EY MIROV


Xizan Șîlan

Ez û tu berî deh hezar û sed hezar salan, ji neh mehan carekê me li ser axa Cîhanê çavên xwe vekir. Ne axa min, ne ya te û ne jî ya wî, doh ya me bû, îro jî ya me ye. Ev cîhan ya me hemûyan e, ya bav û dayika min û te ya pîr û kalên me ye. Bi hezar salan wekhevî li ser jiyan em.
Ey mirov, te bi destên xwe parçe parçe kir ev cîhan.
Devê birîneke kûr di kezeba cîhanê de vekir. Were carekê binêre,
xweza çiqasî dewlemend e. Axa zeviyan tijî ye bi libên gulgeniman.

Lê ev çi tazîbûn û birçîbûna mezlûman. Newal û kanî tijî ne bi ava çeman. Lê ev çi tîbûn û ziwabûna lêvan.
Ey
mirov, te azadî ji destê min û xwe girt. Axaftin li bindestan qedexe
kir. Lê nema tu dikarî tunebikî hebûna zimanê şêrîn û qedîm, hebûna
dîroka kevnar. Te li ser axa pîroz jiyan li min herimand. Axa bi hezar
salan li ser jiyam, nema tu dikarî ji destên min bigirî. Gora ku cendekê
min di hembêza xwe de veşartî. Kevirê li ber serê min hatî danîn û navê
min li ser hatî nivisandin, nema tu dikarî rakî û tunebikî.
Goştê
min dê bihele, di bin axa gora min de. Dê bibe tovê hêşînahiyê wek
kulîlkên gulîstanan bi hezar rengan ji nû ve zîl bide. Li ser qefesa axa
zêrîn, li ser çiya û zinaran, li deşt û zozanan dê bipişkive.
Dîsa dê derbibe ava kaniyan û bi xuşexuşî biherike.
Ey mirov, ez dergûşek çarmehnî di malzaroka dayika xwe de,
bi xwîna canê wê ya germ mezin dibim û wek gula kesk û sor û zer dipişkivim. Di zikê dayika xwe de serfîraz û azad digerim.
Hewl didim bigihêjim meha xwe yê nehan û bibînim ronahiya cîhanê, bijîm di xweşiyê de.
Ey mirov, tu bûyî kujer, bûyî cinawirê xwînmij, kefterê harî dirantûj.
Min
hê negirtibû pêsîra dayika xwe, hê nemêtibû şîrê spî. Te bombe barand
li ser serê dayika min de, te gule berda sîng û berê min û wê. Te mal li
me wêran kir, te em fetisandin, giyan ji me sitand.
Ey mirovê
heramzade, mirina min ya bi hezaran, li ser çiya û zinaran axîn dikişand
bi qêrîn û nalînan. Di bin peşkên barana dijwar de,
li nav serma berfa cemidî, ling û çok li min diqerisî.
Beden dilerizî, dev û lêv ditevizîn. Ji ber berjewendî, dilreşî, hovitî
û bêdadmendiya te dikim hawar û gazî. Ma tu çima ewqas xêrnaxwez î?
Tu li ser axa min difirî û bi qedera jiyana min dilizî.
Ez ê hilweşînim zagonên bextreşiyê
Biqelişînim dîwarê rûreşiyê
Biqetînim zencîra koletî û bindestiyê
Li xwe bibexşînim azadî û serbestiyê
Li bax û gulîstana dilovaniyê  
Bireşînim tovên hezkirinê
Daçikînim dara evînê
Biherikînim ava aramiyê
Bipişkivînim gulên ken û şadiyê
Bigerînim dîlana bextewariyê
Û
Ez ê dagirim û binoşim
meya eşq û serfîraziyê

2001
Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…