Ez û 7`Min Filmefestîvala Duhokê Ya Navdewletî (7. Duhok Internatiyonal Film Festival)

 Konê Reş

  Di navbera 9-16 Ilona 2019`an de wek mêvan, min beşdarî di (7`mîn Filmefestîvala Duhokê ya Navtewletî) de kir. Mixabin ji ber problemeke kesayetî, min nikarîbû herdu rojên dawî li festîvalê bimînim.. Bi hêvî me ku di rojên hatî de ez karibim hûrikên çûna xwe a vê festîvalê, dîtina derhêner û sînemekarên kurd û biyanî û fîlmên ku min dîtin ji we re bînim ziman. Belê niha bi min xweş e ku ez encamê giringiya vê festîvalê ji we re raxînim ber çavan: 

  Eger berî niha (Nîsana 2019`an), min bêhna serxwebûna Kurdistanê ji Zankoya Zaxo û qutabiyên wê kiribe, bi vê çûna Festîvala Duhokê min serxwebûna Kurdistanê li bajarê Duhokê dît. Min ew serxwebûn di 7`Min Filmefestîvala Duhokê ya navdewletî dît. Ev festîvala ku 72 dewletên cîhanî tê de beşdar bûn, wezaretên rewşenbîriya 72 dewletan ev festîvan bi rengekî fermi qebûlkirine û di arşîvên xwe parastine.. Ev festîval jî, wek festîvala Kanne û Venice û yên navdewletî yên din e.. Di baweriya min de, qebûlkirina 72 dewletan bi festîvala Duhokê, qebûlkirine bi serxwebûna Kurdistanê.
  Jixwe bajarê Duhokê gurçka Kurdistanê ye.. Maka olên Xwedê ye; Êzidî, Cihû, Xiristyan û Misilman.. Herwiha paytexta parêzgeheke ku bi netewên xwe pirr reng e.. Bi pêşmegên xwe navdare.. Hêlîna Enwerê Mayî, Sadiq Behaeldînê Amedî, Nalbend, Mihemed Arif Cizîrî, Issa Berwarî, Tehsîn Taha, Ayaz Yûsif û yên mayî ye.. Herwiha paytexta hevdîtina Başûrî, Bakurî û Rojavayîya ye..
  Bêguman nasnameya miletan ne tenê ziman e, belê irf û adetin, cil û bergin û her tiştên danûstandinên rojane ne. Her yek ji van beşan nasnameya me ne. Wek ku diyar e em Kurd bi nasnameya xwe ya têr reng û folklorê xwe yê pirr bi destan, buyer û serpêhatiyên dîrokî dewlemendin, her beşek ji van dibe fîlmekî sînemayê ku li ser astê cîhanê deng vede..
  Di vê derbarê de bi min xweş e ku, ez gotina birêz Masrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ku ji bo vê festîvala Duhokê ya navdewletî gotiye, bînim ziman:
“Kurdistan bi siruştê xwe yê cografî-siyasî û dîrokî bûye xaleka serincrakêş di mijarên vekolînên siyasî de. Heman serincrakêşiyê di karên kulturî jî de em dibînin. Kurd miletek jiyandost û berxwedêrîn, ku ev herdû taybetmendiye tên naskirin wek aliyên serekî ji bo çêkirina çîrokeka sînemayî wek hêvênê sînaryoyekê. Ji ber wê jî em bawer dikin ku êdî Kurdistan qabile bibîte zemînek mezin bo berhemanîna fîlman ji bo derhênerên Kurd û yên biyanî. Dîsan hikumata herêmê giringiya sînemayê di wê çandê de dibînit ku bibit beşek ji avakirina mirovî û berdewambûna jiyanê, zîdebarî gotina wan çîrokên ku dibin beşek ji jiyan û dîroka me û mirovayetiyê hemûyê. Ji ber wê jî em dibînin ku di gerra ev sale de ji filme fêstîvala Duhokê sînemekarên Kurd û yên biyanî bi zelalî dihên dîtin. Ez jî bi kêfxweşî û heyecan bixêrhatina hemûyan dikim, û vî karê ciwan li her aliyekî pîroz dikim..”
  Sînema; (Hunera Heftan), ya ku Yûnaniyan nav lê kiriye, ji hunerên herî pêşketiye di cîhanê de, tev cemawer; biçûk û mezin, xwendevan û nexwenda lê temaşa û guhdarî dikin. Ev huner, şeş hunerên din di zikê xwe de kom dike: (Çîrok, helbest, mûzîk, wêne, reqiz/ sema û ronahî). Dibêjin; ku vê paşiyê Îtaliyan Şano jî lê zêde kirine, ji ber ku herdû huner di yek cogê re diherikin.
  Dema ku ev festîvala navdewletî bi beşdariya 72-74 dewletan li Duhokê û bi navê bajarê Duhokê tê lidarxistin, wateyeke xwe ya mezin heye; Duhok jî dikeve rêza wan bajarên cîhanî yên ku bi festîvalên xwe yên sînemayê hatine naskirin wek; Cannes li Fransayê, Venice li Italyayê, San Francisco li Amerîkayê, Raindace li Bitaniyayê, Berlin li Almanyayê. Û niha dikarim bibêjim Festîvala Duhokê jî li Kurdistanê.
  Xweş bû ku, min sembola bajarê Duhokê (Pelê mêwa tirî), li ser afîş û reklemên festîvalê dît.. Wek ku diyar e Duhok bi rezên xwe, ji mêwên tirî naskirî ye û pela mêwa tirî sembola bajar e, wek ku çawa zebeş sembola bajarê Amedê ye.
  Min pêşwaziya mêvanên vê festîvalê ji rex berpirsyar û rêvebirên parêzgeha Duhokê çak dît, lê min beşdariya cemawerî û nivîskarên Duhokê qels û lawaz dît..! Xwezî di salên hatî de ez beşdariya nivîkaran bêtir bibînim.. Herwiha xwezî afîş û reklemên festîvalê di kolan û sikakên bajarên parêzgeha Duhokê de bêtir bana..
  Di baweriya min de, ev festival ne tenê ya sînemayê ye, belê festîvala qebûlkirina serxwebûna Kurdistanê ye. Çakbînim ku bi wiha festîval û beşdariya wiha dewlet, wê serxwebûna Kurdistanê ji Duhokê dest pê bike.
  Spasiyên gerim ji mamosteyên hêja re pêşkêş dikim: Farhad A. Atrushi, Shawkat Amin Korki, Eyûb Ramezan, Helket Idrees, Memed Aktaş, Dr. Peri Ibrahîm û yên mayî re.

Konê Reş
Qamişlo 20/9/2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…