Bitenê hiştim û çû.. Bo bîranîna 2salwexerkirina mamosteyê min Rezo Osê

Tengezarê Marînî

“Carekê pêdivî ye, mirov ji hev dûr bikeve:
Carekê dixwaze di yê din negihe—
Carekê her yekî rê ji xwe re cot dike–û her yek bitena xwe diçe
                        Ma gunehê kê ji wan e?”
                                    Kurt Tucholsky

li nava sirûdên lihevnehatinê û vê xirecirê dîsa tu li bîra min î.
Xopanê şarên me yek bi yek ji nav awirên me direvin.. diçin..

mîna te mamosteyê min.
Neşev, nejî zivistan bêdengiya te ji guhê min dûr nakin.
Qamişloka me li ber xwe dide û simbilê serê memikên wê zelût û zel,itî bûne..
bayê bakur hîn me dêşîne seydayê min..
Rojhilata dil jî kesera dilê me venamirîne..
têra te nakin ev gazind. 
Dizanim, dizanim  li hawîrdora me sîbera te konê xwe vedaye…

erê zor e û di vê zoriyê de, te tînim hizra xwe.
Kanîn yên firtone li nav serê me belav dikirin û xwe dikirin xwedawendê êşa vî bajarî.. bazdan seydayê min…..Min jî baz da..
Min ji xwe, ji bajar, ji tirsê, ji êşê berbi tenetiyê ve min bazda.

Roj vala diçe ava, dem tê û diçe, wêneyê bajarê me winda
 ew dengên bitenê, nêçîra reşê ne bêhnê berdidin.
Ev destpêk bênav seydayê min, di tarîbûna xwe de dûrahiyeke jihevketî me.
Noq dibim di mirinê de, herroje v halê min e. Çavên min roniya xwe li dewsa xwe hiştine.Mitala meke: yê dawî dimirire, dibe tovê rojê! Xewnên min ji xwînê mişt bûne. Qeyîka Nuh jî danegeha xwe şaş kir.
Pêlavên min tije av bûne. Av bê masî ne, av xewlî heft welatan bi serê melevanên xwe da kiriye
Tu, mamosteyê min :
– Di vê şevê de, ez bi nezaniya xwe ve mijûl im,
dûr .. dûr, tiliyên min di nav qeşayê de ne. Nexşeya min, di nav deryayê de, li latekî rast hatiye. pêl…, pêl bilind dibin û pira di navbera min û min da xwe vedizîlîne. Dirêj dibe, ez nagihim xwe. Di sorahiya êvarê de, beyeban im, bitenê..
li nav rûpelên êşâ xwe, melodiyeke sar, lîstikeke sistopisto, deryayeke bi humegum û guhekî biçûûûûk im. Erê, herdem a ku zarokek bimire.. xwedê derbeder dimîne. Reş e, jiyana min, deryayeke bêdeng e. Jibîrkirinek im li nav xwîna henasa vî welatî
Û tu…Welatekî jibîrkirî li ser pişta xewnên me…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…