Navek ronîdayî ji dîroka wêjeya Kurdî «Eliyê Herîrî»

   Mihemed Şêxo

Ji pirtûkên ku ketin destê me de , pirtûka Antolojiya helbestvanên kurd e , ewjî , pirtûkek mezine pirtir ji çarsed û pênçî rûpelî ye , xwedanê wê xwestibû li ser helbestvanên kilasîk û yên di pey wan re hatibûn çend agahiyan û hinek ji helbestên wan bêne ber çavan.

Ew li ser çil û çar helbestvanî axifye û dema li ser Eliyê Herîrî axifye dibêje ku wî ti helbesvan berî wî nedîne !!!!  û ew helbestvanê yekemîne.
Jidayîkbûna wî :
Di pirtûka Tarîx Elkurd we Kurdistan de hatiye ku Herîrî dinavbera salên   ( 1400 -1470 k  ) ( 1010 – 1077 z ) an de jiyaye.
Ev agahî , weke mamoste Ela;dîn Elsicadî dibêje wî ji pirtûka Elqediye Elkurdiye biriye .Têde danerê wê dibêje ku Herîrî di navbera  salên ( 1010 – 1077 )jiya bû .Lê ji helbestên Camî ( helbestvanekî Iraniye ) Sicadî dighêje encamekê ku Herîrî berî salên ( 1455 – 1495 )an z tunnebû , ji ber camî li ser Herîrî di van herdû malikan de axifiye :
 ( bide me riwê bidîde a ji herîrî )
( nîme merdî bidî de em ji Herîrî )
Di lêgerînek kûr û dirêj de , xwedanê Eldîwan Elkurdî  ku herîriyê van herdû malikan , ne Herîriyê Helbestvan e . ji ber jidayîkbûna herîrî piştî piştî Camîye bi pêncî salî , û mebesta van malikan Abû Elqasim       Elherîrî ye , xwedanê Meqamat Elherîrî yên bi zimanê Erebî hatibûn nivîsandin û ev Herîrî jî , binav û deng bû .
Mamoste Sadiq Behaddîn di nivîseke xwe de dibêje ku ( Eliyê Herîrî sala 1009 K sax bû ) . Û wî navên Mem û Zînê , di helbestên xwe de çêlkirine :
Mem û Zîn herdû yek nay siya zilfê kirim tala .
Vêce , dibê mirov ji nêrîna Behadîn bighêje biryarek giring ku Herîrî piştî sala (854 )K jiya bû .Ango ,piştî mirina Mem û Zînê , dîroka ku li ser tirba nivîsandî . Û weke ku vekoler Ebidilrqîb Yûsiv çêl dike Herîrî ji melayê cizîrî û Feqê Teran mezitire ( ji ber kurê Herîrî Ehmed di sala 1o48 an k de çûye ber dilovaniya xwedê , û Feqe û Cizîrî di sala 1031 ê K hebûn . vêce , mirov dikare bibêje ku kurê Herîrî di temenê Feqe û Cizîrî de bû) .
Dîroknivîsê Kurd Şeref-xanê Bedlîsî pirtûka xwe Şerefname di sala 1005 ê k de nivîsî bû , û dema ew li ser zanîn û wêjeyê di dema Mîr Bedir ( mire Botanê axivye , wî nave Seyd Elî Çêlkiriye , dibe mebesta wî jê helbestvan Eliyê Herîrî be ( têgihiştin û zanîn di dema vî Mîrê mezin de bi pêşketiye û gelekan berê xwe dane Cizîra Botan û bicî bûne , wekî Mewlana Abû Bekir û Mewlana Seyd Elî ) .
Wiha , ku ev Seyd Elî ne Eliyê herîrî be ,yê helbestvan , ew zimanzan û bexşannivîsê yekemîn e , ew Eliyê Teremaxî ye , xwedanê pirtûka Tesrîfa Kurmancî ye , çimkî vekoler Marûf Xiznedar bi nêrînek rastgo sala nivîsîna vê pirtûkê teqezkiriye , sala 1000 K – 1591 ê Z .
