Kurd û Fransa

Ebdulaziz Qasim

Piştî peymana “Sykes-Picot”, beşek ji Kurdisanê ket di bin deshilata “Mandate” Fransiyan de (1920-1946), ya îro jê re tê gotin Kurdisana Sûriyê “Rojavayê kurdisanê”, Fransa di dema “mandate” ya xwe de gelek piştgirî da kêmatiyên netewî, olî û mezhebî li Sûriyê, û Sûriya niha li ser pênc dewletan dabeş kiribû (Heleb, Şam, Çiyayê Elewiyan, Çiyayê Dirziyan”, û dewleta “Sinceqa Eskenderonê” ku ji sala 1939`an ve di bin dagîrkeriya Tirkiye de ye, ku piraniya kurdistanê di nav Sinceqa Eskenderon û dewleta Helebê de bû.

Di sala 1920’an de bi fermana jêneral “Henri Joseph Eugène Gouraud” (1867-

1946),
wîleyeta Cizîrê hat damezrandin ku piraniya wê Kurd û Xirisyan bûn ya
niha bi navê (parêzgeha Hesekê) tê naskirin, ku Fransa piştgiriya bi
statukirina deverên kurdî dikir, berevajî Mandateya Brîtaniyan li Îraqê
ya ku dijminatiya gelê kurd dikir û li gorî peymana 1926 wîlayeta Mûsil
ya bi piranî Kurd tevlî Îraqê kir.
Wîleyeta Cizîrê “parêzgeha Hesekê”
ji aliyê darayî û rêveberî ve satuyek serbixwe bû, ji aliyekê din
Fransa rolek mezin hebû di weşandina kovar û edebiyatên kurdî de û
dibîsan bi zimanê kurdî hatin vekirin, û ji bo pêvajoyê piştgirîkirina
kurdan bi rêya hin rojhilatnasên xwe û bi taybetî rojhilatnas Roger
Lesco (1914-
1975), ku rolek wî ya mezin hebû digel zimanzanê Kurd
Mîr Celadet Bedirxan ji bo bi latînîkirina zimanê kurdî û latînkirina
zimanê kurdî bi diyardeyek pêşketî û şarisanî  nirxand.
Li pêş
despêkirina duyem şerê cîhanê (1939-1945), ji aliyê hin serok eşîret û
rûspiyên Kurdan ve daxwaza serxwebûna eyalata Cizîrê hate kirin û ev
daxwaz ji aliyê rayedarên Fransî ve hate pejirandin û daxwaz ji kurdên
Cizîrê kirin ku têkiliyan digel kurdên Helebê û xirisiyanên deverê “bi
taybetî digel Siryanan” bikin ji bo avakirina dewleteke kurdî wekî
dewleta Libnanê ku serok Kurd be û serokwezîr Siryanî be, lê ev proje
sernekevt ji ber tinebûna rêxistineke netewî ya kurdî ya bi rêkûpêk û
herwiha nakokiyên di navbera rûspiyên kurdan de, tevî dijayetî û
nerazîbûna netewperisên Ereb bi taybetî Partiya Komunis ya Sûrî ku bi
hevkariya dewleta Tirkiyê ya ku gilînameyek li ser vê yekê ji bo “League
of Nations” pêşkêş kir û bi alîkariya hin dewletên din ev proje hate
jinavbirin, û Gelê kurd derfeteke zêrîn bi derketina Fransa ji Sûriya di
sala 1947’an de jidest xwe da.
Fransa, bi despêkirina krîza Sûriyê
ya berdewam ji sala 2011-an ve, careke din xebata xwe ya ji bo parasina
kêmatiyên netewî û olî berdewam kir, û bi tundî li hember dagîrkariya
Tirkiyê li ser Efrînê û Girêspî û Serêkaniyê helwes standin, û ev yek bû
sedemeke mezin ji bo peydabûna nakokiyên mezin di navbera wê û Tirkiyê
de, ku îro roleke wî ya mezin heye digel Hikûmeta Herêma Kurdisanê û
Amerîka ji bo lihevhatina kurdî-kurdî ya di navbera ENKS û PYNK de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…