BEHÎNAME

Pênûsa Nû hejmara 11an derket

Hejmarek nû tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 11an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.

Di hejmara 11an de lêkolînên di derbarê cejna Newrozê de hene, her wiha çîrok, gotar, dîrok, helbest û gelek celebên din ên gelek nivîskaran hene, mîna lêkolînan û bîr û boçûnan.
Gelek nivîskarên mîna; Mizgîn Hesko, Hoşeng Broka, Lewend Dalînî, B. Cigerxwîn, Bêwar Barî Teyfûrî, E.Baqî Huseynî, Arşevê Oskan, Eskerê Boyik, Celal Mihemed Emîn, Ehmed Mistefa, Kemal Tolan û gelek nivîskarên din di rojnamê de nivîsandine. Her wisa me vê carê xwest hûn herêma Cizîrê ji welatê xwe nas bikin.
Ji folklorê kurdî ‘’Çîrok û Gotinên dengbêj Usivê Beso’’, Nivîsandin û berhevkirin: Kemal Tolan me weşandiye.
Di jimara 11an de helbestên: Ezîz Xemcivîn, Lewend Dalînî, B. Cigerxwîn, Mizgîn Hesko, Lawîn Şêxo, Bêwar Barî teyfûrî, Alan Pîr, F. Yakoub, Yehya Elewî Ferd, Ehmed Mistefa û Basil Hisên.
Her wiha gotrên nirx bilind di jimarê de  hatine weşandin, wek: Celal Mihemed Emîn, Arşevê Oskan, Dr. Feqî Kurdan, Bêkes Têlo û Qado Şêrîn.
Gav bi gav em ber bi we xwendevanên hêja ve tên, bi hêvya ku hûn jî gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê şêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Zimanê me, hebûna me ye.

www.penusanu.com  
06.06.2013
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…