Konê Reş; Çîroka Nivîskarekî û Hezkirina Kultura Kurdî

Pirtûk û Wêje

 

Zarotî: Hezkirina ziman û netewê:

  Di zarotiya xwe de, guman dikir ku herkes di
cîhanê de weke wî Kurd e, zimanê dayika wî yê Kurdî zimanê cîhanê bitevahî
ye. Di sala 1953`an de li gundê Doda jidayik bûye. Doda gundekî li
ser sînorê di navbera Serxet û Binxetê de ye, ev dever di pêkanîna hişmendiya
wî de roleke mezin heye, li Doda yekemîn car dengê leşkerên Tirkan bihiztiye û
ji xwe pirsiye çima leşkerên me Kurdan jî tune ne?! Wisa (Selmanê Osmanê Evdo),
yê ku bi navê (Konê Reş) hatiye naskirin, li ser zarotiya xwe li gundê (Doda)
diaxife:

 “Li Doda qeraqolek û
dibistaneke seretayî ji aliyê dewletê ve hatibû avakirin, wê dibistanê hişte ku
ez zimanê erebî û cudahiya wî ji zimanê dayika xwe nas bikim, şûnde pirsa min
di wî temenî de ev bû: Gelo çima dibistanên me tune ne, da em tê de fêrî
zimanê xwe bibin û pê binivîsin..?!!” 

 

  Van pirsan dergeh ji gelek
pirisên din re li pêş vedikir; ziman, hebûn, azadî û hwd.. Wisa hezkirina Konê
Reş ji zimanê Kurdî re ava bû. Ev hezkirin roj bi roj mezintir dibû û
girêdaneke bihêz bi doza Kurdî re çê kir. Dema didît ku çawa rêjîm derfetê dide
her kesekî; Siryanî, Ermenî û Aşurî bi zimanê xwe fêr bibe, lê bitenê ew weke
Kurd ji vî mafî bêpar bû..

Çanda mîna kelehek herifandî ye:

 “Min rewşenbîriya
Kurdî wek keleheke herifandî ku hîn kevirê wê li derdora wê ne didît, lewma min
nizanî bû ku ez çi binvîsînim? û çi ne nivîsînim? wisa dema ku min helbest
dinvîsand ez hest dibûm  ku ez dîwarê wê kelehê lêdikim û dema ku min
dîrok dinvîsand min hest dikir weke ku ez banê kelehê saz dikim û dema ku min
lêkolîn dinvîsand min hest dikir weke ku ez dergeh li ber dixim û wisa di warê
romanê de ez hest dibim weke ku ez zemîna wê serast dikim..” Bi van peyvan
Konê Reş nêrîna xwe libarê hemû mijarên nivîsandinê yên ku di wan de xebat
kiriye zelal dike.

Ciwanî û xwenaskirin:

  Di sala 1975`an de,
têkiliyên wî bi seydayê Cegerxwîn re destpê kirin, her wisa dema ku diçû Şamê,
xwe ji serdana Apo Osman qut nedikir. Girêdanên xwe bi gelek xemxurê
miletê xwe re xurt dikirin, ligel ku hewil dida ku romanekê bi zimanê erebî li
ser iziyeta pîrika xwe ya Ermenî binvisîne. Di wan salên xortaniyê de, wî
çîroka gundiyê xwe Bavê Xelîl jibîr nedikir û kesera wî herdem li ber çave wî
bû, Xelîl hevalê wî yê zarotiyê bû, çar salan di refê yekê de li dibistanê biser
nediket û jiber vê yekê bûbû cihê qeşmeriya xelkên gund, lewra bavê xelîl
rojekê bi ser xelkê gun de hilbû û gote wan: “Lawo! Ma Xelîlê min xar û
kab bi zarokên we ve hiştine..? Ta hûn wilo qerfê xwe pê dikin..!De ka bila
zimanê dibistanê bi Kurdî bûna, dê çawa Xelîlê min li pêşiya zarokên we bûna..”.

  Ev yek ji çîrokên zarotiyê bûn yên ku hiştine
girîngiya nivîsandin û fêrbûna bi zimanê Kurdî bibe xewin li ba Konê Reş û bi
naskirina kesayetiyên mîna Cegerxwîn, Rewşen Bedirxan, Mela Hesenê Kurd, Osman
Sebrî û têkiliyan bi kordolojnasê Kurd Celîlê Celîl re; Yê ku di sala 1982`an
de, li pey danheva (Zargotina Kurdên Sûriyê), ji Yêrîvanê di Qamişlo re derket..
Konê Reş niha xwe dibîne yek ji şagirtên wî di daneheva gelepûrên Kurdî
de. Herweha  Ordîxanê Celîl, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk,  Eliyê
Ebdlreham, Teymûr Miradof û yên ku ji Yêrîvanê qesta Qamişlo û mêvandariya Konê
Reş dikirin, bandoreke xwe li ser destpêka nivîsandina wî ya bi Kurdî hebû, di
rêya Eskerê Bûyûk re di rojnameya (Riya Taze) de nivîsand, a ku ji sala 1930 li
nav Kurdên Ermenistanê ta roja îro tê weşandin. Ji bilî vê yekê, Konê Reş di 43 kovar û rojnameyên Kurdistanî de,
li hindir û derveyê Kurdistanê nivîsandiye û mamosteyên xwe yên di warê
nivîsandina di gotaran de, Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Mûsa Anter
û Kemal Bûrkay dibîne.

