Siyaseta Fîftî Fîftî

Yasîn Hisên

(Tiştê bi nêvî, jê neke hêvî)……..Pendek pêşiyan.

Ev bû nêzîka sere du meha û deriyê sînor di nava du (Kurdistan)a de hatiye girtin. Û ev serê du meha ye jî naçeyên Kurdî li jêr çemberê de ne, bi taybetî Efrîn.

Rojane em dibhîzin ku kurdên me ji Efrîn û Kobanê û Cizîrê berê xwe didin deriyê sînor, ji rewşa aborî ya xerab direvin, ji tunebûna avê û kehrebê û xazê û xwarinê bazdidin.
Ev mafekî rewa ye ji herkesî re ku bireve, bi taybet piraniya wan direvin ji bona zarokên wan ji birçîna nemrin. Bav û dê bitenê dizanin derdê kezebê çend girane, dema zaroka wan ji birçîna bigrî, yan jî şîrê wan tunebe, ku hebe jî nikarin bikirin. Herweha we kesê nexweş ku dermanê wî nema li welatê wî peyda dibe, direve, bi hêviya ku çend saleke din li vê jiyanê bimîne, yan bi hêviya roja azadiyê ye.
Mixabin, sed mixabin, gelek nivîsakrên me jî agir bera nava benzene didin, ku dibêjin sedema girtina sînor filan alîye yan filan aliye. Sedema giritina Sînor herdû alî ne.
Yê ku zikê wî ser miletê wî biêşe, dive berî her tiştî vê meselê çareser bike. Yê ku kezebşewtiyê welatê xwe û zarok û pîrê welatê xwe be, dive herdû aliya tazî bike û ji xelkê re bêje: Sînor bazirganan girtiye, ne helwesta siyasî. Ji ber di nava pistepista siyasetmedarê me de bihna genî ya bazirganiyê difûre, û mafyayên mirovan jî bûye buhara wan, ku li ser serê me kurdê sûrî bi sed hezarên dolara  dilîzin.
Wê Dîrok vî tiştî û vê helwestê binivîsîne, wê binivîsîne ku tevgera me ya siyasî ketiye çalek pir gemarî û bi zehmetî jî wê jê derkeve.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...