Gotar

Payîza Xemgîn!

Konê Reş

  Were payîza Xemgîn were! Were û sapê temenê min li ser bênderên welatê min bidêre.. Di sikak û kolanê Qamişlokê de li şopa pêyên min bigere.. Were û çîroka Mem û Zînê, Siyabend û Xecê, Ferhad û Şêrîn ji nifşên nûhatî re bêje û bibilîne.. Were û kul û xemên di tûrikê min de li ber bayê xwe yê nû bidêre..!
  Were..! Çendî bayê te gur be nikare gundê min, bajarê min û Beriya Mêrdînê ji huş û xeyalên min derîne.. Were..! Were em bi hev re rûpelekî nû mor bikin ku bayê te, kum û kolozên xelkên Beriya Mêrdînê li ber xwe nebe û zimanê min talan neke..! 

  Were Payîzê! Nizanim çi bêjim û çi nebêjim..! Tu bîranînan tev didî..! Bi hatina bayê te yê nû re, bayê kevin bar dike.. Kurdan jî ji mêj ve gotiye: (Nû hatin, kevin xelatin). Erê rast e, bela serboriya bav û kalên me, baş xelat bin ji nifşên nû re.. Nifşên nû sûdeyê ji serboriyên wan bibînin û di encam de xaka bav û kalên xwe bernedin, bi ziman, dîrok û irf û adetên xwe ve girêdayî bimînin, biparêzin û jibîr nekin.. Mane hebûna me, dîroka me û kesayetiya me di zimanê me de ye..
  Were..! Her sal, bi hatina payîzxêrên te re bêhna xakê ji gerdûnê difûre.. Xak xwe nû dike.. Doh, piştî wan çend baranên te, digel çend hevalan li dor bajarê xwe Qamişlokê geriyam.. Bêhna xakê ji gerdûnê difûriya û li pozê me dixist.. Erê Payîza xemgîn! Her sal gerdûn xwe nû dike û kirasê xwe diguherîne, lê mixabin, gelek ji me ta bi mirinê jî kirasê xwe nû nakin..!
  Were Payîzê were! Gelo welatiyên me zanin ku em di rojên dîrokî re derbas dibin..?! Zanin ku rizgarkirina welatan, serbestiya miletan û pêşketina wan di yekîtiya wan de ye..?!
Qamişlo, 2/11/2019

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…