Vejîna di Geliyên çiyan de.

Nizar Yosif

Şêwekar û nivîskar ê hêja Yehya Silo çawa kêferata vejînê ji geliyên çiyan, di Roman a xwe de, di de nasîn?
Dema navê çiya yê Herekol li ber çavên mirov dikeve, yan jî bi guh di bihîze,di heman demê de koçerî û rêwîtiya Zivistan û Havînan û Zozan û bane û baneyî têne bîra mirov. Tevlî dîmen û dîdarên sirûşt a bijon, û azadiya xwezayî ya bê sînor, ya mirov û Sewalên wan, ber çavan re weko tablûyekê derbas dibe. Efsaneyên Bab û Babîran û Pîrikan, ji me re gotin û reng kirin, mirov hema pê re dikeve nava zozan ên Herekol ê Mîran, û gelî û newal û kop evrazên û behişt a wî, û pê re dijît.

Nivîskar Yehya Silo di vê romanê de(Vejîna di Geliyên çiyan de), bi ciwanî û bûyerên li çiyayê Herkol ê re, me li nava xwezaya kurdistanê di gerînê û di de nasîn. Di nava xweşî û asêbûna vê xwezayê re şehitandina civaka kurd biwêj dike, hejarî û pirîşanî û rola paşketina civakê,û nakokiyên di nava lehing û kesayetiyên Romanê de, di rûdawan de, li ber çavan datîne.
Roman bi awayek rehet û nerm, ji xwêneran re daye nivîsandin. Zemîn û jiyana kurdan ya rojane zelal dike, weko her nivîskarekî rasteqîniyê û hunera wêjeyî, li hev suwar dike, di vê diramayê de hewl daye, giyanê kurdayetî û exlaq û çanda wî bide nasîn.
Di nava bûyer û axaftin ên kesan re, ji aliyekê pîstûrî ya dewlata Tirkan û çeteyên wê, û zordestiya gelek destekên wan, ji ax a û kesebazan, û ji aliyê din rewşa paşketina civakê, li bakûrê kurdistanê û nakokiyên di nava herdu aliyan de, tevlîhevî û şehitandin diyar dibin.
Xwêner xwesteka nivîskar tê digihe, di guhertinê hişyarbûnê yên ku bi (Hemo) re çêbûyîn, û xwestekên wî yên ku şoreşê bi xwe re anîn, û kesayetiya gundiyek sade, şivan ê dîn ( Dîko),berz dibin.
Roman di navbera kêşûvekêşa civakî,netewî, û ramyariya Îdyolojî de, bi konevaniyê ve girê di de.   
Bi gropa Girîla û hatina parêzerên gundan( Çete ) re, di de nîşandan, ango şêwazên xebata şoreşvanan bi gel re, zehfbûna parêzerên gundan( Çete ), bi awayek zindî me datîne li ber kuştin û gorîdanên kurdan. Jiyana hejarî û delîvên ajotinê yên kêm, Gundên asê , bi suwariya Dewaran û Traktora kevnar! Ji hemî sinifên milet.   
Yehya Silo girêdana nifşên nû bi netewa wan ve, bi taybet kesên ji parçeyên kurdistan yên corbicor hatin, û tevlî Girîla bûyîn, bi têkilheviya sîkolojî ve, di de nîşandan. Wêranî û kambaxiya li ser wan herêman de tên, di koçberiyê û valabûna gundan weke tablûyek xemangirtî zelal dike.
Nakokiyên dewleta Tirk bi estixbarat û Medyayên xwe, di nava civaka kurd de diçîne,û bi derûniya wî di lehîze, di veqetandin û ji hevketina gundiyan de, tê pêkanîn, bi hemî awayan paşverûtiyê di parêze. Mixabin bi encamên zordestî û hêrîşên leşkerî û cengên xweser yên dewleta Tirk li dij kurdan, bi hezaran gund ji xwedanên xwe vala bûne. Di vê roman ê de weke nimûne, rewşa hemî herêmên kurdistana bakûr tîne ber çavên xwendevanan.    
Em bi hîvî ne ev roman bi be hêz û derî ji berên berhevtir û nûtir re, hêja Yehya Silo  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…