Hinek dixwazin ku em bibin Dewlet, Lê gelo ka em çi dixwazin?

Ibrehîm Şitlo
Di havîna 1992 yan de, ez çûm Sûryê.Malbat, Êl û Nasan serdana min kirin, bi wê Şahiyê jî çend Heval xwestin bimin re bicivin û Hevaltî û Biratiya me bi bîrbînin.

Heval Kenan Egît Cih û Kat ji mer re danasîn. Em pênc Kes li Xwaringeha Elandelîb civiyan. Hevalên din yê amade bûn: Berêz Ebdilrehman Osman, Zekriya Mistefa, Horîk Ehmed bûn. Her piraniya Axaftin û gotinên me li ser Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bû.

Her yekî jime, Nêrîna xwe li ser Bûyerên di wê demê de li
Kurdistanê dibûn digot û min ji ber Alozî û Şerê Birakujî xemgîniya xwa
diyar kir û min Bêhêviya xwe ji pêşerojê re şîrovekir.  

Hevalê nemir Kenan Egît bi bawerî Nêrîna xwe bi Hêviyek bilind ji mere axaft û wilo got:

„Birano,
Ez bawerim û bê goman Kurd wê di Demek nêzîk de bibin Dewlet û
Kurdistanek azad wê were damezirandin. Ev Pîlan li Emrîka û bi agahiya
hinek Hêzê navdewletî jî bûye Biryar. Hêzên ku Nexşa politîka Cihanê
pêktînin em jî kirine nav Pîlana guhartina nexşa Rojhilata navîn.

Îca  kî bixwazin an nexwazin ew Pîlan wê bicih bibe.”

Heval Kenan Egät gotina xwe berdewam kir:

 
“Birayê Ibrehîm bela hêviya te neyê birrîn, emê her bibin Dewlet,Bi
Dilê kê be an ne bi Dilê hinekan be ew Armanca me jêre Xebat dikir ewê
di Demek nêzîk de bi cih bê û wê bibe Rastiyek. Kurdistan wê bibe
Dewletek serbixwe li Rojhilata navîn.”

 û bi Gotina Berêz Kenan Kenekî Şêrîn mîna Tîrêjê Rojê Rûwê Amadevanan bi Gotinên Bavê Egît geşbûn.

Îro,
ku em Dem û Dewrana Kurd û Kurdistanê şîrove bikin, em Hêviya ku
Hevalekî Têkoşer,Dilsoz û Bîrbir beriya Bîstûheyşt Salan gotibûn bînin
bîra xwe emê bizanibin ku Nexşa Welatên Rojhilata navîn tê gohartin û ji
nûve Sînor û Dewletên nuh pêktên û ew ji mere û pêre û pêre Derfeteke
ku dê bibin xwedî Hêz, Rêz,Al û Hukumet.

Eger em Bûyerên ku ji
Sih Salî de wirde wirde li Rojhilata navîn pêktên bidin ber Çavên xwe
emê bizanibin Gohirtina Nexşa Rojhilata navîn Gav bi Gav birêve diçe.

Pêwîstiya
Hebûn û mayîna Milletê Kurd weke Miletek xwedî Welate,Mêjû û Rola wî di
Pîlana pêkanîna Nexşa nuh li Rojhilata navîn cihê xwe girtiye.

Hêzên
ku Stratîcîka Polîtîka Cihanê li piş Dîwaran bi nehênî dinivisînin û
Biryara Guhortinê dikin em jî kirine Beşek ji Pîlanên xwe. Me jî weke
Milletekî serbixwe didin xuyakirin, me xwedî Maf  û dixwazin me ji
Pîlanên xwe re bikin Dost û ji bo bi cih kirina Nexşa Polîtîka nuh
Piştvan dibînin.

Ev jî Roj bi Roj Diyartir dibe û berv bi cihkirina Gotina Hevalê nemir berêz Kenan Egît ber bipêş dikeve.

Lê di pêkanîna vê Pîlanê de du Beşdar hene:

Yek Hêzê Biyanî ku xwe ji bicihkirina vê Pîlanê Berpirsiyar dibîne û Beşê dîtir jî Serek û Rêberên Milletê Kurdin.

