Polîtîk û polîtîkvanên kurdên Sûriyê

Heyder Omer

Polîtîk çî ye? Hema bi kurtahî, tê gotin, ku polîtîk hunera degoncî ye (mumkîn e). Li gor vê danasînê, divê siyasetmedar zîrek be, degonciyê û estemeyê (mustehîl) tev li hevdu neke, wan ji hevdu veqetîne, nekeve ber dava dîmagogiyê, sozên birîskedar (şewqdar), ku hestan ji bo çepikan, dihurhutîne, nede cemawer û civakê. Siyasetmedarê berevacî van rengdêran tevbigere, wê civaka xwe ber bi belayên mezin û metirsîdar de têvede.

Tê gotin jî, ku polîtîk zanist e, zanîna her tiştên, ku li gel
hunera hukimdariya dewletan, û rêvbirina têkiliyên wan li gel hevdu, û
yên gel û civakê, bestandî ne . Li gor vê pênasînê, Dr. Ehmed Xelîl
dibêje: „ Polîtîk zanîn û têor û bencîne (qewaid) û zanyarî ye. Ne
serpêyî ye (îrtîcalî), û ne gorepana ezmûnan e (tecrûbe ), ne jî bez û
leza ber bi hewesan de ye….. Her weha her gotineke polîtîkî, yan
tevdîreke polîtîkî, yan avakirina têlikiyeke polîtîkî, yan girêdana
hevbendiyeke polîtîkî, yan jî tevlêbûna cengeke yan gengeşeyeke
polîtîkî, eger ne li ser bingeha zanist û zanîn û bençîne û zanyariyan
be, wê têkeve çarçewa xurafetan û efsaneyan. Ma xurafetan kînga
destkeftin peyda kirine?“.
Dr. E. Xelîl, gotina xwe didomîne
„Polîtîkê armanc hene, ango ne karekî pûç û bê sûd e, polîtîk ristina
têkliyan li gel hêzên siyasî yên hundirê welêt de, û li gel miletên  din
e, organezîkirina têkiliyên tekekesan û gel, û parastina berjewendiyên
gel e“. Ev hemî di eniya armancên polîtîkê de bi cih dibin. Divê
siyasetmedar evan armacan û hinên din jî baş binere û vekole, û li gor
nîrên xweyîtî hundirî û yên dervayî organîze bike, û heya ji wî tê,
dostan ji bo gel û doza wî peyda bike, bê ku xwe û doza gelê xwe li
hember hêz û gel û dewletên din biçûk bike, û divê her û her xwe bi vê
pirsê re rû bi rû bike: Gelo, ev peyva min, hevoka min, tevdîra min,
helwesta min, ev…..ev…..û ev….çi wate ye?.
Ezê sê nimûneyan ji nav
siyasetmedarên me Kurdên Sûriyê û helwestine wan verbrêjim, ka ewana li
gor pêdiviyên polîtîkê tevgerîne, yan na?.
1. Ragihandina Şamê, ya
ku gelek hêzên siyasî yên Sûrî, hinek kurdî jî di nav de,sala 2005ê
damezirandine. Rêxistinên wan hêzan li Ewropayê, berî derdora 15 salan
li hev civîn, da nûnertiya wê ragihadinê li Ewropayê hilbijêrin. Nûnerê
partiya yekîtî ya demikrat a kurdî li Sûriyê / YEKÌTÌ Ehmed Çeto bo
serokatiyê hat hilbijartin, û endamên civînê û berbijêrên din jî ew
pîroz kirin, û serkeftin jê re hêvî kirin. Lê vî siyasetmedarê kurd, çi
kir? Ji dêvla hiş, hestên xwe xebitandin, û serokatî  bo Dr. Eddirrezzaq
Îd wazhêna (tenazele), bê ku ji xwe bipirse: Van endaman dengên xwe
nedane E. Îd, gelo min maf heye, ez dengên wan bidim wî? Eger wan
bixwastana dengên xwe bo E. Îd biçûna, çima wê yekser nadana wî? Çima ev
siyasetmedarê me, wê xwe bike navbêner, û dengên wan diyarî Dr. E. Îd
