehên sereke û girîng in di jiyana wî de, ku di demên bûrî de derbas bûne.

Konê Reş di pêşgotina romana xwe de dibêje: “Dema nivîsandina vê pirtûkê min bi firehî hêviyên xwe berdan ser bîra xwe ya zaroktiyê, serwextiya xwe ya niha û bi zanebûna xwe ya îro û ezber, wek şahidê (dîdevanê) demekê ji dîroka me Kurdên Rojava (Cizîrê), min beşek ji bîranên xwe di Beriya Mêrdînê de daniye ber çavan û ji xwendevanên Zimanê Kurdî re pêşkêş dikim… Ev beş ji bîr û serpêhatiyên min, wek ku min dîtiye û bi min re derbas bûye, min avêtiye ser pelikan. Bi hêvî me ku ez karibim di beşên mayî de jî, bêtir hûrgiliyên zaroktiya xwe, serpêhatiyên jiyana xwe û xelkên herêma xwe bi rast û durist wek ku hebû bînim ziman..!”
Dibe ku jînenîgarî derbarê jiyana nivîskar bi xwe be, bi awayekî wêjeyî, hunerî, weke çîrok yan roman bê dariştin. Di nav de jî, behsa gelek mijaran bê kirin, bi awayekî ku piraniya wan mijaran girêdayî kesayetiya nivîskar bin.
Jînenîgariya romana “Beriya Mêrdînê” vegotina çîroka rasteqîne ya nivîskar (Konê Reş) e. Tê de behsa gelek aliyên jiyan xwe dike, lê wan aliyan tevlî dîroka herêma Beriya Mêrdînê dike.
Derbarê vê jînenîgariyê jî, Konê Reş dibêje: “Bêguman, ev beş ne serboriya min tenê ye, lê belê serboriya piraniya nifşê min e. Şêweyek ji şêweyên jiyana min û jiyana hevçerxên min e, di Beriya Mêrdnê de, dibe ku sûdeya xwendevanên me, yên roja îro û sibe tê de hebe….Dubare dikim ku naveroka vê pirtûkê, ji giringtirîn dîmenên ku min di zaroktiya xwe de, dîtine û ji hin bûyerên ku di xortaniya min de, hatine serê min, pêk tê. Bandora herdû qonaxan bi berdewamî li min hatiye kirin û wan ez kirime (Konê Reş)”
Rêzbendiya xelekên wê jînenîgariyê, li gorî dem û qonaxan hatiye, hinek caran jî, li gorî bûyer û bîranînan hatiye dariştin, herwiha bûye bi şêweyê nivîsandina dîroka wê herêma ku rûberê wê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide û dike yek parçe, lê di navbera wan de, têlên sînor hatine danîn û ew rûber, li ser SERXET û BINXETê dabeş kiriye.
“Beriya Mêrînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)” jînenîgariya nivîskar, ne bi şêwazê dîroknivîsînê, lê belê bi şêwazê romana jînenîgariyê berceste dike, ku tê de, dem, cih, kes, bûyer, diyalog û hemû hêman û regezên romanê bikar anîne. Ne tenê rewşa derveyî kesayetiya xwe, lê belê nav û derûna xwe jî, tê de diyar dike.
Bi şêwazekî hêsan û zimanekî rewa û hevgirtî, ligel dariştineke ciwan û wêjeyî, hejmarek ji tabloyan hatine nîşandan. Di wan tabloyan de dîmenên jiyana nivîskar diyar dibe, lê di nav de, wêneyên dîroka civaka li ser wê cografyayê diyar dibin.
Bi vê romana jînenîgariyê nivîskar dixwaze xwe bi xwe nas bike, herdem xwe bide nasîn û nasname û kesayetiya xwe diyar bike, lewma ew bûyerên rasteqîne li ser jiyan, jîngeh û civaka xwe nîşan dide, bêyî ku bûyer û kesan ji sawêra xwe biafirîne, weke ku di romanê de pêk tê, êdî di vê xalê de, jînenîgariya vê romanê diyar dibe.
Rêzbendiya bûyer, xelek û qonaxan, li gorî ger û pêvajoya demê hatiye. Di nav de zanyariyên riyalîstîk û rasteqîne, ji çavkaniya bîranînên xwe werdigire. Wan zanyariyan, derbarê qonaxên girînig ji zaroktî, ciwanî, temen û jiyana xwe radigihîne.
