Qereçox çiyayê dastan û omêda

Îsa Mîranî

Çiyayê qerecox beşek ji zincîra ciyayê bêxêre ji rûjhilatê ava mezin(dicle) vedkişi bi aliyê rûjava li bara gundê pêşabûrê bi rûbarê dicle tê birîn
Qereçox bi tevaya xwe dikeve kurdistana rûj ava sînûrê wê ji rûjhilat rûbarê dicle û kendalê tûremêşa
Rûj ava xana serê û çiyakê şêxê dîn
Bakur deşta hesina
başûr deşta bakur ya çiyaye şingalê

Bilindiya wê ji derya 779mitre navê wê ji  du gotina pêktê(qere):reş û( çox): gelek angû çiyayê gelek reş û bingehê vê gotnê turkiye û  dever bi tevaya xwe vûlqaniye kevir reşin û xak sore û gelek kanî li hawîdorî çiyê hene wek kanya keçikê û kaniya Dirêj û kanya xew xwe$ li qubletê jî hene wek kanya helewist û kanya mekinê  pêzanînê zanistî li ser deverê gelek kêmin lê pêzanînê devikî gelek hene ji bav û kala hatine wergirtin
Tê gotin çiyayê qereçox bi tevaya xwe daristanek serûştî bû bara bihtir ji darê wê
ev cûre  bûn1-berû 2-kezwan –3-çilû
li aliyê bakur gelek darê fêkî hebûn lê bi egerê birîna hovane û çêrandina sewala darê serûştî lê neman jibilî dû dare berwa temenê wan gelek mezine ewjî bi egerê bawerînê ayînî û  gelerî man yek li ser kûpê çiyêye nave wê dara keçikêye û ya dî li alyê bakure navê wê dara  kurike- lawik- û li dora wê dare şînwarê bajarek dîrokî heye navê wî bajarî bajarê kurike-lawik- û li ser va herdû dara dastanek evînî tê gûtin binavê dastana kurik û keçikê
“Dibêjin” lawik nave wî kurkê   ruyale lê keçik bê nave û di Kevin tevna evîna zor û bi egerin civakî dorî hev dikevin û ji ber hev wenda dibin lê lawik sozê dide cane xwe kû li male ne zivire heya evîna dilê xwe nebîne û piştî demek dirêj hev dibinin keçik li ser kûpê qereçox û kurik li binya nizara bakur ber hev di bezin lê berî bighin hev ji eşqa evîna resen herdû dimirin û cihê wan du dar şindibin yek navê wê dara keçikê û ya dî dara kurike û herdû muqabilî hevin û bûne cihê bawerînê gelerî wek darê Mirada heçî miradek ya wan hebê û bê hevî bimîne qesta wan dara dike û paçekî peva girêdiden û bendewarê wê hîviyê di mînin û ew omêde hin tendurstîne û hin evînîne û hin jibo anîna zarokane
Gelek êl û hoz û eşîra li wê deverê danîne û pirania wan lê nemane jbilî êla koçerê mîran pê zanînê devikî di bêjin êla herî mêjoyî lê danî êla misûsanane ew jî êlek ji êlê êzidiyane û heta îro di bêjin Qereçoxê misûsana  gelek war û gund bi nave wan hene wek – ware reşika – bîra sêvo – xatir can – bîra rûvî – qepo
2-êla şikaka ewjî demek dirêj lê mane û heta îro şînwarê konê Himze begê şikakî li ser girê himamoka xwyaye û nave gund îro Himze bege
Nayifê paşê serokê êla koçerê miran wek rêz girtinek taybet her sal pargînê konê wî nû dikirin jibo şînwarê wî wenda nebin û piştî barkirina şikaka hinek ji wan man  û nave wan kirin ga westyayê şikaka û piştra bûn beşek ji êla koçerê miran îro nave wan Berzerîne
3- êla koçrê mîran piştî van herdû êla bi egerê koçerîtiye lê danîne û sewalê xwe lê çerandine û piştî şoreşa şex seîdê pîran 1925 lê akincî bûne û gelek gund avakirin wek beroj û gir Kendal û himze beg û dehê gunda li bakur û başûrê çiyê avakiin dema misûsana lê danîn dibêjin şerek giran û dastanî di nêbena wan û êla kîkan da hat pêxistin û divî  şerî da sê mêrxas hatin naskirin heta îro nave wan di sitranê gelerî da tê gotin ew jî Bozê zerî û Xişmanê heyder û Homkê misûsanîye
Ji alyê samanê seruştî va devera Qereçûx gelek dewlemend û zengîne îro buye jê derk giring ji abûra dewleta sorî ji alyê petrol û berhemê çandin û giyanewera te zanîn kû devera qereçox yeke mîn dever bo ji alyê ditna petrolê li sûryê
dîtin u kolan û berhem ji alyê companya menhel ya  elmanî bû di sale pênciyan ji çerxê bistan
Sala 2000 rijêma sûryê gelek dar lê çandin û kirin dehl û devî û daristan û bû jîngehek serûştî jiber  gelek tewal û balind û giyanewer lê êwirîn û ew jîngihe bû cihê dawet û seyrana naxasim her çend heyvên buharê lê mixabin va her çend sale dûmahyê guhdan lê kêm bûye ji alyê rijêmê û gelek dest dirêjî li ser tên kirin wek çêrandin û birîn û şewat û dizya şînwara

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…

Hişmend Şêxo

Ez vê gotarê diyarî we û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , herwiha ez diyarî hemû xwîner û hezkiriyên rojnamegeriya kurdî dikim.

Di serdema pêşketina şoreşa pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêşeng radibe di pêşxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû…

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…