Piştî du sê rojên din roja ZIMANÊ KURDÎ ye. Ji xwe ez di vê gotarê de behsa çima 15 Gulanê bûye Roja Zimanê Kurdî û çawa bûye nakim.
Lê ez dê behsa rewşa zimanê kurdî û asta guhdanê bi zimanê kurdî bikim.
Bê goman tevî ku zimanê kurdî mîna kurdan bi xwe di rewşek ne tendurst û baş de ye, lê hîna jî zimanê kurdî yek ji zimanên cîhanê ye ku bi milyonan kes wî wek zimanê jiyanê bi hemû deriyên xwe bikartînin.
Lê wê ev derfeta çawa bê û çawa dê bidestkeve?
Bê goman divê em wê yekê baş bizanibin ku, heger kurd bi xwe û bi xebat û têkoşîn derfetê ji bo zimanê xwe bidest nexin êdî welatên dagîrkerên Kurdsitanê dê ti carî derfetê nedin ku zimanê kurdî pêşbikeve û ber bi stenderbûn û asoyên nûve biçe.
Zimanê kurdî mîna rewşa kurdan ji ber gelek nexweşiyan ve dinale û gazindan dike.
Ji wan û yên ber biçav bi nerîna min ev in:
1-Nebûna elfabeyek yekgirtî ku hemû zaravayên kurdî pê werin nivisandin wek pêngava yekem ber bi zimanekî stander ve bo seranserî Kurdistanê û bo hemû kurdan.
2-Li Başûrê Kurdistanê tevî ku zimanê kurdî zimanê yekemîn û fermî ye, û herwiha kurdî zimanê fermî ye li welatê Iraqê, lê zimanê kurdî mîna du zimanan tê bikaranîn çinku zimanê kurdî stander li Herêma Kurdistanê nîne, ji ber bikaranîna bêhtir ji zaravayekî. Wek em dizanin li parêzgeha Duhokê Badînî û parêzgehên din Soranî tê bikaranîn, ji xwe vê yekê derî li ber nişteciyên hin deveran vekiriye ku daxwaz bikin zaravayê wan jî li deverên wan û bi yasa bibin fermî û bibin zimanê dezgehên hikûmî û zimanê perwerdeyê.
3-Rêkxistin û partiyên kurdî li Rojava û Bakur guhdana pêwîst bi zimanê kurdî nadin, û hemîşe wisa dibêjin: Dema em mafên xwe bidest bixin wê zimanê me jî were parastin?! mirov ji vê yekê matmayî dimîne, çinku berovajî vê nerînê bi raya min bi parastina ziman mirov dikare bêje dê kurd mafên xwe bidestbixin û bi winda kirina ziman êdî hêvî namîne ku kurd mafên xwe bidestbixin.
4-Neguhdana partî û serkirdeyên siyasî û kesayetiyên rewşnbîr û civakî bi zimanê kurdî hiştiye ku nifşên nû jî rojane dûrî zimanê xwe bikevin.
5-Nebûna ti pilanekê û desteyên pispor di nav rêxistin û partiyên kurdî de ji bo dariştina rêbaz û dariştina çareseriyan ji pirsgirêkên ziman û çanda kurdî re – li Rojavayê Kurdistanê rewş wisa ye, lê zanyariyên min zêde li ser beşên din halêhazir nîne-
Heger mirov kirîza welatê Sûriyê wek nimûne bibe wê binere ku partiyên kurdî ku xwedêgiravî hilgirên pirojeya neteweyî ne heta niha ti pirojeyek wan ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî nîne û bi deh hezaran zarokên kurdan ku penaberî Herêma Kurdistanê bûne bi Erebî têne perwerde kirin!!.
6-Li Ewropa tevî welatên Ewropî derfetê didin her miletekî ku bi zimanê dayikê çend seetekî were hînkirin, lê gelek caran kurd ji ber nebûna ti pilan û karname û neguhdana partiyên siyasî û rêxistinên cuda bi zimanê kurdîm zimanê dewleta ku ew jê hatine wek zimanê dayikê hildibijêrên wate, Erebî, Tirkî û Farisî, herwiha ev yek tê kirin ji ber nebûna zimanekî kurdî stander.
7-Lawazbûna berhemên fêrkirin û fêrbûna zimanê kurdî li ser torên entirnêtê, dibe sedem ku kurd nikaribin sûda mezin ji tiknolojiyayê bigirin jibo fêrbûna zimanê xwe.
Tevî van xalên neyînî ku dilêş in, lê mirov dikare bêje ku zimanê kurdî zimanekî zindî ye, li gelek deveran xwendin û perwerde pê tê kirin, lê bê goman zimanê kurdî rastî bi dehan pirsgirêg û astengiyan tê û ji tevayî civata kurdî tê xwestin ku bi zûtirîn dem pirsgirêkên zimanê xwe çareser bikin çinku çareserkirina pirsgirên berdem ziman tê wateya çareserkirina pirsgirên civata kurdî û nêzîkbûn ji azadî û serfiraziyê.
12.05.2019
Malpera Kurdistan24 13.05.2019z