Rexne, kînkişandin û lêborîn

Qado Şêrîn

Heçê bê sûnc û guneh be bila destê xwe bilind bike, daku em jêre biçin sicûdê û bidin ser şopa wî, her wiha emê wî mîna tacek ji zêr li ser serê xwe deynin û hîn bêtir emê wî li ser pêximberan bijmêrin.

Heçê li dijî rexneya baş derdikeve û sûdê jê newergire, li dijî pêşketina raman û hişmendiya mirovantiyê derdikeve.
Xwezî tim di bîr û bala mirov deba ku tenê mirî gunehan nakin, tenê zindî şaşiyên kirêt dikin. Mirov dikarin bibin xayîn û xwefiroş, kujer û tiştin din, êdî sûnc û gunehe mirov ji zindiyan re bibin kole, çimkî zindî ye û dikare rojekê kêra jahrkirî di pişta we de jî biçikîne.
Wexta em rexneyan dikin, em ji bo xêrê dikin, heçê ne di asta rexneyê debe fam nake, kîna me bi kesî re nîne, lê hin kes bi israr wan rexneyan dikin dijîtî, ew qet ne mebesta meye, ew kes kole ne û fikra wan ne azad e, lê ku ew kes niyeta xwe zelal û paqij bikin dê bibînin bê çiqasî rexne di berjewendiya me û wan deye.
Heçê tevgerê bike wê ileh şaş bibe, ji ber wê mirî gunehan nakin, mirî tevger û xirecirê nakin, icacokan ranakin û ji ber wê gunehan nakin. Zindiyên rexneyê nepejirînin li dijî hişmendî û pêşveçûn û berjewendiyên xwe û me derdikevin. Mixabin hin kes wateya rexneyê nizanin û çilo û çawa be li dijî xwe wek şer radighînin, bi israr didin ser şopa faşî û diktatoran.
Rexnepejirandin an na encama perwerdeyê ye, hin kes tenê rexneyê wek kînkişandinê dibînin.
Mirovê ne demuqrat û azad be nikare rexneyan bipejirîne, ma faşî û diktatoran kîjan rojê rexne pejirandine, wan gelek rexnevan kuştine. Hin kes guman dikin ku  ji gunehan bêrî ne, û di eynî wextê de xwe dikin demuqrat, ileh xwe bixin rêza diktatoran. Em jî tiştekî tenê dizanin: Tenê kole, diktator û faşî rexneyan napejirînin.
Tenê diktator  hemû karînên xwe rast û durust dibînin, çi bikin wê hin jêre li çepkan bidin, ta bi kuştina zarokan, û ne tenê rexneyê napejirînin, belê rexnevan di şevên tarî de dikujin, û ji ber wê civak û komelgeha bê rexne bi pêş ve naçe.
Hin kes û hin hêzên siyasî wexta rexne li wan dibe, bi israr wan rexneyan li dijî berjewendiyên gel bikartînin, daku rexneyê rawestînin û xwe jê biparêzin, bi texmîna me ev têkçûna herî mezin e.
Eger kes an girûpek an jî hêzek siyasî hest bûbin ku em di dermafê wan de şaş çûne û me di rexneya xwe de bêbextî li wan kiriye, bila bi şêweyekî mirovan e me agahdar bikin, emê jî bi kêfxweşî lêborînê bixwazin û soz didin ku emê carek din dubare nekin.
Li dawî, ji ber ku rexne di civaka me kurdan de nîne, û ji ber ku em nehatine perwerde kirin ku rexneyê bipejirînin, civak li paş maye, siyaset li paş maye, çand û gelek tiştên din li paş mane.
11/05/2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...

Hozan Yûsiv

Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna…

Hişmend Şêxo

Ez vê gotarê diyarî we û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , herwiha ez diyarî hemû xwîner û hezkiriyên rojnamegeriya kurdî dikim.

Di serdema pêşketina şoreşa pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêşeng radibe di pêşxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû…

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…