Prof . Qenatê Kurdo agahiyên xwe ji pirtûka Eliksander Jaba Recuil de Notices Et Recits Kurdes biriye .Jaba jidayîkbûna herîrî 400 k – 1559 Z , ji ber vê jî ,dibê paldana xwedanê Antolojiya Helbestvanên Kurd li ser vî jêderî be ,dema dibêje jidayîkbûna Herîrî sala 1009 ye , bêyî bide nasîn bê ka evsal koçîye yan zayîniye!!!
Helbestên Eliyê Herîrî :
Rewşa herîrî jî , mina a Xanî û Siyapoş e ,  helbestên wî jî , belawela ne!!! ti dîwanên taybet jê re nînin , ev yek ne li gor bilindiya ciyê hersêkaye . Ji bo vê yekê em bandikin her hezkerekî  gellê me ku her yek ji aliyê xwe ve hevkariyê di vî alî de bike .
Xwedanê Eldîwan Elkurdî du helbest ji Herîrî re belavkirine , a pêşî bi vê malikê destpê dike :
Dîsan ji nû işqa berê   pir anderûnim ateşe
Dawiya wê jî , ev malike  :
Wan got : Eliyo la texef   mi bi mirdin qewî xweşe.
A didiwan bi vê malikê destpê dike :  
Dilê mehzûn kefaret bin  key em şeb taze mihanyitin
Malika dawî jî , ev e :
Qetara gewheran vêre  ji nîv kana be dexşan têt .
Wî parçekî dî jî , belav kiriye lê netewawkirî ye :  
Felqena bibin………
Herçar kenar seyran bikin   hindî li bin deyran bikin
Milkî Ecem talan bikin  edpaş hukmî xwedîkar…….
Helbesta hêja  ya ev destpêka wê ye :  
Perîzada tu wa hatî  li ser çavên di min şala
Melew zanî tu wa hatî  ji dengê tewq û xirxala
Gelek guftûgo di nav vekoleran de çêkiriye !!! Kamîran Alî Bedir-xan û lûsî pol Margirêt ew ji helbestên Eliyê Teremaxî dîtine . lê mamoste Reşîd Findî vajî wan derketiye , û dibêje ev helbest ya Herîrî ye , ji ber  du sedeman , ê pêşî bi şaşiyên dîroknasan ve girêdayî ye ( dema heyîna Herîrî ) . yê didiwan bi Perîzada ve girêdayî ye , ku ew jî , Perîxan e , û ev yek  wek gerdîşeke helbestvana ye , ji hezkirinê nave hezkeran diguhertin.
Helbesta çaran destpêka wê ev e :
Ger hun bibînin nalê eşq  tenê li bom zarî dikin
Dawiya wê jî ev e :
Ger wesfê yare ez bibêm   hun terkî huşyarî dikin.
Ev helbest Albêrt sosin di sala 1887 an de , di pirtûka xwe de  (Kurdische samlingen) de belavkiriye
Rojhilata nemir Rodîngo di pirtûkxana ( Saltikov – sedrinda ) gelek nivîsarê binirx dîtine , ji wan ev helbesta Herîrî ye:
xelqno werin bibînin  çi husneke bi kemale
dawiya wêjî ev e :
çend bibêje Elî sadiq  ji esrar û deqayiq
ji wan wesfê di layiq  ji hisna  ya delale .
mamoste Sadiq Behaddîn di pirtûka Hozanêt Kurd de  , helbestek ji Herîrî re belavkiriye . Wiha destpê dike  :
dîdara te ez zîn kem  heta kengî ruh te teng kem
dawiya wê jî ev e :
da bikin zikir Cebbarî   belkî lima xoş bêt sala .
