Gelo kurd çi dixwazin?

Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Xwendinek li pêvajoya şoreşa Sûrî û helwesta kudî:

Dema ku xort daketin kolanê bajar û bajarokê kurdî û bi yek dengî gotin em parçekin ji şoreşa Sûrî. Me wek hevrêza Sewa di wê demê de tevgera kurdî û nexasim ew partiyên ku av bi wan gerim dibû dîtin û me xwest ku em helwesta tevgerê nasbikin û ji mere bi gotinek zelal û zimanek dirêj gotin em na pejirîni n ku em parçek ji şoreşa Sûrîbin û gerek em wek kurd di navbera opozisyonê û rêjîme de bi sekinin û em ne bin wek rexek ne ji rêjîmê û ne jî ji şoreşê.
Bêguman piraniya miletê kurd hîn ji bîr nekiriye çawe tevgerameya dîrokî helwesatên çep û rast davêtin û li her kolanekî û li binê her konekî helwestek didan.
Em dikarin bi navbikin: peyedê ji mere digotin emê bi reng û dengê xwe dakevin kolana û em ne dijî rêjîma Sûrîne û ji me nayê xwestin ku em rûxandina rêjîmê bi xwazin ev gotin bihtirî carekî û li ser zimanê bihtir ji nûnerekî ji nûnerê peyedê di hate gotin û mamoste Îsa Hiso ev gotin di mala xwe de jî ji mere got.
 Bijîjk Hekîm Beşar bi dihê nedwa li gund û baraja çêkirin û bi zimanekî dirêj di got: çênabê kurd tevlî şoreşa Sûrî bibin yan xwe bibînin parçek ji şoreşê û dawî ji mejî xwest ku em wek hevrêz bikaribin hijmara kesê derdikevin xwepêşendana berepaş vegerînin û bi gotinek zelal j mere got: ez ji we di xwazim ku hûn rûxandina rêjîmê ne xwazin ji ber ku em wek kurd ji me nayê xwestin ku em tevlî şoreşa Sûrî bibin û bila em jixwere li wan binêrin.
Ji xwe mamoste Fûad Elîko serê sibiha helwestek dida û dawiya şevê helwestek cuda ji ya serê sibihê dida û mamosta Nesredîn Birahîm hişkere di got ku ji min werê ez nahêlim kurdek dakevê kolana û xwepêşendan bike û bi dilekî şewat di got xwezî ji min bihata ku min nehişta yek derkevê celda.
Tew ji xwe hevalê yekîtî(Elwehdê) û hevalê mamoste Hemîd tunema bû ku li pêşiya xorta biseknin û ji wan re bêjin em bi qurbana webin hûn dernekevin kolana û ta ku carekî min ji hevalekî wan re di nav henekan re got (qurban dema ku hûn derkevin xwepêşendanê li dijî xorta ez hêvîdikim ku tu wek kes ne di rêza pêşîdebê ji ber wê xort li we bixin û em hevalê hevin)û ……
Û ev partiyên dî ew jixwere li ciyekî di geran û cîrok tev ji wan re ne girinbû û ne kesî bi elban wan dipîva û ne jî kesî tu hêvî ji wan dikirn yan helwest ji wan di xwestin. Û partiya Azadî ew bi têviyên xwe daketibûn û ez bawerim hayê wan ji kêşeya kurdî nebû…
Kêm zêde helwesta tevgera me wisa bû û di hejiya ne dizanî ka wê çibikin û wê li ku bi sekinin wek mişkê derman xwarî li wan hatibû û diyare ku hîn ji wê ser gêjekiya xwe hişyarnebûne û hîn jî di wê hejêdene wek yê serxweş dema ku bi rêve di çê di tewtihe ji vî rexê celdê diçê rexêdiyê celdê û  nizanê çi li pêşiya wê heye û carcara xwe bi dîwaran digre lê stiriyê wan dîwara di giyanê wê re di çe û bêguman ew giyanê ku stiriyê dîwarê sê rêz têre diçe û xwerheka dijwar û cudatiyê têxe nav wî giyanê ku berê ji hevketiye..
Mixabin piştî ku şoreşa Sûrî derbasî sala xweya sêyemîn bûye hîn tevgera kurdî ne kariye ku helwestekî bi yek dengî û bi yek rengî bistîne û tar û marbûye û her çendek helwestekî didin. Ji lewra jî meclis dibêjê emê herin kongira Cinêv dido amadebibin û hinê dî  berê xwe didin Istenbolê û li civatê opozisyonê amadedibin û beriya nihajî li cend kongirê opozisyonê çi li Misrê û li Istenbolê amadedibûn û di nîvê kongirde di vekişan. Û beriya niha hina ji wan digotin yê ku herin Istenbolê bêguman ew kesin girêdayî ne bi Tirkan re ne û îro em dibînin piraniya wan li Istenbolê dimînin û dibê ku malê xwejî bibin ji xwere li wir bimînin….?
Lê tişta ku ciyê seknêye ew partiyên ku bi şev û roj digotin çênabê em xwe bikin parçek ji şoreşê û şerê hevrêza dikirin li ser vêgotinê û vê helwestê dema ku hevrêza di got em parçekin ji şoreşêne û îro li ser mediya û bi zemanekî dirêj û bê şerim dibêjin em ji rojên pêşîde parçek ji şoreşa Sûrîne û hin ji wan jî dibêjin em di xwazin hêzekî leşkerî çêkin û şerê vê rêjîma diktator bikin.
Em tev dizanin ku peyedê hêzek çêkir bê ku ez bêjim ez pêreme yan ez dijim lê li ser erdê hertiş avakiriye lê gelo ev partiyê meyê dî çidikin? Yan wê çi bikin xuyaye ku tevgera me bosla xwe winda kiriye?!
Ez nizanim va serok û rêbera ew helwest û galgalên xwe ji bîrkirine yan ji wa weye ku miletê me ev helwest û gotinê wan ji bîrkirine… Mixabin kes nema dizanê ka tevgera kurdî çi di xwazê û berê wê li kuye yan wê bi kude herê. Lê diyare ku tevgera meya kevnar hayê wê ji şêla milet nîne yan naxwazê bîne ber çavê xwe…    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…