Yekîtiya Miletê Kurd bi Yekîtiya Zimanê Kurdî Tête Pê

Salar Salih

Ev peyva pîroz,Mîr Celadet Bedirxan siyasetmedar û rewşenbîrê kurd yê navdar di Hawarê de nivîsîye,jiber girngiya wê di vê demê de ji dîroka miletê kurd,gereke îro em li ser peyva wî rawestin û vejînin û em şirove bikin û bixînin warê praktîkê de,çimkî di vê serdemê de miletê kurd li her çar parçê kurdistanê bi pêwîstî zimanekî stander e ku li dibistanan û zankoyên kurdî bête hînkirin,nexasime ku miletê kurd li rojava û bakurê kurdistanê di maweyekî nêzîk de dê mafên xwe yên netewî bidestxînin.
“Herwekî me çend caran gotiye yekîtiya miletê Kurd bi yekîtiya zimanê Kurdî tête pê di yekîtiya ziman de gava pêşîn jî yekîtiya herfane , yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene ,zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin” Mîr Celadet Bedirxan – Hawar,hejmara 9an.
Ez vê pêşinyarê wekû ku M.Celadet nivîsandiye pêşkêşî kongirê netewî kurdî dikim,yê ku di demek nêzîk de dê li Hewlêrê bête gêrandin,çimkî miletê kurd di vê demê de bi pêwîstî zimanekî fermî yekbûyî ye bêtir ji çi demên buhurî,daxwaza min ewe ku serperştîkarên kongirê netewî vê xalê jî bikin xaleke serekî di programê kongirî de,jibo pêkanîna vê armancê jî (armanca yekîtiya zimanê kurdî) pêdivî bi avakirina korê zanyarî li ser asta her çar parçên Kurdistanê heye,û divêt zimanzan û zanyarên zimanê kurdî ji her çar parçên Kurdistanê bakur û rojhilat û başûr û rojava cihê xwe di korê zanyarî de bigrin,wekû M.Celadet dide xuyakirin ku gava pêşîn li ser rêka yekîtiya zimanê kurdî ew yekîtiya tîpan e (herfan e),ango destpêkê divêt zimanzanên kurdî alfabeyekê guncaw bo zimanê kurdî bibijêrin ku hemî zarên zimanê kurdî pê binivîsin wek qonaxa yekem, dûvre di qonaxa diwem de kar li ser yekbûna rênivîs û rêziman û têrmên zimanê kurdî dê bête kirin.

Herwekî em dizanin ku zimanê kurdî yek ji bingehên serekî yên neteweya kurdî ye,û bi parastina zimanê kurdî herwisa tu milet û neteweya kurdî jî diparêze ji projeyên erebkirin û tirkkirin û fariskirinê,çimkî ku zimanê miletekî lawaz bibe herwisa nasnameya wî miletî jî pêre diçe,jiber vê yekê jî dagîrkerên Kurdistanê zimanê kurdî qedexe dikirin û yasa û ferman derbarî vê yekê derdixistin,herwisa navên bajar û gundên kurdî diguherîn û navên biyanî lê dikirin daku çi tiştê bi zimanê kurdî tunne bikin,yekîtiya zimanê kurdî dê zimanê me xurt bike û dê bibe zimanê fermî li seranserî Kurdistanê,herwisa dê bibe alavê yekîtiya miletê kurd li her çar parçên Kurdistanê,di bîrûraya min de pêkanîna vê armancê ji giringtirîn erkên kongirê neteweyî yê kurdî ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….