li gor xwedanê Eldîwan Elkurdî  , Dr . Izzedîn Mistefa Resûl sala 1970 gotarek di kovara ( Elkutub Elkurdiye ) de nivîsiye , û ew ketiye sê şaşiyan tevlû ku wî navên ku Herîrî çêlkirine tomarkirine  ( Elqediye Elkurdiye – Tarîx Elkurd we Kurdistan – Meşahîr Elkurd we Kurdistan – Tarîx Eledeb Elkurdî ) . Ew şaşî jî ev in :
yek  : ew dibêje ku Herîrî ev helbest nivîsîye:
ey av û av ey av û av   lazim te mehbûbek hebî .
Û herkes dizane ku ev helbest ya Feqê Teyra ye!!!!! Dema li ber çemê Fenek û Meksê bû , bi avê re dipeyîvî .
Dido : ew dibêje ku helbesta destpêka wê
Xelqno werin bibên  çi husneke kemale
Û dawiya wê :
Wê çend bibêjî Sadiq  ji esrarû deqayiq
Ya Herîrî ye  , lê ev jî ne raste , ji ber navê Sadiq li dawiya wê xweya ye !!!
Sisê : ew dibêje ku destana ( Hespê Reş ) ya Herîrî ye !!!
Û ev jî ne raste , çimkî ev destan ya Feqê Teyra ye , weke ku M. E zekî , A . Jaba û sostîn berî me ev yek gotibûn  .
Herweha , Resûl li nav herênayê hiştiye , û li vir jî , em dikarin du parçên helbestî , yên mezintirîn helbesvanên Kurd bênin , û teqez bikin , ku ne tenê Herîrî heye , lê belê ew heye û yekî mezine jî .
Guh bidin vê kîta mirê helbesta Kurdî Ehmedê Xanî :
Min dê ilm û kelamê mewzûn
Alî bikira li banê Gerdûn
Bînave riha melê Cizîrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek wê bigha Feqihê Teyran
Hetta bi ebed bimaye heyran .
Nave Herîrî wek mezinekî binirx di helbestek Mîrê tariyê de Siyapoş de hatiye
Ta li mirnê min vebîrê
Sînekir armanc li tirê
Mekkî û Eliyê Herîrî
Bên li dengê mn feqîrî
Şev li min kabûsî bû.
Vêce , ku em dîse li Antolojiya Helbesvanên Kurd vegerin , û em bixwazin gotinên wî serrast bikin , em dikarin bibêjin ku Herîrî yekemîn helbestvanê kurd e , yê ku helbest bi zaravê Kurmancî nivîsîye, û ew berî Melyê Cizîrî , Feqê Teyran û xanî ye .
Belec şêrgo dibêje ku tirba Herîrî li Herîre , lê ev yek jî ne raste , ji ber vekoler Ebdilreqîb Yşsiv li Herîr geriyaye , tikes tirba wî nasnake !!!1
Em jî wilo dibêjin , ji ber Herîrî tim xwe koçber didît û ji ber ew di dawiya temenê xwe de, li gundê Essal nêzî şamê bi cî bûbû .
Vêce endure ku ew li welatê biyniyê cube ber dilovaniya xwedê .Ma ku em bibêjin ku ew di sedsaliya şazdehan jiyabû , û em bi hêvîne ku di rojên bê de wê gelek razên winda , çi li ser wî û çi li ser wêjeya me yî Kurdî , bi awayekî giştî wê ête dîtn û ronîkirin.
Jêder :
1- Tarîx Elkurd we Kurdistan – M.E Zekî – R335
2- Elqediye Elkurdiye –Belec Şlrgo R31
3- Eldîwan Elkurdî  – Ebdilreqîb Yûsiv – R9
4- Muxtarat Ferîde we Metbwat Nadîre – m. xiznedar R48
5- Elî Teremaxî – Reşîd Findî – R12
6- Tarîxa Eledebyeta Kurdî – Qenatê Kordo –R57

-7- Antolojiya Helbesvanên Kurd – A . Balî – R139

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…