Dilêrên newrozê

Nizar Yosif

Sal qulibî
Di pêsîrên civatên koçkan de germ dibî
Çile yê dudûyan temenê te di hêjmart
Ǜ spîtahiya xwe di rêya te de raêxist

Te dizanî,,,,,
Û tu di adarê de çûyî  
Li kirasê evîna wê digeriya
Dibin barê şabûnê de tewyayî
Bi kelên germ
Di beziya 
Te 21ê adarê şopand
Xwesteka te tu jîndariyê bigirî
Ǜ sîmê rengan li xwe kom bikî
Kedera te tu wî tovê rêzgirtî
Li bej û beyaran şîn bikî
Keskesorê ji newrozê bigivêşî
Li ser xêliyê bixêrhatî de berdî
Şopandina tavê di miha sorûreş de qelen bihaye
Hûn rêzgarbangên wê nin
Ew jî azadixwaza we ye
Dilmayan çavnebarînên xwe li diltengiyê pêçan
Kinarên siha we şopandin
Da ku heyîna we binpê bikin

Te dizanî,,,
Ku mûristan,,,
Ǜ mozistan,,,,
Ǜ zilkitistan,,,,
Di newrozê de vedibin
Ǜ bi dilêran vedidin
Pişgirtiyên te
Di nava neynokan de di çikilînin
Di kuncên tarî de serwinda di nalin
Çavên di girtîgehan de
Di xewnên bêkesiyê de xewixîn
Di fikarên bûyeran de
Li hêza tenahiya xwe giriyan
Lawên ku biskên biharê li wan çilmisîn
Bi mafê sûtariyê ne çêjyan
Hinek bûn candayên vejîna jiyanê
Jankujan li agirê xwe kom bike
Janvejînan bi govendan bi sotîne

Te dizanî
Ev salên berzbûna xwestekên newrozê nin
Salên pêkhatina xewnên temenbihûriya nin
Xwestekê ku salên bêbext binaxkirîn
Ji we ve di çilvilin
Rojbûna dema me vaye
Mîna dara bergirtî
Xudanxêrên wê bindariyê lê bikin
Erk par bibin
Verêjê bi parêzin 
Şeva 21ê de pêtî ji destê te hilat
Reşiya diltengan sotand
Tîrêj li dûra te civiyan
Rengê evîna te sipiye
Pêtî yê ji yarê re ragihand

Te dizanî
Bersiv ji hestên wê difûrin
Beranberî roniya şahiya te tên
Hizreta bextewariyê
Sipî ji cama kirasê wê
Ǜ rengê çile
Ji te re bûn ala newrozê.

19,03,03

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…