bike? Gelo ewî ji xwe pirs kir, ka vê helwesta wî çi wate ye? Û bandora
wê helwestê li ser xwediyên wan dengan çiqas giran e? Gelo ev kir an jî
helwest a siyasetmedaran e, yan a gundiyekî reben û nezan e, ku  sincên
gundîtî bercest dike ye?
2. Dema Nûrî El-Malîkî serowezê Îraqê bû,
Salih Mislim, û Heysem El-Mennai, wek şandeya desteya hevrêz, çûn
serdana wî kirin. Gava her sê li gel hev rûniştibûn, Heysem El-Mennai li
kêlek El-Malîkî rûnişt, û Salih Mislim li jêr H. El-Mennai rûnşit.
Pirotokolên dîplomatîk serokên şandeyan li şûnên jor didin rûniştandin.
Pê re jî mirov ji awayê rûniştina wan têgihêşt, ku H. El-Mennai serokê
şandeyê bû, ne Salih Mislim.
Salih Mislim, wê hîngê, hem serokê
partiya Yekîtiya Demikrat P Y D bû, û hem jî cîgirê serokê desteya
hevrêz Hesen Ebdil-Ezîm bû, û H. El-Mennai nûnerê desteya hevrêz bû li
Ewropayê, yanê bi pileya balyozekî bû. Li gor pirotokola dîplomatîk,
Salih Mislim serokê şandeya desteya hevrêz bû, ne H. El-Mennai. Gelo
çima Salih Mislim wusa kir? Çima hêza partiya, ku ew kiribû cîgirê
serokê desteya hevrêz, li hember El-Malîkî û El-Mennai, û li hember
tevayê desteya hevrêz qels û sivik kir? Salih Mislim jî wek gundiyekî
reben û nezan sincên gundîtiyê bercest kirin, ne yên siyasetmedaran, û
ew sincan bi xwe re birin koşka seredaneke polîtikî û dîplomatîk.
3.
Girafet û sêdar. Berî çend salan, kirîzeya Sûriyê li Siwêsrayê; bajarê
Cinêvê, di bin sîwana Yekîtiya navdewletî de, bi beşdariya şandeyên
rêjîmê û rikberiya Sûrî, hate gotubêjkirin. Ji ber ku encûmena niştimanî
kurdî endamê rikberiya Sûrî ye, nûnerên wê jî tev li şandeya Îtilafa
Sûrî ya rikber bûn. Endamê komîta navendî ya partiya demikrat a
kurdistanî – Sûriyê P D K – S Dr. Ebdil-Hekîm Beşşar, ku di heman demê
de cigirê serokê Îtîlafê bû, li orta bajarê Cinêvê, li pêşiya avahiya
Yekîtiya navdewletî derket pêş revenda Kurdî, ku ji gelek dewletên
Ewropayê çûbûn Cinêvê; dest avêt girafeta xwe, û bi şêwazekî jixwerazî
qîriya û got: „Eger me mafên Kurdan li Sûriyê bi dest nexistin, min bi
vê Girafetê sêdar bikin“. Gelo siyasetmedarê, ku siyasetê wek huner û
zanist têdigihîne û dixebitîne sozên wusa birîskedar dide gelê xwe? Gelo
di polîtîka dinyayê de sozeke wusa tê dayîn? Ev helwest şert û mercên
gundiyan, di ber henek û laqirdî re, yan jî di ber gefuguran re, tîne
bîra mirov. Kesê gundî pirê caran destan davêje simêlên xwe û dibêje:
Eger min wusa nekir, ezê van simêlan kur kim.
Vê lomê hinek
kurdologên biyanî, bi encama lêkolên xwe gîhane vê baweriyê, ku Kurd
qezecên şer û cengan li ser maseyan ji dest didin.
Mîkyavîllî dibêje:
„Xelk berî pêşî tiştên bi çavan dibînin, dinerxînin. Em hemî dikarin
bibînin, lê hindikên me dikarin, di realîteya pergala te bigihînin (fêm
bikin“.
(Rojnameya NEWRZ a partiya yekîtiya demikran li Sûriyê EL-Wehde, ev gotar bo weşnadinê nepejirand)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…