Konê Reş û Dehemîn Pirtûka Helbestî bi Navê (Qamişlo-Pol)

Cemşîd Bagokî
 
Di dawiya heyva Gulana /2020an de, dehemîn dîwana Konê Reş bi navê (Qamişlo-Pol: Helbest û Pexşan), bi çapeke taybet û xwemalî li Qamişlo hatiye çapkirin. Berî neh, sisê dîwanên wî ji mezinan re bi navê: Welato!: Beyrût/ 1998, Dergehê Jîn û Evînê,: Beyrûrt/ 2001 û Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Duhokê/ 2010 hatine çapkirin û Sê dîwanên wî ji zarokan re jî bi navê Sîpan û Jîn: Beyrût/ 1993, Şagirtê Bedirxan im, Beyrût/ 1996 û Helbestên Zarokan: Amed (Diyarbekir)/ 2013 hatine çapkirin. Digel ku Sê dîwanên wî jî, ji zimanê Kurdî hatine wergerandin bo zimanê Erebî bi navê; Cûdî Çiyayê Mirada: wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam/ 2004, Dara Çinarê: wergerandina Îmad Elhesen, Şam/ 2006 û Gurzek Êş: wergerandina Xalis Musewir, Qamişlo 2017, hatine çap û belavkirin.

  Qamişlo-Pol: Komek helbest û pexşan in.. ji 222 rûpelan pêk tê. Bi pêşgotinek bedew ji rex mamoste Derwêşê Xalib ve hatiye nivîsandin, Lêveger û berg ji rex mamoste Ciwanê Evdal hatiye kirin, tabloya qabê ji rex hunermendê navdar Fuad Gemo ve hatiye çêkirin. Pirtûk bi çapeke taybet ji rex xwediyê wê Konê Reş ve li Qamişlo di çapxaneya Pêlla de hatiye çapkirin. Ji bo nanasîna vê pirtûkê ji gotinên mamoste Derwêşê Xalib ku di pêşgotinê de nivîsandine, xweştir nabînim:
“Mirov çi kare di pêşgotina pirtûkekê de ji nivîskarekî mîna Konê Reş re binivîse, ku bi bûyer û rûdawên jiyanê re pêlên coşa hestên wî radibin û bi hunera kela dilê xwe li ser pel radixîne. Bêguman piştîne û çarçeva vê huner û coşa dil, tevna  ser-pêhatiyên jiyana wî ne, bi taybetî ew qonaxên ku gorînên giring bi serde hatine. Ji destpêka pirtûka Konê Reş ya di destê we de, sernavê pirtûkê (Qamişlo-Pol) bala mirov dikişîne. Wateya peyva “Pol” payetext e, ango wateya navê pirtûkê dibe “Qamişlo payetexta dilê min“.
Di helbest û pexşanên vê pirtûkê de diyar dibe çawa renc û azeriyên dilê xwe bi êş û kulên gelê Qamişlo ve dihûne, çawa rengên şahiya xwe tevlî keskesora hêvî û omîdên belngaz û bindestan dike.. Konê Reş bi pêtên dilê xwe, gend û gemarê disoje, pak û temîz pêşkêş dike, bi hestên têr û zengîn, bi awirên tûj û dûrbîn, bi dilsoziyeke resen û avaker xemla hêviyên hejaran dike buxçikek û diyarî we dike. Ez naxwazim li ser naveroka pirtûkê rawestim, ne jî riwên wê yên hunerî û wêjeyî binirixînim, berî hemî ji bo ku xwendevan bi xwe bibe rexnegîrekî serbest.. Xwendevan dadwer e, ew xwediyê biryara dawî ye”.
Qamişlo 06/06/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…