  Ji ber ku ew malbata
Bedirxaniyan weke sembolekê di warê kordolojiyayê de bitevahî dibîne, Konê
Reş çend pertûk li ser keda vê malbatê afirandine.. Sed mixabin: Konê Reş
ê ku bi siyasetê qet mijûl nabe, bi dehan festîvalên rewşenbîriyê li Bakur û
Başûrê Kurdistanê û li derve jî, beşdar bûye û gelek xelat bo berhemên xwe
wergirtine, dibîne ku tevgera çanda Kurdî, li gorî derfetên ku aniha peyda
dibine, qels û lawaz e: “Sed mixabin ta niha rojnameyek bi tîpên
latînî ji zimanê Kurdî re li başûrî Kurdistanê tune ye û sed
mixabin ku ta niha Kurdên Bakur negîhane wê pileya ku Mûsa Anter û Edîb Qerahan
di salên 1950 gihiştibûne.. Bi tenê rojnameyeke wan bi navê (Azadiya Welat)
heye.. Tevî ku Amed navenda zaravê Kurmancî ye û bêhtir ji 30 salî tevgereke
siyasî û çandî li wê heye..”  Û
berdewam dike: Mixabin rêxistinên me, giringiyê nadin zimanê kurdî.. Zimanê kurdî
wek nasnameya hebûnê di nav gelên dinyayê de nabînin..! Qîmetê zimanê kurdî li
cem wan nîn e. Mixabin yên ku siyasetê dikin, naxwînin.. Eger hinekî bi erebî
an tirkî dixwînin jî, lê ew qet bi kurdî naxwînin..! Dema ku pêşengên civakê
wiha bin, wê civak çawa be!”.

Kîme Ez?:

  Temenê Konê Reş
gihiştiye 66 salan, lê hêj bîraweriya wî mîna ya zarokekî ye, hêj ew geş e
û hêj jî bi hezkirinekê dirahêjê pênûsê û bi nivîsandinê mijûl e. Rojaneya wî
di navbera demjimêr 9 û 11`ê sibehê de li bajarê Qamişloyê, di
çayxaneya (Şimûh) de, li ser maseyeke taybet cihê xwe li digire û wan
herdû demjimêran bi xwendin û nivîsandinê derbas dike.. Ta niha bêhtir ji
20 berheman, di piraniya warên Kordolojiyayê de çap kirine, çi helbest, lêkolîn
û rojnemegerî û çi jî wêje, dîrok û kelepûr û ji nû ve, xwe weke
romannivîs, amedekariya weşana 2 romanan dike, (Li ser perava çemê Ceqceqê û
Serxet û Bixetê), amade ne ji çapê re, herweha haziriya romana sêyemîn dike..
Wisa mirov wî dibîne ku herdem bi nivîsandinê mijûl e, herdem di tevgereke
çandî de ye. Ji dema ku hevjîna wî di sala 1994`an de çûye ber dilovaniya
Xwedê, mamoste jiyana xwe hemû daye xizmeta kultûr û zimanê Kurdî.. Piştî
 bêhtirî 35 salan ji nivîsandina bi Kurdî, Konê Reş wisa xwe dide nasîn:

  “Ez Konê Reş im. konê
ku stûnên wî, bi kuçên ji çiyayê Sîpanê Xelatê, Barzan û Agrî bilind dibe.. Çît
û berçîtên wî bi zil û qamîşa derdora çemê Dicle û Feratê dibe dîwar û bi
hevirmêşa Mûş û Bazîdê hatiye hûnandin.. Ben û şerîtên wî ji hiriya berxên
Şikak û Heyderan, keriyên koçerên Milan û Mîran hatiye ristin.. Konê ku ji
mûyê bizinên zozanê Botan, zozanê Şerfdînê û çiyayê Mazî hatiye çêkirin û bi
rengê şevê hatiye debixdan, da ku di rojê de belû û diyar be û xweş bê
xuyakirin; dunya û alem tev bibîne û bizanibe ku qet singên konê min ji nav
xaka bav û kalan nayên hilkirin, nayên hilkirin, ez Konê Reş im, mirovekî Kurd
im”.

 

 (Ji rex Pirtûk û Wêje ve hatiye
nivîsandin)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…