Êzidî netewe ne yan xwedî baweriyek pîroz in?

 Idrîs Hiso
Rewşa Êzdîxan û êzdiyan ji destpêka damezirandina dewleta Iraqê û heta roja îro mîna rewşa seranserî Kurdsitanê bi şêweyekî yasayî di hindirê Iraqê de nehatiye çareserkirin û ne jî kurdan karîbûn serxwebûna xwe bidestbixin û ji girêdana bi Iraqê re werin rizgarkirin, tevî gavên ku hatine avêtin li herêma Kurdistanê gavên başin ber bi çareseriya pirsa kurdî li Iraqê, lê mixabin bi tenê li ser nîvê xaka Başûrê Kurdistanê, ne li ser seranserî xaka wê.
Goman tê de nîne ku êzidî beşekî girîng û resen in ji miletê Kurdistanê û neteweya kurd, û rastî sitemkariyek du qatî hatine, yekem ji ber kurd in û duyem ji ber êzidî ne.
Sitemkariya ku êzidî rastî wê tên him ji aliyê hikûmeta Iraqî ve û ji milet û desthilatên erebî, û him jî ji aliyê civata kurdistanê bi xwe jî rastî sitemkariyê tên.
Dibe ku stemkariya ku êzidî rastî wê ji aliyên hejmarek ji kurdên musliman tên girantir û dilêştir be. Lewma ez wek kurdekî bi êş û azarên kurdên êzidî hest dikim û hemû karvedan û riftarên wan famdikim.
Lê di vê gotarê de ez dixwazim balê bikşînim ser diyardeyekê pir metirsîdar, çinku bi berdewamiya vê diyardeyê û belavbûna wê di nav civata kurdên êzidî de wê demê êzidî ber bi tinebûna rasteqîne ve diçin lê vê carê ne bi zora fermanan û biryarên hikûmet û welatên dagîrker lê belê bi destê êzidiyan bi xwe.
Neteweya Kurd di nav xwe de gelek olan hildigire, wate ji kurdan hene cihû, hene kirîstiyan, hene muslman, hene zeredeştî, hene kakeyî û hene êzidî ev hemû bi hev re neteweya kurd pêktînin, û hemû pêkhateyên olî yên neteweya kurd li gel pêkhateyên Kurdistanê miletê kurdistanê pêktînin.
Helbet û goman tê de nîne ku yek ji van pêkhatiyên olî xwe bi neteweyek nû bide naskirin û zanîn, ev yek dikeve xizmeta welatên dagîkerên kurdistanê de.
Piştî cînosayida 3 Tebaxa 2014an ku êzidî li Şingal û gundewarên Şingalê rastî wê hatin û di encam de û bi şêweyekî sîstematîk û hovane  rastî qirkirinê hatin, gelek deng ji nav êzdiyan bilind dibin û têde dibêjin êzidî netewe ne û miletê êzidî û Êzdîxanê ne beşek ji Kurdistanê dibînin û nasnameya xwe wek Iraqî didin diyarkirin û nasandin.
Êzidî ku bi kurdên resen di nav civata kurdî de tê naskirin, çinku ew bi ziman û ol kurd in, lê em dibînin di gelek tiştên simbolîk de kesayetiyên êzidî zimanê kurdî bikarnayinin tevî ku kurdî zimanê fermiye li seranserî Iraqê û ne tenê li Kurdistanê.
Beramberî van dengên êzidî û bermamberî riftar û helwêsta hejmarek ji kesayetî, nivîskar û çlakvanên kurdên êzidî, hejmarek kurdên din jî helwêst diyarkirin û bû mijarek di nav hejmarek çalakvanên kurd de li ser rûpelên mediya civakî.
Bi nerînamin tiştekî normale ku êzidî bi xurtî û torebûnek mezin ji her kesî û ji her alî helwêstên xwe bidin diyarî kirin. Ez wek kurd û wek mirov di hemû karvedanên wan de têdighêm çinku kesê destê wî di nav agir de ew bi êşa xwe dizane û ne wek kesê ku destê wî di nav avê de be, lê qet ez felat û xelasa êzidiyan di veqetandina wan ji Kurdistanê de nabînim, lê bi diyardeya ku êzidî neteweyek cudaye ji neteweya kurd ez dawiya êzdiyan dibînim. Fermanên dagîrkeran ne besin vêja êzdî bi xwe jî dixwazin fermana tinebûna xwe bi destê xwe bînin serê xwe.
Dawî gotina min ew e ku, çi rêxistin, kesayetî û çi aliyê ku piştevaniya veqetandina êzdiyan ji neteweya kurd dikin û piştevaniya veqetandina êzdîxanê ji kurdistanê dikin, ew bi tenê xizmeta dijimin û dagîrkerên kurdistanê dikin, ew alî kî dibe bila bibe.
Gewîlan 10.04.2019
Rojnameya Kurdsitan 15.05.2019z – hejmar149-

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…