Nivîskarên bi rûmet

M. Bengo

Gelek ji we ku ji ber nîrin cuda penaberbûn, belabûn li welatên biyanî, îro fêrî zimanê wan welatan dibin û bûne û ne tenê wilo, hineka ji we berhemin hêja bi wan zimanê biyanî nivîsandiye, ev tiştekî pir qence û tê wê wateyê ku hûn afrenêrin çalak û zîrekin. Keda we wê bimîne cihê rêzgirtinê û hûnê bimînin xwedî taybetmendiyekê di çavên wan miletan de, û her weha li cem gelê xwe.

Delalno
Zordarî û serkutkirina ku we li welêt, rojavayê Kurdistanê, dî li ser destê rêjîma Bais, rêbend û dîwarin bilind li pêşiya fêrbûna zimanê Kurdî datanî û avadikirin, û ew bi xwe sedema sereke bû ku helestvan, çîroknivîs û romannivîsê Kurd bi zimanê Erebî berhemên xwe binivîse û biweşîne. Bê guman nivîsên we ji , Roman , çîrok, û helbestan cihê şanazî û serbilindayê ne û pir ji wan berheman hinkûfî xelata ne.

Hêjano
Demeke dirêj derbasbûye, ku derfetên fêrbûna zimanê dayikê li pêşiya me vebûne, û bi taybet bi pêşketina teknîkî û peydabûna internêtê re. Sê çar sala em fêrî zimanekî biyanî dibin, bi gumana min zimanê me jî hêjaye ku em hinek ji valabûna xwe biterxînin ji fêrbûna wî re, da ku behana nizaniya vî zimanî nemîne û ev ziman toza ser xwe dawşîne û biçirisne.

Kurdino
Erê wêje hest e, her sînor û asoyan derbasdike, li mirovatiyê,evînê û pakheyînê digere, raste wêje giyanê mirovatiyê ye, lê ew giyan bi Kurdî jî tê hûnan. Dîsa dibêjim, berhemên we cihê rêzgirtinê ne, lê belê divê em di wê baweriyê debin ku ew berhemên giranbuha nebûne û nabin zengînî ji pirtûkxana me re. Zengînbûna miletan li ser her stûnekê cî digire û asêtir dibe, wêje stûneke bingehî ye, çima me ev stûn piştguh kiriye!
Belkî di roja îro de xwendevanên wêjeya Kurdî kêm bin, gelo piştî 50 î salî wê çi bibe?
Şêkispîr di 1585 ê de hate jiyanê berhemên wî ta roja îro semyaneke giranbuhaye ji cîhanê re û di pêşî de ji ziman û miletê wî re.
Bela berhemên we yên giranbuha zengînî bin ji pirtûkxana Kurdî re û miletên din wergerînin zimanê xwe.

BI KURDÎ BIXWÎN
BI KURDÎ BIRAMÎN
BI KURDÎ BISTIRÊ
BI KURDÎ BINIVÎSÎN
BI KURDÎ BIQÎR
BI KURDÎ BIKEN.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…