Çima Qamişlo ?

 Brahîm Mehmûd

Belê , çima Qamişlo, bi vî rengî hatiye nasîn, û bi çi pêdiviyê dinerxe û pêşkêş dibe ?
Ji bilî hemî peyvên ku cih: Baja, gund, war…Hud têtin gotin û xwendin, peyva ” Qamişlo ” bi serê xwe ye, ji wan cuda bû ye. Ev çi raz têde heye ?

Çima ne Qamişlî an Qamişlê ye?
Em di nav xwe de dibêjin: Amûdê, serêkaniyê, dêrikê, Efrînê, kobanê…Hud, ta ji bajarên din jî wiha dibêjin: Helebê, Şamê, Berlînê, Siwêdê…Hud, îca çima Qamişlo awarte ye?
Dibêjin peyv bi xwe biyaniyê, û hinek dibêjin na, ew bi xwe kurdiye, an kurdiye jî: Qamîş, ew zile ku li ber devê çeman  şîn dibe, ew Qamişlî, bi tirkî dinase: Cihê qamîşê ye. Îca pirsgirêk di kû de ye? Bi wateya ku derbirîna ” Qamişlo” ji binavkirina ” Qamişlî ” ya tirkî cuda dibe !
Çi cihên ku bi kurdî em wan bi nav dikin, ku bi serê xwe bin, bi mêyetî navnîşan dibin, ta spartinê bi xwe jî: Bajarê evînê ye, lê ji nêzîk ve, di nîşan kirinê de bi nêretî dinase: Vî bajarî, vî kaşî, vî welatî, vî hundirî…Hud.
Serbestiyek nêretî di pêkanîna navê cihên wan de heye, lê Qamişlo bi serê xwe ye !
Di pirtoka xwe de ya li ser Qamişlê( Ritmên bajarekî-2000), min di destpêkê de diyar kir li gor awirên xwe ku ev bajar wiha tête nasîn: Qamişlo, Qamişliyê, Qamişlokê, Qamişlî..
Dema ku em vegerin û rawestin li ser peyva ” Qamişlo ” em tiştekî  tenê têde dibînin, ku pêkbûye neku ew ya raste, weke dîtina min, lê belê ku ew diva wiha be daku bi şêweyekî kurdî binase, ku bi rexê nêretiyekê hatiye ajotin, ji ber ku tu system an rêbazekî rêzimanî jê re nayê çesipandin  dema ku em hemberkirinekê pêkbînin di navbera w” ê ” û peyvên din de.
Raste ez şad dibim dema ku ez li dengê ” Qamişlo” di stranê de guhdar dibim, lê ne derde ji min re kêliya  ku yek bibêje: Qamişlê, dûrî helwetên netewî ku ziman  basko dikin gelek caran….
T:Ez bi hêvîme kesê ku vê mijarê binirxîn û rexin bike, derbarî peyva” Qamişlo “, awira min ronahî bike bi şêweyekî dîrok û zaneyî !
Duhok-Brahîm Mehmûd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…