Weke ku ji berê û pêşde her yekî ji Serdarên Kurdan Alek ji xwere hildaye û dibêje Gotin Gotina mine, ez û nekes:

 An ezê bibim Serok û Serdarê we an jî ez nahêlim hun bi serkevin û Hîm û Zinaran danim ser Rêya we.!


xwediyê Pîlana nuhkirina Nexşa Politîka Cihanê li Dem û Dewrana me
Kurdan Şêt maye, ica dike nake ku Hêzên Kurdan li ser Armanca Netewî
bike yek an jî nêzîkî hev bike , lê ew her bê Çare dimîne û Serekên
Partî û Tevgerên Kurdan herdem xwe ji ber Yekrêziya xwe, xwe didin alî û
Pêkhatiyên ji bo bicihanîna Azadiya Kurdan bi destê xwe pûç dikin.

Hêzên
Kurd çiqas xwe ji bo Ezeziya Kesayetî û partiyên xwe re xwedanin lê
mixabim ji bona yekîtiya Netewî û pêkhatina Kurdistanê ne Qayîlin.
Bercewendiyên Serdariya partî,Kesayetî û Eşêrtî didin ser Azadkirina
Millet û Welatê Kurdan.

Eger em Derdê xwe naxwazin dermankin, ewê Biyanî ji mere çibkin û kanin çi Çarê ji mere bibînin?

Binêrin,
her Kurd bixwe li hev nayîn, her Dewletên biyanî Ewropîne an Emrîka bi
lez û bez me li gel hev û din hema bi kotekî û carna jî bi Zorê Serekên
Kurdan bi hevre dicivîne û Banga Çarekirina Aloziya wan dike  û
nêzîkbûna Xebata Partiyên Kurdan dişopîne.

Li vir cihê Gotinêye
ku, Ew Dewletên Biyanî yên ku bi Armanca Pêkanîna Nexşeke nuh li
Rojhilata navîn Cihana dor hawîra Welatê me bi her Şêwekî Ceng û Alozî
cih bi cih kirine û dikin ew Bûyer ne ji bo Azadîya Milletê meye û nejî
bi Armanca Serbestkirina Kurdistanêye…em tenê beşekin ji wan
Pîlanan…Lê ew ji bo çibe bela bibe, ew ji mere Derfete, ev hemû Rê û
Şivîleka xurtbûn, Serkeftina Xebata serbestbûna Welatê meye.

Eger
Serek û Serdarên Partî û Tevgerên Kurdan bi Dilsozî û Şiyarbûnek
Welatparêzî li van Bûyrên li Cihanê û li Rojhilata navîn pêkhatine û her
pêktên dev ji Eşêrtî,Ezezî, Kîn û Zikreşî berdin û Roleka
Niştmanperwerî bi destê xwe ve bînin wê Demê wê Para Bercewendiya me di
van Guhartinan de jî hebe.

Dema em bi xwe ji Armanca Serxwebûna
Kurd û Kurdistanê ne Şiyarbin, xwe her li dijî hev û din mijûl bin, ma
kiyê ji mere Kurdistanê azad ke?

Eger em bi xwe li Milletê xwe nebin Xwedî, ma emê çawa Welatê xwe azadkin?

Stratîcîka
Telv lihevbûna Rojhilata navîn û Xefka Buhara Erebî û Pîlana Nexşa nuh
li Rojhilata navîn wê ji bona Sexwebûna me nebin Çare û Derman eger em
xwe li Meydana wan Pîlan û Stratîcêka Nevnetwî weke yek Hêz û bi yek
Armanc nedin pêşkêşkirin.

Divê em Gilî û Ganzincê xwe ji Kesî
nekin, di Dîroka me de hatiye diyarkirin ku eger em bi yek Dest û Yek
Deng û Yek Armanc xwe li Cihanê nedin diyarkirin kesek nabe Hevalê me.

Ma li Dîroka me binêrin ka kê Cenga me nekiriye?

 Sedema wê jî Qelsbûna mebû.

Divê
îro û bitaybetî em di vê Pîlana guhartina Nexşa Rojhilatî navîn Cihê
dagrin û Rola xwe di Ceng û Polîtîka Navdewletî bidin diyarkirin, divê
em li Meydana Diplometîk jî weke yek Hêz bêne nîşan kirin.

Divê em layiqî Azadiyê bin ta em bibin Milletek Azad.

Divê em destên xwe bidin hev ta Biyanî jî destê xwe bidin me.

Yekrêziya
Hêzên Kurd bi baweriya Dilsoz, Şiyarbûna netewî û bi Armanca
rizgarkirina Kurd û Kurdistanê wê bike ku xwediyê Pîlana Telvûhev û
nexşa Rojhilata navîn nuh bi mere bibin Dost û Hevalên Rê û wê nebin
Bend li dijî Sexwebûna me.

Kurdish&Islamic studies

01.10.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…