Xwe kujî

Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Bêguman ji despêka şoreşa Sûrî de hevrikiyek ne diyar di celda kurdî de hêdî hêdî xwe di berda ser hestê milet û di mejiyê gelde cî di girt. Û her ku rêjîm ji bajarek kurdî ve dikşê û di kevê destê kurdan de ew kîn û hevrikî lîstik û dijmina tî zêde dibê û tevjî ne ji bo berjewendiyê giştî yê miletê kurd na tenê ji bo berjewendiyê partiyên xwe û kesayetî..
Tirsa ji xwe kujiyê li devera kurdî roj bi roj berû rastiyê diçê û  qunaxa xewnê derbasdikê û maye li ser pifekî ku agirê xwe kujiyê serê xwe ji bin wê cilika tenik derxê wê çaxê bêguman wê tev bi wî agirî bi şewitin.
Bêguman gurbûna dengê xwe kujiyê ne ji çav soriyekê tê û wê sedemê wê hebin û ew sedem jî diyarin û em tev dizanin lê ji ber ku ew hestê partîtiyê xwe li beriyê me pêçane û ketine şûna hestê kurdîtiyê, ji lewma jî her yek ji me wan sedema bi çavê partiya xwe dibînê û li gur berjewendiyê partiya xwe şîrovedikê û di incamê de dibêvê ev pîlanekê li dijî partiya me û dijmin li pey vê pîlanê ye.. Dema ku milet dakete celdê û rûxandina rêjîmê xwest ne ji ber ku desthilatdarekî bi guharê û rêjîmek wek rêjîmê werê û li şûna rêjîma kevin rûnin û bi wî şêweyê ku rêjîmê pê têkilî bi melet re dikir ew jî wisa têkiliyê bi melet re bikê.
Di baweriya min de heger ku tevgera kurd bi xwazê xwe dûrî xwe kujiyê bikê gerek.
Leşkerekî kurd cida ji tevgera siyasî çêbikê û ew leşker bibê desthilatdar li şûna leşkerê partiya li devera kurdî. lê madm îro partî li ser erdê hevrikiyê li ser ka wê hêz di destê kîde bê û ji xwe re devera başiqedikin bê guman wê milet bi çavê ku li rêjîmê di meyzand wê li wan jî meyzînê û wek ku li dijî rûjîme serî rakir û li dijî van deshtilatdarê hû serî rakê ger ku qelen çibê. Ji ber ku ditator wek hevin çi kurd bin û çi Ereb in wek hevin…
Yek bi tena xwe nikarê desthlatdariyê li dervera kurdî bikê û tevgera kurdî ji mezin ta yê piçûk gunehkarin û her yek bi qasî mezinbûn û hêza xwe guneh di hilînê.ji ber ku wek tê diyarkirin partiyê me ji partiyê xwe re dikin û ne ji milet re dikin ji lewma jî ev nakokiya bê sûde îro li celda kurdî gerim dibê û xwe kujî roj bi roj nêzîk di bê û bi vî karê xwe berê miletê kurd didin xwe kujiyek bê dawî û ne diyar û bêguman wê kes têde bi ser ketî nebê û yê ku sûdê ji vê xwe kujiyê bikê wê cardî dijminê kurd bê..
Li başûrê kurdistanê wek nemûneyekî li ber çavê meye, me dî ji kevinde herdû partiyê mezinde demoqratî û yekîtî çenda carî xwestin ku yek yê dî ji pêşiya xwe rake lê kes ji wan bi ser netek û dawî li hev hatin û bi hevre bûne desthilatdar.
Pêwîste ku îro tevgera me li hev rûnê û tev bibin hevbeşê desthilatdar di devrea kurdî de û dev jê wî şêweyê ku rêjîmê pê têkilî bi milet re dikir dûr bikevinberiya ku melet li dijî wan derkevê û rê li pêşiya wan hêzê ku di bin navê leşkerê azad de kardin ve kin û tiştê heyy ji destê wan herê..
10-3- 2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….