Bizaveke takekesî bû, gihiştibû astekê ku pêwîstiya wê bi derbirrînê hebû, ew derbirrîn, bi şêwazê romana jînenîgariyê hate berhemanîn û ristin, ku bûye nimûneyek ji bo jînenîgariya gelek kesên ku li wan navçeyan dijiyan, yan jî dibe rewangehek ji bo kesên ku dixwazin zanyariyan li ser wan navçe, civak, jîngeh, dabûnerît û nişteciyan binasin.
Mikurhatin, bîranîn, bîrname, gilî û gazin, bi rastgoyî, li ser tevnê romanê hatine raxistin. Êdî rûpelên jiyana mirovekî vedike û ronahiyê davêje ser aliyên balkêş, di wê jiyanê de, bêyî ku ciwaniya şêwazê dariştin û vegotinê piştguh bixe, bi mebesta parastina nasnameya wêjeyî û hunerî ya berhemê.
“Beriya Mêrdînê” ne tenê çîroka jiyana takekesekî bi navê (Konê Reş) e, lê belê ayîneyek e ji bo dem û dewra dîrokê, herwiha bizaveke dewlemend werdigerîne û ji bo xwendavanan vediguhêze, ku ew jî ligel wî beşdariyê di wê bizavê de bikin û nerîn û axaftinên wî li ser demeke dîrokî ji jiyan û civakê,  di nav de jî hest û helwestên nivîskar, ku bi awayekî wêjeyî vedibêje, binasin. Hin ji bo nasandinê, hin ji bo dilxweşkirinê û hin jî ji bo belgekirina serdemeke dîrokî û navçeyeke cografî.
Piştî temenkî têrbizav, Konê Reş romana jînenîgariya xwe nivîsandiye û ji çavkaniya bîranînên xwe, dîmen û wêne wergirtine, wiha jî rûpelên jiyanekê nîşan dide, ku bi ser asoyan de vekirî ye. Di nav de pirsên girêdayî civak, niştiman, dîrok û mirovan hene, bi egera ku bersiv êdî li cem xwendevanan peyda bibin, yan jî di nav rêz û hevokan de li wan bigerin û bibînin.
Hokarên nivîsandina romana jînenîgariyê
Çi hiştiye ku Konê Reş romana jînenîgariya xwe binivîse û belav bike?
Derbarê vê yekê, gelek eger hene, ji wan jî: Hest bi derbasbûna demê, hest bi girîngiya zanyariyên ku li cem wî kom bibûn û pêwîstiya wan zanyariyan bi weşan û eşkerekirinê hebû, girêdana bi civak û jîngehê, girêdana bi welat û netewe, hezkirina Zimanê Kurdî, demên zaroktî û xortaniyê, herwiha pêwendiyên malbatê, jiyana gundan, têkiliyên navbera SERXET û BINXETê, çîrokên sînorê navbir, di navbera herdu aliyên bakur û başûrê Deşta Mêrdînê de, hemû di avahiya romana jînenîgariya “Beriya Mêrdînê” de hetine ristin.
Nivîskar bûyer li gorî cih û demê xistine rêzbendiyê. Ji zaroktiyê heta xortaniyê, di nav de jî bikaranîna sawêr û wênekêşana bizav û deveran, ku rûberekî berfireh ji cih, dem û jîngeha wê cografyayê li xwe girtiye.
Konê Reş li ser wê cografyayê jî dibêje: “Beriya Mêrdînê an Deşta Mêrdînê, deştek bi nav û deng e. Beşek ji parêzgeha Hesekê ye, anku ji Cizîrê ye; deştek rast, dûz û fireh e. Ev deşt ji bakur ve, ji Çiyayê Omeriyan, Mazî, Hêrik û Deşta Wêranşarê, Qelaçê Hilêliyê, Çiyayê Xursê û Çiyayê Mêrdînê destpê dike û ber bi başûr ve dirêj dibe ta ku digihêje Çiyayê Ebdulezîzê Geylanî (Kizwana). Ji Rojhelat ve Çemê Ceqceq e û ji rojava ve Çemê Xabûr e.”
“Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)” xwe sipartiye dîrokê, lê pabendî bi wê yekê kiriye, ku merc û akarên hunerî, wêjeyî yên romana jînenîgariyê werbigire.

* KONÊ REŞ: Nivîskar û helbestvanê kurd. Navê wî (Selman Osman Ebdo) ye. Sala 1953an li gundê Doda yê ser bi Qamişlo jidayik bûye. Ji berî nêzîkî 40 salî ve, bi Zimanê Kurdî dinivîse û bêhtir ji 20 berhemên wî yên weşandî hene.
* Ev herdu pirtûkên wî yên nû: Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) û Dr. Nûredîn Zaza (Kurdê Nejibîrkirinê) ji aliyê Weşanxaneya (SÎTAV) ve, hatine weşandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..