Her malek Dibistanek, yek ji fîlmên heftemîn festival Duhokê

Idrîs Hiso

Ji fîlmên ku di festîvala Duhokê ya navdewletî, gera heftemîn de beşdar fîlmê Her Malek Dibistanek e.
Belgefîlmê Her Malek Dibistanek behsa rewşa zimanê Kurdî û qedexekirna wî ji aliyê desthilatdariyê Tirkiyê ve, bi taybet piştî biriyra daxistina dibistanên Kurdî li Tirkiyê ku berî çend salan ji aliyê şaredariyên Bakurê Kurdistanê ve bi fermî hatibûn vekirin û salane hejmara xwendekarên dibistanên bi Kurdî zêde dibûn dike.

Xwendin û hemû çalakî û rêbazên fêrkirinê bi hemû pirtûkên xwe bi Kurdî bûn, mamoste jî hemû Kurd bûn, fîlim jî dibistana Ferzat kemenger wek nimûne digre ber û behsa girtina wê û sepêhatiya vê dibistanê dike.
Sê çara salan wan zarokan tenê bi Kurdî xwendiye, lê piştre bi behaneyên bê bingeh û tenê ji bo qedexekirina ziman û berdewamiya asîmîlasyona Kurdan careke din dibistan têne girtin û Tirkiyê dixwaze ku bi darê zorê wan zarokan bişîne dibistanên Tirkî.
Lê ew zarok û malbatên wan ku ji Ameda Bakurê Kurdistanê ne çûna dibistanên tirkî red dikin û biryarê didin ku zarokên xwe li malê bi Kurdî fêrbikin û berdewamiyê bi xwendin û perwerdeya wan bidin.
Di film de zarok, malbatên wan û mamosteyên dibistana Kurdî behsa vê mijarê dikin û didin xuya kirin ku heta di imkanên wan de be ew dê berdewam van zarokan li malan fêrî xwendin, perwerde û zanistê bikin û bi Kurdî.
Tekeziyê li wê yekê jî dikin ku ew dê zarokên dibstanên Kurdî li malan bighînin astên bilind, lê ew dê neçin dibstanên tirkî.
Fîlm mijara qedexekirina li ser zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê dide xuyakirin û dixwaza nameya xwe him bighîne Kurdan ku divê malên xwe bikin dibistan ji bo parastina kesayetî û zimanê xwe, him jî rola malê wek dibstana serekî û yekem ji mirov dide diyarkirin û dixwaze bêje ku ev erkê ser milê her malaek Kurd e ku bi rola xwe di parstina zimanê bav kalan de rabe.
Her wisa dixwaze nameyekî bi ghîne dewleta Tirkiyê ya stemkar û dagîrker ku ew çendî sitemkarî û zordestiyê bikin jî dê nikaribin zimanê Kurdî û neteweya Kurd tine û qirbikin.
Film hovîtî û xirabiya Tirkiyê jî jibo cîhanê dide nasîn ku çawa Tirkiyê mafê fêrkirina bi zimanê dayikê ku yek ji mafên bingehîn ên mirovaye binpê dike û bi tundî li dijî wan kesên ku malan jî perwerdeya bi zimanê xwe bibiînin dixebite û sitemkariyê dike.
Film di pêşberka belgefîmên Kurdî de beşdare û ji berhemê 2019 ye, dirîjeya wî jî 57 xulekin û derhênerê fîlmî Ardin Diren e ku ji xelkê Amedê ye û derçûyê zankoya Eskîşehîr beşê sînema , niha jî di warê rexna sînemayî de gotaran ji hin rojname û kovaran re dinvîse û berî niha belgefîlmek bi navê Veguheztin jî derhênan kiriye.
Têbînî: Fîlmê Her Malaek Dibistanek wek baştirîn belgefîlmê Kurdî di festival de hat xelatkirin. Gotar berî dabeşkirina xelatan hatibû nivisandin û belavkirin.
Duhok 13.09.2019
Kurdistan hejmar 157 15.09.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...