ÇERXÊ 21Ê ÇERXÊ GELÊ KURDE

Lazgîn dêrûnî

Wek di bêjin kû dinya dolabe û di zîvirê carna mirov bindikevê û carna serdikevê .di çerxê 20an de dolab li gelê kurd zîvirî û bin ket ,lê ewjî bi van sedeman bû:

1)piştî cenga cîhanê ya yekemîn  û herivandina dewleta osmanî û avakirina dewleteke Turkî zanyarî (netewî)sala 1925 bi destê Kemal Etaturk kû têde dijîtiya gelê kurd û mafên wî yê netewî hate kirin bi teybetî di peymana Lozanê de sala 1923de……..
2)parçebûna kurdistanê di peymana Sayks Pîko de, di sala 1920an de……..
3)piştî cenga cîhanê ya duyemîn û ketina komara Kurdistan (Mehabad)li rojhilatê Kurdistanê bi destê hovîtiya Farisan û sêdaredan kirina Qazî Mihemmed û hevalên wî
4)derketina ramanên netewî di nav Ereban de bi teybetî li Sûrî û Îraqê û damezrandina partiya basa şûfînî ya kû desthilat li Sûrî û Îraqê di kir û mefên kurda û netewa wan mandele dikir…..
 5)cenga sar ya di navbera Emerîka û hevgirtina Sovyata berê de piştî cenga cîhanê ya duyemîn……
ev xalên kû me anîn ziman  bûbûn  sedema kû gelek zilm û zor û sitem û komkujî di heqê kurdan de hatin  kirin û nehiştin go kurd bi serkevin û bighin mafên xwe .
Lê îro di destpêka çerxê 21de em dibînin ew sedemên li banî kû me anîn ziman hin ji wan hatin rakirin û neman û bi çûna wan rewşeke nû li rojhilata navîn destpêkir,ev rewşa nû ji bo kurdan bi teybetî geleg giringe , lê guhertinên nû yên ji bo kurdan derfet anîne evin:
1)lawaziya ramana netewî di nav Areban de û ketina partiya basa şûfînî li Îraqê bi ketina rijîma Sedam re bi destê Emerîka û hevalbendên wê di sala 2003de kû bû sedema derketina rewşeke nû di Îraqê de bi teybetî û di rojhilata navîn de bi giştî ,ew bû derfeteke dîrokî ji bo kurdan bi giştî û ji bo kurdên başûr bi teybetî kû têde kihiştin mafên xwe yên netewî bi avakirina Îraqeke fîdralî .li vêdê herêma kurdistanê rengekî serxwebûnê stand ,ew îro bûye bingiheke giring û motka kurdistanê. 2)pirojeyê Ocelan yê ji bo aşîtiyê û agirbestê û vekişandina çekdarên PKK ji Turkiya ji bo levhatina Kurd û Turkan û destpêkirina pêvajoyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî di bakurê kurdistanê de bi rengekî aştî û dîmoqratî.
3)şoreşa Sûrî dijî rijêma basa şûfînî û destpîkirina qûnaxeke nû ,ew derfeteke dîrokiye ji bo kurdên rojava kû karibin di Sûrya nû de mafên xwe yên netewî bi destbixin û pirsgirêka kurdî werê çareserkirin.
4) bi ketina rijêma Sûrî ya Elewî û pêre alozkirina Hizib Elleh ya Libnanê û nerazîbûna cîhanê ji pirograma newewî ya Eyranê ,wê bibin sedemên ketina rijêma Eyranê ya olperestî ,û ewê bibê derfetek ji bo kurdên rojhilat jî  ku têde pirsgirêka xwe çareser bikin û bighin mafên xweyî netewî.
Vêce çerxê 21ê çerxê kurdaye ,va avakirina kurdistanê dest pêdike û wê ew dolab dîse bi zîvirê lê vê carê wê kurd dakevin jorê dolabê .
8/5/2013
 evinwelat240@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…