Hejmar 6 ya kovara Dîwar derket

 Edîtorê kovara Dîwar, hejmara nû, bi van peyvan ji xwendevanên kurdî re pêşkêş dike “Bi vê hejmarê re em nîv salê li pey xwe dihêlin. Me xwest ku em di riya mijara xwe ya sereke re vê carê balê bikişînin ser çîroka kurdî. Ji bo vê yekê me rê da sê nivîsên cuda. Yek li ser çîroka ku bi zaravayê kirdkî an kirmanckî tê nivîsandin, ya din li ser çîroka ku bi kurmanciya jorîn tê nivîsandin, çîroka Rojava wekî nimûne û ya dîtir jî li ser çîroka ku bi zaravayê kurmanciya jêrîn an soranî tê nivîsandin û bi zimanê yek ji nivîskarên vî zaravayî.” Nivîskarên ku beşdarî  mijara sereke bi çîrok û nivîsên xwe ev in:
Roşan Lezgîn- Zana Omer -Eta Nehayî -Narîn Omer- Fahrî Ayhan -Newaf Mîro -Azad Dilwar -Mehmet Şarman -Luqman Silêman- Mehmet Yildirim Çakar
Girêdayî wê, hevpeyvîn bi yek ji nivîskarên sereke yên çîroka kurdî Hesenê Metê re, heye. Wekî hemû hejmarên din, di vê hejmarê de jî gotar û nivîsên li ser wêje û çanda kurdî cih digirin. Çiya Mazî li ser çanda aşiqan yan jî mitirban û Hesen Dewrêş li ser  bêzimaniya ketiyan nivîsandine. Di beşê wergerê de, Cewad Pale çend nimûne ji berhemên  hostayê wêjeya farisî Ehmed Şamlû wergerandine kurdî. Ji bo portreya mehê jî çîroknivîsê kurd Yakob Tilermenî ji bo vê mehê hatiye hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye ku Dîwar bi awayekî mehane ji sere vê sale de dest bi weşana xwe kiriye. Edîtorê kovarê Helîm Yûsiv e, berpirsê nivîsan Cemîl Oguz e û berpirsiyarê giştî Agirî Soran e.

Malpera fermî ya kovarê ev e: www.kovaradiwar.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…